Hêvî Keleş/ Qamişlo
Hevserokê Komîna Şêwekaran li Kantona Cizîrê Elî Eddullah diyar kir ku ev komîn yekemîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê avakirin û wiha got: ” 65 şêwekar cihê xwe di komînê de digirin, armanca me jî xwedîderketina li çand û huner û pêşxistina şêwekariyê ye.”
Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê yekemîn komîna şêwekarên kantonê Cizîrê ava kir. Di komînê de 65 şêwekar hene ku wan ev komîn bi civînek xweser ava kirin bi armanca piştgiriyê ji bo şêwekarên kantona cizîrê û pêşxistina şêwekariyê.
Derbarê avakirina yekemîn komîna Şêwekaran li kantona Cizîrê Hevserokê Komînê Elî Eddullah ji Rojnameya me re axivî.
‘Bi avakirina komîna şêwekaran cihekî şêwekaran yê taybet çêbû’

Elî Eddullah di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji dema destpêkirina şoreşa Rojava ve gelek sazî û komînên şano û muzîkê hatin avakirin, yên ku mabûn bê cih şêwekar bûn. Tev-Çand’ê ev komîn ava kir da ku da ku şêwekaran bighînin hev û hev nas bikin, herwiha cihekî şêwekararan taybet çêbibe. Ji ber ku şêwekar hertim berbelav bûn, lê bi avakirina vê komînê gihiştin hev. Berê dema ku me hazirtiya pêşengehekê dikir me hev didîtin û nêzîkî hev dibûn, lê piştî wê dîsa jî dûrî hev diketin. Dema ku me ev komîna şêwekariyê ava kir bû weke malekê ji şêwekarên nifşên nû û yên kevin re.”
Elî Eddullah wiha domand: “Ji bo avakirina komînê civînek hat lidarxistin, di civînê de 65 şêwekar amade bûn. Di civînê de pêşniyarên ku hatin kirin wiha ne: Vekirina peymangeha şêwekariyê li bajarê Qamişlo, avakirina muzexaneyan û vekirina pêşangehên hunerî, pêşxistina hunera şêwekariyê di ragihandinê de, lidarxistina çalakî û pêşbirkên hunerî bi awayekî asayî, belavkirina hişmendiya hunerî, teşwîqkirina beşdariya şêwekarên di pêşangehên li derveyî welat de, vekirina cihên taybet ên şêwekariyê, pêşxistina tevgera çandî li herêmê, avakirina bingehên xurt ên komînê ku karibe xwe bighîne tevahî şêwekaran û li wan guhdarî bike û bi hev re bibin tevkar.”
Hevserokê Komîna Şêwekaran Elî Eddullah axaftina xwe wiha qedand: “Hîn em di destpêka avakirina komînê de ne, di demên pêş de em ê hewil bidin ku xwestekên ji bo komînê pêk bînin, çi tê xwestin ji şêwekaran re yan çi beş pêwîst dikin em ê hewil bidin ku bicih bînin. Em hêvî dikin ku hemû şêwekarêm me li Kantona Cizîrê bizanbin ku komîneke wan hatiye avakirin û divê her yek ji wan xwe bibîne berpisyar û were tevlî komînê bibe, ji bo em xwedî li çand û hunera xwe derkevin û em şêwekariyê li pêş bixînin.”






