Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xemên ji bo pêşeroja Sûriyê: Fikarên hevpar ên Elewî, Durzî û Kurdan

30/08/2025
in ROJEV
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan

Şerê ku di sala 2011’an de li Dera destpê kir zû li seranserê Sûriyê belav bû û ne tenê şerekî opozîsyon û rejîmê bû, lê belê kûrkirina xetên fayê yên mezhebî, etnîkî û bîrdozî yên li nava welêt bû. Di vê çarçoveyê de bi taybetî Kurdan ji bo mafê çarenûsê têkoşîneke xurt meşandin û di nava rêxistinbûyîna civakî de cih girtin.

Tevî ku Kurd li Sûriyê netewa herî mezin a hejmara wan nêzî 3 milyone jî ji ber polîtîkayên rejîma Baas’ê ji mafê hemwelatîbûnê bêpar ma bûn. Tevî ku Kurd xwedî rêxistinbûyînên biçûk in jî, ev rewş piştî sala 2011’an veguherî herêmeke xweser ya ku Kurd pêşengtiya wê dikin. Ger mirov bigota ku yekane mirovên li dijî  hovîtiya DAIŞ’ê têdikoşin ku navenda wan Iraq û Sûriyê ye, Kurd in, wê gotineke sosret nebe. Kurdan bi berdêlên mezin herêmên Rojavayê Kurdistanê ji vê hovîtiyê rizgar kirin û li ser bingeha xwerêveberiya gel modela xwerêveberinê ya bi navê Rêveberiya Xweser bi pêş xistin. Temaşekirina vê li bajarên cîran, gel bang li Kurdan kir ku bajarên xwe bi xwe rizgar bikin û Kurd ketin nava tevgerê, wan herêman jî rizgar kirin û rêveberiya gel li wir bi cih kirin. Kurd êdî li cîhanê weke rizgarker tên dîtin û bûne modeleke nû ya demokratîk.

Durziyan bi giştî hewl dan di tevahiya şer de bêalî bimîn in. Bi taybet hevsengiya di navbera rêjîmê û opozîsyonê de li herêma Siweyda parastin. Rejîma Eseed her çendî bi darê zorê hewl da şervanên Durzî tev li leşkeriyê bike jî Durzî bi avakirina yekîneyên xwe yên parastinê hilbijart ku xwe biparêzin. Tevî ku polîtîkayên wan ên bêalî bi bandor bûn jî, di heman demê de rastî zehmetiyên mezin ên weke bêkarî û koçberkirina taybet bi ciwanan hatin.

Dema mijar Elewî be, yên li Sûriyê dijîn jî di nav de yên li derveyî welêt, weke civaka ku bi rejîma Esed re tê naskirin, dihatin dîtin. Elewiyên derdora Beşar-Mahir Eseed û malbata wan bi rastî jî pêşdîtinek pêş xistin. Lê belê di wê pêvajoyê de jî rewşa Elewiyan zêde bi hêvî nebû. Piraniya ciwanên Elewî tevlî artêş an jî komên milîs ên dilsozê rejîmê bûn. Heta mirov dikare bibêje Elewî ber bi eniyên şer ve hatin dehfdan.

Derbasbûna ji Rejîma Baas’ê ber bi çekdarên Selefî ve

El Qaîde-HTŞ (Heyet Tahrîr El-Şam) ku bi DAIŞ’ê ve girêdayî ye, piştî bûyerên di sala 2011’an de destpê kirin, li gelek bajarên herêmê ketin nava şer û pevçûnan. Van salên dawî bi taybetî li bajarên di bin serweriya dewleta Tirk ên li ser sînorê Tirkiyê yên weke Idlibê desthilata xwe ava kiribû. Di rastiyê de di hin dezgehên çapemeniyê de îdîa hene ku ji hin welatên biyanî rayedarên HTŞ’ê yên li Şamê yên weke Colanî û Şîbanî perwerde kirine.

27’ê Mijdara 2024’an de komên Selefî yên bi serkêşiya HTŞ’ê ku ketin tevgere û çalakî hemberî rejîme Eseed lidar xistin, heta 8’ê Kanûnê xwe gihandin Şamê. Tevî bi hezaran pirsgirêk û êrîşên di ser 13 salan re rû dan jî, rejîma Esed ya ne di hilweşiya, bi rengekî di demeke kurt de têk çû. Xuya ye di vê mijarê de pêwîstî bi şîroveyê nîne.

Zêdebûna komên Selefî û xurtkirina gefên nû

Di serdema piştî sala 2011’an de, bi taybetî bi bilindbûna DAIŞ’ê re komên Selefî-cîhadî yên li qadê hebûna xxwe dewam kirin, ji bo pêkhateyên li Sûriyê bûn metirsiyeke mezin. Bi paşvekişandina DAIŞ’ê re, bi taybetî komên mîna HTŞ hewl dan li ser sînorê Tirkiyê bi taybetî li Îdlibê pergala xwe ya navendî û dadgeriyê ava bikin, di heman demê de li herêmên din ên Sûriyê êrîş dihatin sazûmankirin û ev herêm ji bo pêkhateyên li Sûriyê bûn metirsîyekê mezin ya ewlekariyê. Di dawiya sala 2024 ‘an de pêşveçûna wan a ber bi Şamê ve dê hilweşîna ji nişka ve ya rejîma Esad bi xwe re bîne.

Li herêmên ku komên Selefî dest danîne ser desthilatdariyê, mîna metafora ‘gayên li arena’ bi êrîşa çep û rast re dest bi wesazîkirina rêveberiya xwe kirine. Bi van geşedanan re, dervehiştina dîrokî û gefên tûndrew yên pêkhateyên din yên li Sûriyê rû didin, careke din derketin pêş. Zext û êrîşên li dijî Elewiyan destpêkê, piştre Durzî û her tim li dijî Kurdan zêde bûne. Di dorhêleya ya şer de Elewî, Durzî û Kurd ji ber nasnameyên xwe dibin armanc û bi fikar in. Ev gef ji bo Elewiyan ji feraseta ‘naskirina bi rejîma Esad re’ derdikeve holê; Ji bo Durzî , ji xwesteka wan a ‘ bêalî bimînin ‘ tê ; û ji bo kurdan ji ber zextên Tirkiyê û komên piştgiriyê didin. Ji ber vê yekê, pirsgirêka bingehîn a ku her sê civakan dike yek, pêşeroja hebûna ewlekarî û nasnameyê ye û nediyariya ku tê xwestin li ser wan bê ferzkirin e.

Ger em kurtasî bigihijin encamekê; vebijêrk

Sûriya ku bi salan e li dijî zilm û êrîşên rejîmê yên domdar têdikoşe divê bi modêleke demokratîk û dadmend were birêvebirin, ango nenavendîbûna ku Kurdan bi berdewamî jê re parêzvanî kiriye. Di vê mijarê de ji bo rêveberiyeke ku mafên bingehîn ên pêkhateyên Elewî, Durzî, Kurd, Ereb û Tirkmen an garantî dike, ji bilî yekîtiyê ti vebijêrk nîne. Ji bo li Sûriyeyê aramî pêk were, ji bo ewlekirina mafên ewlekarî û nasnameyî yên civakan gelekî girîng e. Naxwe, jêneger e ku xetên faya etnîkî û mezhebî wê rê li ber tundûtûjiya nûve veke, pêlên nû û hîn mezintir ên şer û kaosê derxe holê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.