Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Weqfa Jina Azad ji bo vejînkirina çanda kevnar her sal pêşengehê lidar dixe

28/08/2025
in JIN
A A
Weqfa Jina Azad ji bo vejînkirina çanda kevnar her sal pêşengehê lidar dixe
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Rêvebera Weqfa Jina Azad Viyan Elî diyar kir ku ew nêzî mehek û nîv amadekariyên pêşengehekê li ser asta bajarê Qamişlo dikin, ev pêşengeh di salê de carek an du caran tê lidarxistin ku tê de berhemên bi destê jinan tê çêkirin, têne pêşkêş kirin û got, “Armanca me vejînkirina filiklor û çanda kevnar e.”

Di Îlona 2014’an de bi dirûşmeya ‘Jina Azad Bingeha Civaka Azad e’ Weqfa Jina Azad li Rojava hat damezrandin. Armanca damezrandina wê jî ew bû ku pirsgirêkên civakî li Bakur û rojhilatê Sûriyê bên çareserkirin û civak di hemû warên jiyanî de bê pêşxistin. Weqfa Jina Azad piştî ku pêşketinên mezin di seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anî, di konferansa 2021’ê de biryar da ku navê xwe biguherîne û bike “Weqfa Jina Azad a Sûriyê.” da ku bighêje hemû jinan.

Ji bo 10’emîn pêşengeha Weqfa Jina Azad amadekarî tê kirin

Ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyê ve her sal pêşengeh ku tê de berhemên bi destê jinan hatine çêkirin, tê lidarxistin, di salê de 2 caran an jî carekê pêşengeh tê lidarxistin. Ji bo pêşengeha îsal jî ev nêzî mehek û nîv amadekariyên Weqfa Jina Azad tê kirin ku ev jî pêşengeha 10’emîn e.

Derbarê amadekariyên pêşengehê de, rêvebera Weqfa Jina Azad Viyan Elî ji Rojnameya me re axivî.

‘Sal bi sal ku di salê de carek an dû caran pêşengeh tê lidarxistin’

Viyan Elî diyar kir ku ew her sal pêşengehê carek an du caran lidar dixin û wiha got: “Niha em amadekariyên pêşengeha 10’emîn a Weqfa Jina Azad dikin. Ev pêşengeh di salê de carek an du caran tê lidarxistin. Di pêşengehê de berhemên ku bi destên jinan tê çêkirin tê pêşkêşkirin, herî zêde berhemên ku em girîngiyê didênê, ew berhemên ku çanda me ya folklorî vejîn dike.”

‘Wê li Weqfa Jina Azad A Sûriyê pêşengeh bê lidarxistin’

Viyan Elî di berdewamiya axaftina xwe de eşekere kir ku pêşengeh hin caran li navenda wan a Weqfa Jina Azad an jî li cihekî din tê lidarixistin û wiha domand: “Pêşengeh her sal li navenda me ya Weqfê yan cihekî din ku li derveyî Weqfê, tê lidarxistin. Lê îsal wê li Weqfa Jina Azad a Sûriyê ya bajarê Qamişlo bê lidarxistin ku pêşengeh jî li ser asta bajêr e. Herwiha di pêşengehê de wê tiştên kevnare weke teşî, tenûr, berikên folklorî, hermel, dara 7 xuha, şivanê li ber pez, hin wêneyên ku bi kevir, sinober û bi qalikên fisteq Helebî jî hatine çêkirin, bên pêşkêşkirin. Li kêlek van jî wê çil û bergên gelerî û giştî yên ku bi destê jinan hatine çêkirin, bê pêşkêşkirin. Em texmîn dikin ku em ê di 10’ê Îlonê de pêşengeha xwe lidar bixin, ji ber niha em di amadekariyê wê de ne.”

‘Jin di nava kevneşopiyan de hatibû qeydkirin’

Viyan Elî pirsgirêkên ku di lidarxistina pêşengehên derbasbûyî de pêşberî wan dihat anî ziman û wiha got: “Di pêşengehên derbasbûyî de me gelek zehmetî di peydakirina alavan de didîtin, hem jî gelek jin di nava kevneşopiyan de hatibûn qeydkirin ku xwe nedispartin me, lê niha ev zehmetiyên han heta astekê hatiye derbaskirin.”

‘Pêşengeh reng û atmosferekî cûda nîşan dide’

Viyan Elî axaftina xwe wiha qedand: “Di amadekariyên pêşengehê de hemû endamên Weqfa Jina Azad a Sûriyê beşdar dibin ku em hemû bi hev re alîkarin, lê 3 jin bingehin di pêşvebirina amadekariyên pêşengehê de. Armanca me ji vê pêşenghê jî ew e ku em folklor û çanda xwe ya berê vegerînin û wê vejîn bikin ku nifşên nû nasîna wan li ser çanda berê hebe, hem jî çanda me winda nebe. Herwiha cûdabûna her pêşengehekê ji ya din heye ku her pêşengeh reng û atmosferekî cûda nîşan dide, di îsal de jî tiştên cûda ku di salên din de nehatine pêşkêşkirin heye, lê hin berhem ku berê jî hatine pêşkêşkirin jî, wê dîsa bên pêşkêşkirin. Kesên ku tevlî pêşengehê bibin dikarin berhemên ku bixwazin bi bihayekî sembolîk bikirin. Di heman demê de wê pêşengeh li pêşiya her kesê ku bixwaze tevlî wê bibe vekirî be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.