Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vekirina Mastr a beşa dîrok; ronîkirina rastiya dîroka ku hatiye berûvajîkirin

30/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Vekirina Mastr a beşa dîrok; ronîkirina rastiya dîroka ku hatiye berûvajîkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Hevseroka Enstîtûya Xwendina Bilind a Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Jiyan Seyid Silo da zanîn ku vekirina mastr a beşa dîrok yek ji berhem û destkeftiyên xwendinê li herêmê ye û got, “Dîroka ku hatiye jiyankirin li gor rastiya wê derxistina holê pir girîng e, ev jî yek ji armancên me yên bingehên e”.

Zanîngehên Rojava di sala nû de gelek beşên xwendina bikind vekirine, yek ji wan jî vekirina xwendina mastr a beşa dîrok hate vekirin. Têkildarî vê yekê Hevseroka Enstîtûya Xwendina Bilin ya Zanistên Civakî Mamoste Jiyan Seyid Silo bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

Hat ragihandin ku di çarçoveya xwendina bilind de beşa Mastr a fakulteya dîrok hatiye vekirin. Vekirina vê beşê û makanîzmaya wê ya xwendinê hûn çawa dinirxînin?

Zanîngeha Rojava di 2020- 2021‘an de beşa zanistên civakî vekir, li gorî rêveçûna asta xwendinê di herêmê de pêwîstî bi avakirina van beşan ji bo bilindkirina asta xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dîtin. Bi avakirina zanîngehê re gelek pêşketin di aliyê xwendinê de hatin avakirin ku êdî niha em gihîştin vekirina beşên bijîşkî û xwendinên bilind. Ji ber vê yekê gelek bernameyên me yên mastr hatin amadekirin û me anstîtûyên xwe damizrandin. Piştî ewqas derçûnên xwendekaran mîna Civaknasî, Kîmiya, Bîrkarî û hwd, bername û xebatên amedekariyê hatin kirin ku niha em gihîştin asta ku em mastr vekin. Bi vê re em vekirina beşa mastr a dîrok radighînin.

Dîrok beşeke di hundir zanistên civakî de ye, piştî xwendekar lîsansa xwe diqedînin derbasî enstîtûyê dibin da ku xwendina xwe ya mastr berdewam bikin. Şertên wê jî divê lîsansa Zanîngeha Rojava ango zanîngehên din pê re hebe da ku xwe tomar bike. Angu hemû mamoste û xwendekarên ku lîsans girtine ji kî devera Sûriyê û cîhanê dibe dikarin xwendina mastr bixwînin. Em di aliyê zanistê de ferq û cudahî naxin nava xwendinê de, derfetê herkesî heye ku asta xwe ya zanistê pêşbêxe.

Avakirina beşên xwendina bilind di zanîngehên Rojava de ji gavên herî girîngin, bi tayber beşa dîrok xwedî cihêrengî û giringiyeke taybet e. Gelo hûn çawa nêz vê yekê dibin, her wiha di dema heyî de asta zanîngeha Rojava çawa ye?

Li gorî asta ku xwendin li herêmê gihiştiyê, pêwîstî bi vekirina van beşan hebû. Beriya salekê nîqaş hat kirin û me hewil da em bernameya mastr dîrok vekin, ji ber ku girîngiya vê beşê taybet e ne weke beşên din yên zanîngehê ye. Ji ber ku zanîngeha Rojava girîngiyê dide dîrokê, angu vegotina dîrokeke rast û derxistina holê, dîroka ku nehatibe berûvajîkirin û guhartin, dîroka ku hatiye jiyankirin û li gor rastiya wê derxistina holê pir girîng e. Bi tayet di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de, beşên ku me vekirine beşa dîroka Kurdistanê di serdema nûjen û di serdema klasîk de ne.

Zanista dîrok piransîba netewên cîhanê li gor xwe û berjewendiyên xwe dinivisîne. Em bi nêrînekî rexnegir lê dinêrin, herwiha dîroka bi giştî di çi pêvajo û qonaxan re derbas bû, em bi vî awayî nêz dibin. Kesên ku dîroka rast binirxîne û bide xwendin bêguman ne hêsan e, ji ber vê jî em xwe disipêrin jêderên bi kok, kesên nivîskar yên xwedî bawerî û brofesyonal ku ev dîrok bi awayekî rast lêkolîn kiribin û bidin xwendin. Helbet dema em mamoste û akademisyanên xwe amede dikin kar û xebatekî pir girîng ku ji dîroka rast re bibe bersiv dimeşînin.

Ji dema avakirina zanîngeha Efrînê yekem sal di 2015’an de hatiye vekirin, pştre 2016’an Zanîngeha Rojava hat vekirin û heya niha em bûn xwedî destkeftiyên gelek mezin him di aliyê xwendekar, mamoste, têkiliyên bi derve re û di hundir de. Ji ber wê em niha dibînin ku asta me heye ku em vê xwendinê berfirehtir bikin. Salane hejmarek pir mezin ji xwendekarên me derdiçin û asta xwendina wan nekêmtirî xwendekarên zanîngehên cîhanê ne. Her wiha pîvanên akademîk yên em datînin li gorî astên navnetewî yên cîhanê ne, di heman demê de mastra me jî wiha ye.

Xwendekarên ku xwendinên xwe bidawî bikin, gelo pêşeroja wan wê çawa be, derfetên bicihkirina  wan di sazî û destgehan de heye?

Kesên ku xwendina xwe diqedînin bicihkirina wan a di nav kar de êdî li wî/wê kesî vedigere. Lê helbet bi xwendinê re derfeta lêkolînkirinê vedibe û derfeta kar di hundir zanîngehê de jê re vedibe, herwiha di hemû saziyên lêkolînê de dikare cih bigre. Bi taybet derfeta ku ew kes bi xwe lêkolînên xwe amede û belav bike jê re vedibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.