Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çiya Kurd: Demokratîkbûna Sûriyê, bi vîna gelên Sûriyê pêkan e

31/08/2025
in ROJEV
A A
Çiya Kurd: Demokratîkbûna Sûriyê, bi vîna gelên Sûriyê pêkan e
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo karê derve Bedran Çiya Kurd destwerdan û helwestên dewleta Tirk ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û wiha got: “Aliyekî aşitî û aliyekî din jî êrîş xizmeta çareseriyê nake.”

Di derbarê pêvajoya ku li Sûriyê dimeşe, helwestên hikumeta Şamê û gefên dewleta Tirk li ser Sûriyê, Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo karê derve Bedran Çiya Kurd pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:

–  Weke tê zanîn ji aliyê hikumeta Şamê ya veguhez ve amadekariya hibijartinan tê kirin  û Rêveberiya Xweser daxuyanî da ku ev hilbijartin nûnertiya gelên Sûriyê nake. Ev daxuyanî tê çi watê û Hikumeta Şamê çima hebûna gelê Kurd napejirîne?

Weke tê zanîn piştî hilweşandina rejîma Baas’ê, hikûmeteke nû ya bi piranî xwediyê hişmendî û ferasetekê olî ne, li Sûriyê hat li ser desthiladariyê. Ev hikumeta HTŞ’ê bi piştgiriya hêzên hegemon yên weke Tirkiyê gelek biryar û wesazîyên li gor berjewendiyên xwe li hikûmetê de bicih kirin. Yek jî wan sazûmankirina hilbijartinên parlemenê ye. Ev hilbijartin ne di dorhelekê demokratîk de pêk tê, ne jî nûnertiya vîna gelên Sûriyê dike. Ji ber ku pêkhateyên ku Sûriyê jiyan dikin di nav wan de cih nagirin û namzetê wan nîne. Ev hilbartin yek reng e û hin kesên hatine diyarkirin weke namzet hatin nîşandan. Ji bona amadekariyên ku ji hilbijartinan bê kirin, yek pêkhateyên ku di Sûriyê de cudaxweziyê dixwazin cih nagir in. Ev mijarakê rexnekirinê ye, em weke Rêveberiya Xweser wan rêbazên ku hilbijartin tên kirin napejirîn in. Hejmara ku ji bona parlementoyê 210 kes dikarin deng bidin ku ji bona serokê parlemento bê hilbijartin, lê hikûmeta veguhez tenê 70 nav dan xuyakirin ku ji bona serokê parlemento hilbijêrin. Yanî ev diyar e ku hez dikin ku yên bên hilbijartin hemû yek hişmendî û alîgirê wan bin. Ew naxwazin ku parlementoya bê avakirin, nûnertiya gelên Sûriyê tevahî bike. Ev pirsgirekeke bingehîn e û dibe asteng li pêşiya demokrasiya Sûriyê. Ew berdewamiya rejîma Baas’ê ya nîjadperest û olperest in. Yek jî bingeha ragihandina destura Sûriyê jî ne zagonî û mafnasî ye. Ji ber destûr jî, bi yekdest û hişmendî hatiye çêkirin. Ji ber ku di biryardayîna çêkirina zagonên Sûriyê yek cudaxwazên pêkhateyên Sûriyê ne amade bûn. Ger ku destûr bi rêbazên demokratîk hatibana çêkirin dê wê demê hilbijartin jî demokratîk biban. Rêveberiya Xweser ya demokratîk jî bi çi avahî tevlî hilbijartinan nebûye û encamên ku diqewimin jî ne berpirsyar in. Ji ber ku herêmên xweser rêjeyekê aliyê hejmarê de zêde welatî tê de dijîn û nûnertiya pêkhateyên tevahî Sûriyê dike. Niha hikumeta Şamê çi dike, bi yekdest û hişmendiyekê tengav kar dike. Ger  hikûmeta Şamê xizmeta demokrasiya gelên Sûriyê û demokrasiyê neke xwe zêde li ser lingan nagire.

– Hêzên cihadîst û tundrew gelek komkujî li herêmên weke Siwêda û perava Sûriyê pêk anîn û ev hemû bi agahiya hikumeta veguhez pêk hatin. Gelo rewşa Sûriyê ber bi ku ve diçe?

