Stêrk Mihemed/Qamişlo
Lîstkvan Şêrwan Mele diyar kir ku Komîna Fîlm a Rojava bi piştgiriya TEV-ÇAND’ê, bi armanca pêşxistina lîstikvaniya sînemayê kargehek vekir û wiha got: “Armanca vekirina vê kargehê pêşxistian lîstikvanan û raghandina bûyerên ku li Rojava û Kurdistanê tên qewmandin.”
Komîna Fîlm a Rojava bi piştgiriya TEV-ÇAND’ê, bi armanca pêşxistina lîstikvaniya sînemayê kargehek vekir. Kargeh di 16’ê Tebaxa 2025’an de dest pê kir û dê 30 rojan bidome. 13 jin û mêr ji bo fêrbûna lîstikvaniya sînemayê tev li kargehê bûne. Di hefteyê de 6 rojan, her roj 8-9 demjimêran perwerde tê dayîn. Kargeh li navenda TEV-ÇAND’ê ya li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin.
Di vê çarçoveyê de lîstkvan Şêrwan Mele ji Rojnameya me re axivî.

‘Perwerde wê 30 rojan berdewan bike’
Şêrwan destnîşan kir ku perwerdeya lîstekvaniya sînemayê di bin navê komîna sînema li bajarê Qamişlo tê dayîn û wiha got: “Memosteyên ku perwerdê didin lîstikvanan, dagirtî ne û 30 salin di warê dayîna lîstekvaniyê de ku çawa lîsitkvan bikaribin li ser dikê, şano, sînema û di milê telîvziyonê de tevbigerin. Perwerde wê mehekê berdewam bike, bername jî dagirtî ye. Di seat 9’ê sibehê perwerde destpê dike heya 2’ê nîvro berdewan dike, herwiha 5’ê êvarî jî dîsa perwerde dest pê dike heya 9’ê êvarê. Di perwerdeyê de şêwayê lîstikvaniyê û yê waneyan tê dayîn. Di perwerdeyê de 13 lîstikvan jin û mêr cihê xwe digirin, herwiha lîstikvan di milê şano, sîname û tîlevziyonê de tên perwerdekirin.”
‘Armanc raghandina bûyerên Rojava û Kurdistanê ye’
Lîstkvan Şêrwan Mele axaftina xwe wiha bi dawî kir: “li Paymengeha Bilid a Hunerê hazirtî ji bo van lîstikvanan tê kirin. Di demê pêş de wê hazirtî li ser dîroka sîname û ne tenê di hundirê Rojava de were pêşkêş kirin, bûyerên ku di hundurê Rojava û Kurdistanê de tên qewmandin. Hemû amadekariyên me ku em bi awayekî pîşeyîbûn di milê hunerî, kamîra û lîstikvaniyê de derkevin. Ev demeke başe ku ez di warê şano û kilîpan de kar dikin, asta me ya lîstikvanêyê heya qonaxekê heye, lê ema xwasteka me ku em xwe hîn zêdetir pêş bixwin. Ji bo ku em bi awayekî baş û bi bandor şano û lîstika xwe pêşkêş meraqa perwerde û pêşketinê li gel me zêde dibe. Herwiha tê nîqaşkirin ku di demê pêş de dibistanek ya lîstikvaniyê li seranserî Rojava were vekirin.”






