Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em festîvala zarokan diyarî Rêber Apo dikin’

27/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Em festîvala zarokan diyarî Rêber Apo dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolaq diyar kir ku ew ê 1’ê Îlonê festîvala zarokan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin û got,“ Em festîvala zarokan diyarî Rêber Apo dikin.”

Bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1’ê Îlonê de festîvaleka zarokan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin. Di heman demê de, bi alîkariya Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) festîval wê were birêxistinkirin. Herwiha dîrok û dûrşimeyên her bajarekî ji hev cuda ye, li bajarê Qamişlo û Helebê di 1’ê Îlonê û bi dûrişmeya“Ji destê min bo destê zarok min kilîtên azadiyê radestî wan kir û deriyên asîman ji wan re vekir” wê festîval were lidarxistin. Li Reqayê jî di 2’ê Îlonê de û bi dûrişmeya “Zarok kevokên aşîtiyê ne” wê were lidarxistin. Li Kobanê jî 2’ê îlonê de bi dûrişmeya “ Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtin bikim” wê festîval were lidarxistin. Bajarê Hesekê di 7’ê Îlonê de û bi dûrişmeya “Hunera zarokan nîşana azadî û afirînerê ye.” wê were lidarxistin. Festîval wê bi beşdariya hezar û 500 zarokî dest pê bike û heta sê rojan berdewam dike.

Di debarê mijarê de Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolaq ji Rojnameya me re axivî.

‘Em bi riya festîvala xwe girêdana xwe bi Rêber Apo re nîşan didin’

Mizgîn Çolaq anî ziman ku ew festîvala xwe diyarî Rêber Apo dikin û wiha got: “Em bi riya vê festîvalê girêdana xwe ya bi Rêber Apo re nîşan didin. Festîvala me wê di 1’ê Îlonê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxisrtin, herwiha wê dîrok û dûrişmeyên her bajarekî ji hev cuda bin. Ev festîvala zarokan her sala di roja aştî ya cîhanê de tê lidarxistin, di heman demê de taybetmendiya lidarxistain festîvalê ya her bajrekî ji hev cuda ye. Fesîvala wê 1’ê Îlonê li Rimêlan û Helebê dest pê bike, 2 Îlonê wê li Kobanê û Reqayê berdewam bike û 7’ê Îlonê jî wê li bajarê Hesekê bi dawî bibe.”

 ’Ji pêkhateyên cuda wê tevlî festîvalê bibin’

Mizgîn eşker kir ku armanca festîvalê ew e ku behreyên zarokan pêş bixin, hawirdoreke ewle ji wan re peyda bikin û wiha berdewam kir: “ Da ku zarok tiştên di xeylanên xwe de îfade bikin, her wiha nirxên aştî, tevkarî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de belav bikin. Ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê nêzî hezar û 500 zarok ên ku cihê xwe di nava 83 komên çandî û hunerî de digirin, beşdarî festîvalê bibin. Ji Qamişlo 35 kom, ji Hesekê 20 kom, ji Reqayê 10, ji Kobanê 9 kom û ji Helebê jî 9 kom wê beşdarî festîvalê bibin. Li gorî bernameya me dê şano, stran û govendên foklorî werin pêşkêşkirin û pêşangehên wêneyan wê werin vekirin.”

Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mezgîn Çolaq axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Zarokên ku tevlî festîvalê bibin ji heşt salî heta ,15 salî ne. Ez bi hêvî me ku kesên maf didin zarokan, xwedî li zarokan derkevin. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne, herwiha yên ku jiyaneke azad û xweş dide nivîsandin zarok in.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.