Birûc Resûl/Qamişlo
Jına çalakvan a Durzî Rîham Ferhat diyar kir ku tevî ewqas zehmetiyên ku gelê Siwêdayê têre derbas dibin, lê ew di bexwedaniya xwe de bi israrin û got: “Ji bo parastina axa me Hêzên Parêzvanên Niştîmanî hat damezrandin, ev hêz jî vîna gelê Siwêdayê ya berxwedan û rûmetê ye.”
Herêma Siwêdayê rastî gelek komujî, kuştin û talankirinê hat, lê niha tevî ewqas zehmetiyan gelê Siwêdayê dixwazin xwe ji nû ve li ser piyan bigrin, di heman demê de li hemberî êrişên li ser wan tên kirin, bi îradeyekî xurt, bi berxwedanî û tekoşînê şer bikin. Bêguman ji bo ku Siwêda di nava aramî û ewlehiyê de be, kom û hêzên xwecihî yên Siwêdayê di 23ˊê Tebaxa 2025 ragihadibûn ku wan artêşeke niştîmanî ya yekgirtî bi navê “Hêzên Parêzvanên Niştîmanî” dan avakirin. Bi hezaran şervanên ji xelkê Siwêdayê tevlî vê hêza nû bûn.
Derbarê rewşa Siwêdayê ya dawî, dorpêça li ser û girîngiya parastinê, jina çalakvan a Durzî ku niha li Siwêdayê ye Rîham Ferhat ji Rojnameya me re axivî.

Rîham ferhat di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji ber kêmbûne derman û şîrê zarokan, gelek zarok jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Sêwêda dixwaze careke din xwe ji nû ve bide avakirn û xwe li ser piyan bide rawistandin, li gorî ewqas komkujî û sûcên şer, di heman demê de ku Siwêdayê bi dorpêçekî pir giran re derbas dibe, heta derman hatine qutkirin û nahêlin ku derbasî Siwêdayê bibe, di vê heftiyê de zarokekê jiyana xwe ji dest da ji ber sedemê kêmbûne şîr ku nayê peydakirin. Niha gelek zarok bê şîr mane û ev jî dibe sedem ku zarokên temenên wan bi mehane, jiyana xwe ji dest bidin. Bêguman ji bilî zehmetiyên dorpêçê, niha gelek zarok û malbat di aliyê pîsklojîk de ziyan dîtine, ji ber ew êrişên komên çete yên li ser Siwêdayê ku li pêşiya zarokan ewqas komkujî hatin kirin û gelek malbatan zarok, dayik û bavên xwe winda kirin, ji ber vê yekê tişta herî girînig niha ew e ku em piştgiriya gelê Siwêdayê bikin ji aliyê pisklojîk ve, da ku karibin careke din li ser piyan bisekinin.”
Demasla zivistanê nêz dibe
Rîham di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hemî navendên tenduristiyê yên li Siwêdayê dermanên heyî belavî gel kirin û piraniya wan dermanan bêdirav hatin belavkirin, heya ku ji me tê em dixwazin xwedî li hev derkevin û hev rakin, lê heya niha em bi zehmetiyên giran re derbas dibin. Bêguman demsala zivistanê nêz dibe, tiştek ku gelê Siwêdayê xwe pê gerem bike tune ye, daristanên li Siwêdayê hemî hatin şewtandin û ne jî mazot heya ku karîbin zivstana xwe derbas bikin. Siwêdayê demek jê re divê heya ku xwe li ser piyan bigre.”
‘Tekoşîn û berxwedanî li cem me mîna çandekê ye’
Rîhan da zanîm ku ew tev ji berxwedanî û tekoşîna xwe bernadin û wiha pê de çû: “Em wekî jin, ciwan, dayik, bav, kal û pîrên Siwêdayê tekoşîn û berxwedanî li cem me mîna çandekê ye, çiqas êriş li ser me werin kirin, di heman demê de çiqas dorpêçan li ser me bikin, em ê her li ser piyan bin û li hemberî ne edalet û ev komên ku Siwêda û gelê wê kirin hedef, şer bikin û narawistin. Bila teslîmkirina gelê Siwêdayê ji her kesê ku dixwaze me tune û kole bike, bibe hesret. Piraniya gelê Siwêdayê rewşenbîrin û xwendevanin, ji ber vê yekê wê radestkirina Siwêda û gelê wê ne hesan be, wê hesret di dilê wan de bimîne. Em her roj derdikevin çalakiyan û meşan, tenê ji bo ku bizanibin ne emin yê ku bitirsin û çavê wan were şikandin. Wê Siwêda vegere û xwe li ser piyan bigre.”
‘Hêzên Parêzvanên Niştînamî vîna gelê Siwêdayê ne’
Jina çalakvan a Durzî Rîham ferhat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser parastin û avakirina Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û wiha domand: “Li gorî ewqas zehmetiyên ku herêma me tê re derbas dibe, pêwîstî hebû ku hêzekî parastinê were avakirin, ji bo parastina ax û gelê me. Ji ber vê yekê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî hat avakirin, em ê hewl bidin ku roj bi roj vê hêzê mezin bikin, da ku Siwêdayê di nava parastineke mezin de bimîne û jiyaneke ewlw tê de were avakirin, bê guman ev hêza me ya parastinê vîna gelê Siwêdayê ya berxwedan û parastina xak û rûmeta xwe nîşan dide.”






