Stêrk Mihemed/Qamişlo
Li seranserî cîhanê û herêmê, ji ber şer û rewşa abûrî ya xirab bi taybet ciwan ji welatên xwe penaber dibin, ev yek jî dibe sedem ku ciwan ji çand û zimanê xwe dûrbikevin, di heman demê de ew bi asîmîlasyonê re rû bi rû dimînin.
Penaberî di demên dawiyê de zêde bû ye, bi taybet di nava ciwan û zarokan de. Di bin navê jiyaneke bi ewle gelek malbat û bi taybet jî ciwan berê xwe didin jiyana xerîbiyê û penaberî welatekê din dibin, ji bo ku li wir di bin sîwana wan dewletan de werin parastin û debara jiyan xwe bikin. Lê biyê ku di ferqa wê yekê de bin, ew penaber rastî asîmîlasyonê tên û ji ziman, çand û dîroka xwe dûrdikevin.
Bandora penaberiyê
Penaberî rewşek e ku mirov ji welatê xwe bi darê zorê derdikeve. Sedemên penaberiyê gelek in, ji wan sedeman jî şer, aborî, pirsgirêkên siyasî an jî rewşa dijwar ya jiyanê. Helbet penaber ne bi dilê xwe ji welatê xwe derdikeve û berê xwe dide jiyana xerîbiyê, dema ku li welatê wî aramî û derfetên jiyanê û ewlekariyê hebe, ne gengaze ku pişta xwe bide welatê xwe. Piraniya penaberan jî ji rojhilata navîn mîna Sûriyê, Afghanistan, Iraq, Îran û Afrîqiyayêne.
Her çend penaberî bi awayekî mirovahî û mafên bingehîn tê hesibandin, di rastiyê de penaber gelek caran dikeve rewşeke dijwar û gelek zehmetiyan dibîne, gelek penaberan ji beriya ku bigehin cihê ku dixwazin, jiyana xwe ji dest didin. Hin ji wan demekê dirêj di kampan de dimînin û gelek têne vegerandin û girtin. Di heman demê de gelek caran penaber ji milê komên rêgir ve têne girtin û ji bona berdana wan gelek pere têne xwestin.
Li Sûriyê û bi taybet jî di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser heremê û belavbûna xeteriya wê bû sedem ku bi milyonan mirov penaber bibin. Navendên Penaberî (wekî UNHCR — Lêkolînekariya Neteweyî ya Penaberan) dixebitin da ku mafê van kesan werin parastin.
Sedemên penaberiyê
Yek ji sedemên bingehîn yên penaberiyê şer û pevçûnin ku li gelek welatan diqewimin, di van şeran de kuştin, revandin, birîndarî û işkence tê kirin. Di encamê de û ji bona ku mirov xwe ji van şeran biparêzin û jiyanek bi ewle ji xwe re peyda bikin penaberî welatek din dibin.
Sedemên Abûrî
Ji ber kêmbûna kar û derfetê jiyanê gelek kes penaber dibin. Bi taybet ciwan dema ku derfetê kar û xebatê û jiyana bi ewle û baş li welatên xwe nabînin, yekser berê xwe didin derveyî welat û dema ku dikevin ser vê riyê hemû zehmetî û astengiyên heyî li ber çavan digrin, ji ber tenê armanceke wan heye, ew jî xwe gihandina jiyaneke baştir û bi ewle ye. Ji bona vê yekê gelek ciwanên ku ji ber şer, nearamiyê û mirinê berê xwe dan jiyaneke hîn baştir, lê di rê de jiyana xwe ji dest dane.
Bandora şerê taybet û asîmîlasyonê
Yek ji sedemên girîng yên penaberiyê bandora şerê taybet û asîmîlasyonê ye. Hin kes ne ji ber sedemên şer penaber dibin, lê belê ji ber xwastina jiyanek xweştir penaber dibin. Gelek ciwan di bin gotina ku ‘ez ê biçim jiyana xweştir jiyan bikim’ penaber dibin, ev yek jî encama bandora şerê taybet û asîmîlasyonê ye. Ji ber ku ciwanên me di destpêka temenê xwe de gelek bi tiştên şekilî bandor dibin û daxwaz ji malbata xwe dike ku rê jêre vekin ku berê xwe bide Ewropa. Herwiha bandora asîmîlasyonê li ser gelek kesan kiriye ku bi çand, dîrok, kevneşopî û reseniya xwe bawernakin û ji kevneşopiyên xwe heznakin û dibêjin ku civak û welatê me nezanin, lê dewletên din zanene û li gorî keyfa xwe tevdigerin ji ber vê jî xwesteka çiwîna welatekê din dikin. Herwiha dema ku penaberî welatekî din dibin zimanê xwe yê dayîkê jibîr dikin û bi zimanê wî welatî diaxivin û li gorî wan tevdigerin.
Sedemên siyasî
Gelek kes ji ber sedemên siyasî penaber dibin, ku ji aliyê hikumetan ve tê xwastin ku were dîlgirtin û ji ber cezayên siyasî li ser wan kesan hene ji bo ku parastina xwe û malbata xwe bikin penaberî welatek din dibin. Herwiha ji ber hikumetên dîktetor yên ku maf, biryar, xwestek û azadiya axaftinê qedexe dikin hin kes penaberî welateke din dibin ku têde mafê wan were parastin.
Revandina ji leşkertiyê
Gelek ciwan ji bo xizmeta leşkerî nekin ji welatê xwe penaber dibin bi piranî ev penaberî di dema Rêjîma Baas de dibû. Ji bo ku xwe ji karê leşkertiyê xilas bikin û jiyana xwe di nava leşkertiyê de nekin xeteriyê penaberî welatek din dibin, ji bo ku xwe biparêzin.
Çareserî çi ye?
Çareseriya penaberiyê ew e ku şer û pevçûnên ku diqewimin bi dawî bibin û derfetên kar û xebatê ji gel re were peydakirin. Herwiha tevahî welat sîstema Netewa demokratîk ji bona xwe bingeh bibînin û nêrîn, biryar, helwest, vîna gelan û mafê jiyaneke bi ewle were pêkanîn. Ji bo ku civak û bi taybet ciwan bi şerê taybet û asîmîlasyonê bandor nebin û pêwîste ku werin perwerdekirin û rêxistinkirin. Geleke hezkirina axa welat di dilê her kesî de were çandin, bi dîrok, çand û kevneşûpiyên xwe bawerbin.





