Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku di Kongreya Hevpeymaniya Civaka Demokrat ya Cîhana Erebî de tecrûbeya demokratîk li Kurdistan û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke nimûneyeke ji bo parastina Sûriyê û çareseriya aloziyên herêmê derket pêş.

Li Silêmaniyê Kongreya Hevpeymaniya Civaka Demokrat ya Cîhana Erebî bi tevlîbûna dehan serkirde, rayeder û kesayetên ji 21 welatên cîhanê di 27’ê Tebaxê destpê kir. Şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongreyê bû, ku ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Heso, endamên desteya serokatiyê yên partiyê Foza Yûsif û Salih Muslim, berdevka partiyê Sema Bekdaş, endama Kongra Star Gulistan Gulo û endamê Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hikmet Hebîb pêk hat.
Kongir ji hêla Yekîtiya Niştimanî Kurdistanî hate li dar xistin, kongir ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanî Bafil Telabanî ve tê birêvebirin. Di kongir de Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî û hejmarek ji berpirsên din beşdar bûn.
Di kongreyê de gelek mijar û panelên cûda li ser mijarên navxweyî, herêmî û navdewletî hat nîqaşkirin. Armanca kongreyê xurtkirina peywendiyên navbera hêzên pêşverû yên Ereb û Kurd û pêşxistina hemahengiya navbera partiyên sosyal demokrate.
Bernameya kongreyê wiha bû:
Di roja yekem de mijarên jinan, beşdarbûna jinan a di biryarên siyasî ya li navendên siyasî û biryardanê de bê veqetandin. Her wiha seroka Yekitiya Jinên Sosyal Demokrat hate hilbijartin.
Di roja duyemîn de çar mijar hatin nîqaşkirin. Rûniştina yekem li ser “Avakirina Hevpeymanên Neteweyî û Herêmî û Piştgiriya Mafên Demokratîk û Rewşa Hemwelatîbûn û Hiqûqê” bû, rûniştina duyem li ser “Civîna Komîteya Endamtiyê bi Nûnerên Partiyên ku Serlêdana Endamtiyê di Hevpeymana Demokrat a Civakî de li Cîhana Erebî kirine” bû. Rûniştina sêyem li ser “Cihêrengiya Çandî, Zimanî û Olî wekî bingekeji bo Avakirina Dewletek Yekgirtî û Demokratîk” bû. Rûniştin çaremîn bi civîna “Komîteya Koordînasyona Navneteweyî ya Hevpeymaniya Pêşverû û Hevkarên wê yên Navneteweyî re ji bo Lêkolîna Zemînên Hevbeş ji bo Hevkarî û Koordînasyonê” bi dawî bû.
Di roja sêyem de 5 rûniştina hatin kirin di nav de mijara doza Filestînî û bandora wê li ser herêmê, rewşa siyasî û ewlehî li herêma Erebî û pirsgirêkên ku partiyên civakî yên demokrat û herêma Ereb pê re rû bi rû ne. Herwiha civînek rêxistinî ya Konseya Bilind a Hevpeymaniya Sosyal a Demokrat li Cîhana Ereb, raporek ji Komîteya Koordînasyonê ya Hevpeymaniya Civakî a Demokrat li Cîhana Ereb û Komîteya Koordînasyona Navneteweyî ya Hevpeymaniya Demokratîk, ji bilî komxebatên li ser çalakiyê ya hevbeş ji bo hevpeymaniyê, di nav xwe de girt.
Derbarê tevlîbûn û girîngiya kongirê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Xerîb Hiso ji Rojnameya me re axivî.
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku aramanca vê kongirê di çarçoveya navnîşana wê de diyar dibe û wiha got: “Ev kongir li ser asta partiyên siyasî hate lidarxistin, di heman demê de gelek kesayet li ser asta cîhanê tê de beşdar bûn da ku bi fikir û ramanê xwe kongirê zengîn û bihêz bikin, di heman demê pêşxistina tecrûbeyek demokratîk a guncav. Herwiha di demeke ku welatên Erebî û herêmê bi giştî de bi hewceyî ku demokrasiyê nîqaş bikin û pêwîstiya wan pê heye.”