Ev komkujî û qirkirina ku li herêmên weke Siwêda, Latkiyê, Deraa û hwd. hatin kirin, bi rastî jî pirsgrikên Sûriyê kûrtir kirin û di nav pêkhateyên din de metirseyeke mezin ava kir. Di heman demê de di nav welatiyên baweriyên cuda de jî, nakokiyan kûr dike. Pêwîstbû ku piştî rûxandina rejîma Baas’ê hemû pêkhateyên Sûriyê ji bona demokratikkirina welat kar bikin, lê berovajî wê alozî di demê hikumeta HTŞ’ê de kûrttir bûn. Ev fikarên li ser jiyana gelên Sûriyê zêdetir kirin. Ev kiryarên wisa jiyana hevpar ya di nav gelan de lawaz dike. Sedem û tawanbarên herî mezin jî hikumeta veguhez ya Şamê û çekdarên girêdayî wê ne. Ev jî dibe sedemekê bingehîn ku rewşa ewlehiyê aloztir bike. Ev kiryarên wisa Sûriyê ber bi dabeşkirinê ve dibe. Gelek welatên derve jî ev rastî dîtin û bi taybet piştî bûyerên ku li Siwêdayê qewimîn, desthiladariya heyî ne cihê baweriyê ye û hat teqezkirin ku desthiladariya veguhez êdî nikare ku ewlehiya Sûriyê pêk bîne. Di asta navnetewî de jî, hat tekezkirin ku li gel desthiladariyeke xwedî hişmendiyeke wisa lihevkirin ne pêkan e. Ji bona ku Sûriyê bikeve rewşeke bi ewle de, pêwîst e diyaloga Sûrî-Sûrî bê kirin. Pêwist e hikumeteke ku mafê tevahî Sûriyan bi parêze bê avakirin, tenê wisa li Sûriyê wê demokrasiyê pêk bê. Tenê bi nûnertiya gelên Sûriyê lihevkirineke hindirîn Sûriyê bibe welatekî bi ewle. Li ser vê bingehê di asta navnetewî de jî, wê piştgrî ji bona Sûriyê ava bibe. Tenê bi vî avayî wê bikare têkoşîna dijî terorê pêş bixîne. Pêwîst e ev komên çete û teror, yên cîhadîst rewşa wan bê zelalkirin û têkoşîn li hemberî wan bê meşandin û çekdarên biyanî bên derxistin. Yên ku destê wan di nav xwîna gelên Elewî û Durzî hene bên xûyakirin û di derheqê wan de doz bê vekirin.

– Diyalog û danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta veguhez de di kîjan astêde ne û çawa dimeşin?

Em weke nûnerên herêmên xweser ji bona mafên gelên tevahî Sûriyê hevdîtinên xwe didomîn in. Lê danûstandin kêmekê tên qels û girankirin. Zû encam nayên girtin ev jî çend sedemên wê yên bingehîn hen e. Weke tê zanîn dê li paytexta Fransa Parîsê bi tevlîbûna hin serokwezîrên welatên derve jî, civînek li ser rewşa Sûriyê hatiba kirin, lê mixabin hikumeta veguhez ragihand ku ew tevlî nebe û civîn hat taloqkirin. Ji ber ku helwesteke wan ya ji bona lihevkirina ji bo pêşeroja Sûriyê zelal nîne. Hişmendiya wan tenê li ser radestgirtina QSD û saziyên Rêveberiya Xweser in, tenê wisa hez dikin hin hincetan pêş bixin. Ew jî ji aliyê rêveberiya me ve ti caran neyê pejirandin û ev ne çareserî ye. Ya di jî bandora Tirkiyê li ser helwesta hikumeta Sûriyê pir e. Em jî berovajî helwesta wan bi biryar in ku mijara goftûgo û danûstandinan pêş ve bibin. Di çarçoveya peymana 10’ê Adara 2025’an pêk bînin. Em nûnerê parastina deskeftiyên gelan in û em ê wan biparêzin. Lê heya niha lihevkirineke girîng derveyî mijara Helebê pêk nehatiye û em bi hêvî ne hikumeta Şamê bi vîna xwe tevbiger e û ji bona mafê gelên Sûriyê kar bimeşîne.

– Dewleta Tirk bi her awayî dixwaze aloziya Sûriyê gurtir bike û bi taybet gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD dikin. Hûn nêzikatî û gefên dewleta Tirk çawa digirin dest?

Em gef û destwerdanên rayedarên Tirk li ser Sûriyê zêde di cih de nabînin. Taybet wezîrê kare derve yên hikumeta Tirk Hakan Fîdan weke wezîrekê hikûmeta Şamê tevdigere. Ev tê Şamê û Hesen Şeybanî jî diçe Enqerê her du cihan jî gefa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ev ne rast e û mafê ti kesê nîne. Hakan Fîdan weke wezîrê Sûriyê tevdiger e. Daxûyaniyên wan hemû destwerdanê li karê Sûriyê yê hûndirîn dike. Ev bandorkirin ali ser biryarên gelên Sûriyê ne. Ev jî dibe sedem ku lihevkirin li Sûriyê çênebe. Piştgîrîkirina HTŞ’ê û êrîşkirina Tirkiyê li ser Rêveberiya Xweser dabeşkirina Sûriyê ye. Pêwîst e Tirkiyê rêbazên xwe biguher e û hevsengiyekê ava bike. Divê hikumeta Tirkiyê li gorî berjewendiyên tevahî Sûriyê tevbigere. Pêwîst e rêzê nîşanî welatên cîranê xwe bide. Pêwist e rola wê avaker be, ji ber ku weke stratejîk ew cîranê Sûriyê yeke girînge. Ji ber ku çi kiryarên neyinî û erenî rast e rast bandora xwe li ser Tirkiyê jî bike. Tirkiyê bi banga Rêber Ocalan binavê Banga Aşitî û Civaka Demokratîk pêvajoyekê nû daye destpêkirin û wan jî piştgrî daye wê pêvajoyê. Ev jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd erenî ye û em jî piştgrî dikin. Lê li kêlekê wê gefên wan li ser Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê astengîyekê mezin e û wê pêvajoyê jî bixetimîn e. Pêwîst e ev hewildanên ku ji bo pêvajoya çareseriyê li ji bona Kurdên Sûriyê jî bê nişandan. Ji  ber ku tu welatekî xêrab bike, tê nikaribe welatên din ava bike. Doza Kurd li her çar beşê Kurdistanê hevdu bandor dike. Em bi hêvî ne, hikumet û rayedarên Tirk wisa nêz bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.