Amara Baran/Qamişlo
Komîsyona Hevgirtina Netewî Xuşk û Biratî ya Demokras ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin, di 20’ê Tebaxê de bi Dayîkên Aştiyê û yên Şemiyê re hevdîtin kirin. Yek ji Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke ku di hevdîtinê de amade bû da zanîn ku di Meclisa Enqerê de zimanê Kurdî tê înkarkirin.
Nezahat Teke yek ji Dayîkên aşitiyê ye ku di sala 2000’î de keça wê Nesrîn Akmen di 18 saliya xwe de pişte dîlgirtina Rêber Apo agir bera bedena xwe dide û şehîd dikeve. Ev 26 salin ku dayîka Nezahat Akmen soz dide keça xwe ku heta hênaseya xwe ya dawiyê li ser şopa wê bimeşe û xewn û xeyalên wê yên aştî û jiyaneke azad pêk bîne. Bi banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk re Nezahat Akmen ku wek her dayikeke aşitiyê şahîdî ji pêvajoya îmhakirina çekan û di heman demê de di civîna ku Komîsyona Hevgirtina Netewî Xuşk û Biratî ya Demokrasî a bi dayikên aşitiyê re jî amede dibe.
Komîsyona Hevgirtina Netewî Xuşk û Biratî ya Demokras di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin, di 20’ê Tebaxê de bi Dayîkên Aştî û yên şemiyê re civiyan. Yêk ji Dayîkên Aşitiyê Nezahat Teke ku di civînê de amade bû ji Rojnmeya me re axivî.

‘Rêber Apo bi payama xwe hêviyên me geş kir’
Nezahat Teke diyar kir ku bi peyama Rêber Apo hêviyên wan geşbûn û wiha bilê vkir: “Di şerê 50 salî de yên ku herê zêde êş kişandin dayik bûn, gelek dayîkan girtîgeh û binçavkirin dîtin, gelek dayikan jî zarokên xwe winda kirin. Bi peyama Rêber Apo re hêviyek li cem me çêbû. Gelek caran ji aliyê Rêber Apo ve gav hatine avêtin û agirbest çêbûne, lê dewleta Tirk hemû agirbest binpê kirin û êrîşên xwe yên qirkirinê domandin. Ji ber wî jî heta niha baweriya me li hemberî dewleta Tirk qels e, lê ji ber ku gavên ku ji aliyê ji Rêber Apo ve hatine avêtin, em bawerin û di wê hêviyê de ne ku wê serkeftin pêk were.”
‘Hêviyên ji dewletê ew e ku gavan bavêje’
Nezehat Teke ku di merasîma îmhakirêna çekan de jî amadebû wiha hêviyên xwe anî ziman û got: “Piştî ku Rêber Apo di 9’ê Tîrmehê de peyamek bi dîmen şand, Tevgera Azadiyê di 11 Tîrmehê de komek gerîla çekên xwe îmhakirin, em li bende bûn ku piştî îmhakirina çekan dewleta Tirk gavên erênî biavêje û hêvî bide gel. Em mal bi mal kolan bi kolan ji gel re cîvînan çêdikin û behsa aştî û hevgirtina gelan dikin, hêviyên gel jî ji dewletê ew e ku gavan bavêje. Heta niha rewşa girtîgehan nehatiye guhertin û bi hezaran girtiyên ku hijmara wan nayê zanîn cezayê wan xilasbûye lê înfazê wan hatine şewitandin, di heman demê de girtiyên nexweş jî rastî gelek tundiyan tên. Ya esasî jî tecrîda li ser Rêber Apo heta niha didome, heta ku tecrîd ranebe wê çareserî ne pêkan be, dewlet jî baş dizane pêvajo bi Rêber Apo wê bi ser bikeve. ”
‘Di MeclIsa Enqerê de zimanê Kurdî tê înkarkirin ’
Teke wiha behsa rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Piştî ku Dewlet Bahçelî di meclisê de bang li Rêber Apo kir got bila were meclisê di civîna Partiya Demê de amade bbibe, pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. Lê heta niha jî em nikarin di kolanan de daxuyanî bidin, ger navê Rêber Apo tê gotin polîs êrîş dikin, gelo bi wan kiryarên ku tên meşandin wê çiqas baweriya me bi dewletê hebe. Li ser daxwaza Rêber Apo komîsyoneke ji 51 kesî hat avakirin. Komîsyon piştî ku çar civîn di meclisê de lidarxist, biryar girtin ku ji Dayikên Aşitî, Dayikên şemiyê û bi dayikên esker û polêsan re jî civîn bê li darxistin. Berya ku em beşdarî civînê bibin gotin her dayîkek wê 15 deqe biaxive û bi zimanê tirkî nirxandin bên kirin. Jiyana me ya 50 salî nakeve 15 deqan jî lê ji aliyê ziman ve em bi fikar bûn ger em nikaribim di meclisa Tirkiyê de bi zimanê xwe biaxivim tê wateya hebûn û nasnameya mie hê jî tê înkarkirin. Pirsgirêk ne bi tirkî axaftine, îro zimanê me tê înkarkirin, berya hertiştî pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”
‘Bila êdî dayik êşê nekêşin’
Dayîka Aştiyê Nezahat Teke bal kişand ser axaftina li meclisê û wiha axivî: “Li gor lîsteya ku ji aliyê komîsyonê ve hatibû amadekirin hemû dayîkan yek bi yek nêrînên xwe dan, dema ku dor hat min, min got ku ez dayîkek Kurd im ji Amedê hatime û min yek bi yek hemûyan silav kir. Em di sedsala 21’mîn de dijîn lê mafê min yên ku ez di Meclisa Enqerê de bi Kurdî biaxivim nedane min. Civîna ku bi rêveberiya Nûman Kurtuluş de dihat meşandin, ji aliyê Nûman Kurtuluş ve mûdaxale hat kirin ku bi Tirkî biaxivim. Lê qasî ku tirkiya min têrê kir ez axivîm.”
Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye keçamin di 18 saliya xwe agir bera bedena xwe da rûxmê ku 26 Sal derbasbûye jî hê jî bêhna porê wî û laşe wî yê ku şewitiye li ber pazamine, min wek dayîk wî êşê kişand bila dayikên din wî êşê nebinin, Ez îro ji bo wî livêderê me. Aşitî bi çûyîn hatinê heyete li îmraliyê ku mêhê carek diçe û tê çareser nabe çima heta niha gav neghatine avêtin. Gelek qehremanên ku şehîd ketin cenazeyên wan bi kargoyan ji dayikên wan re tê. Ez dizanim aşitî çêbe jî keçamin venagere lê dema ku dayîkên din zarokên xwe hembêz bikin û bibinin wekê ku min keça xwe dîtibe û hembêz kiribe.”