‘Rojhilata Navîn aloziyên mezin jiyan dike’
Xerîb Hiso destnîşan kir ku di Rojhilata Navîn de pirsgirîkên mezin hene û wiha anî ziman: “Civaka vê herêmê di nava aloziyên pir mezin re derbas dibin, ev jî di encama siyaseta hêzên desthilatdar û hegemonîk ku şidetê dimeşînin ji bo parastina desthilatdarî û berjewendiyên xwe, her çiqasî şer û pevçûn hebe ewqsî berjewendiyên wan têne misogerkirin. Eger mirov di vê dema heyî de bala xwe bide dewletên erebî bi taybet beşeke ji Rojhilata Navîn li praniya wan tevger û şepêlên îslamî, olî û îslama siyasî pêşdikeve, lewma hêzên desthilatdar dixwazin herêmê veghuêzin navendeke ji bo hêzên îslamî û tundraw, ev yek jî metirsiyeke mezin bi xwe re tîne.”
‘Tecrûbeya demokratîk a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nîşandan’
Xerîb Hiso di axaftinên xwe de behsa hûrgûliyên komxebatê kir û wiha got: “Li bajarekî Kurdistanî weke Silêmaniyê ev komxebat hate lidarxistin giringiyekê nîşan dide. Mijarên sereke yên komxebatê û axaftinên beşdaran hemî li ser mijara demokrasiyê bû, çawa demokrasî di nava Rojhilata Navîn de bê rûnşkandin, ji xwe gava mirov behsa demokrasiyê dike gerek ne tenê di peyvan û klasîk de sînordar e, lê belê demokrasiyeke bi nirx be ne jî siyasî be, ku di bingeha xwe de civakeke demokratîk û azad ava bike; di axaftinan de ev hate nîşandan. Tecrûbeya demokratîk li Kurdistanê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komxebatê de weke nimûneyeke ji bo parastina Sûriyê û çareseriya aloziyên herêmê derket pêş, di eynî demê de têkoşîn hate destnîşan kirin ji bo parastina vê tecrûbeyê da ku bibe alternatîfeke nû ji bo pêşeroja Sûriyê û çareserî ji bo dewletên ku aloziyan dijîn weke Lîbiya, Flestîn, Îraq û Lubananê, beşdarên ji van dewletan jî ev erê kirin û destnîşan kirin ku divê têkoşîna demokrasiyê xurt bikin û bidin pêş ji ber ku aştiyeke mayinde bi xwe re tîne, şer dide rawestandin, aramiyê dide avakirin, wekheviyê çêdike û koçberiyê disekinîne.
Her ku pîvanên demokrasiyê pêşbikeve ewqsî qebûlkirin jî çêdibe, çandên cuda di aliyê civakî û exlaqî de hevdu qebûl dikin. Di komxebatê de azadiya jinê esas girtin û mijarên girêdayî jinê hatin nirxandin.”
‘PYD’ê wê tevlî hevpeymana demokratîk a civakî bibe’
Xerîb Hiso wiha gotinên xwe berdewam kir: “Weke tevlîbûna partiya me di komxebatê de, Endamên Desteya hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim û Foza Yûsif beşdarî du panêlan bûn, di panelan de bal kişandin li ser mijarên demokrasiyê, mijara kurdan di hundirê Sûriyê de û mijarên demokrasiyê, çawa di çarçoveya peymanan di herêmê de bidin pêşe. Ji xwe ya herî giring PYD’ê daxwaza xwe ya tevlîbûnê pêşkêş kir ji bo hevpeymanê, di komîsyona nîqaşkirina tevlîkirinê de ez tê de amadebûm, li ser dîroka PYD’ê şîrovekirin hate kirin û erê kirin di dawiya konhgireyê de tê diyarkirin.”
‘Bandorên komxebatê bi têkoşînê çêdibe’
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratk PYD’ê Xerîb Hiso wiha gotinên xwe qedand: “Bandora vê kongeryê wê heta astekê çêbibe, di rojên komxebatê de tenê dengvedan e û encamên wê êdî piştî bidawîbûna wê be. Bandor wê di riya xebat, têkoşîn, rêbazê têkoşîna demokrat, hevkarî, danûstendin û girêdana van partiyan ji hev re, divê girêdaneke çêbibe û têkoşîna demokrasiyê di çi şêwazî de pêşbixînin. Şopndin û danûstendina pratîkê wê serkeftina vê koxebatê nîşan bê dayîn.”
Hêjayî gotinê ku ev kongir 4 rojan berdewam kir, her sal li welatekî cuda tê li dar xistin, her sal berpirs û serokê wê tê hilbijartin, di dawiya komxebatê de cihê li darxistin komxebatê ya sala bê tê diyar kirin.





