Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya nanê sêlê li Tirbespiyê aboriya jinê xurt dike

27/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Projeya nanê sêlê li Tirbespiyê aboriya jinê xurt dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji sala 2023’an ve li Tirbespiyê jin sê firneyên nanê sêlê bi hevkariya Aboriya Jin bi rê ve dibin. Rêveberiya Aboriya Jinê ya Tirbespiyê Xedîce Ibrahîm anî ziman ku armanca wan ji projeya nanê sêlê ew e ku jin bikaribin bi hêza xwe kar bikin.

Projeya nanê sêlê ya Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Kongra Star a Tirbespiyê ye, li bajarê Tirbespiyê firnên nanê Sêlê hene. Firna 8’ê Adarê, Firna Şehîd Jiyan û Firna Tirbespiyê firnên ku nanê sêlê çêdikin. Ji ber ku ev proje taybet a jinan e, jin nanê sêlê çêdikin û van firneyan bi rê ve dibin. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku her sê jin di van firneyan de dixebitin. Derbarê projeya nanê sêlê û firneyên jinan, rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star a bajarê Qamişlo, Xedîce Ibrahîm û nanpêja jin a bi navê Enûd Eldawûd ji rojnameya me re axivîn.

‘Armanc ew e ku jin bihêzdarî xwe bi rê ve bibin’

Xedîce Ibrahîm anî ziman ku armanca wan ji projeya nanê sêlê ew e ku jin bikaribin bi vîn û hêza xwe kar bikin û wiha got: “Weke Komîteya Aboriya Jinê ya bajarê Tirbespiyê ji bo piştgirtiya jinan kar dike. Li ser vê bingehê jî me sîstema koperatîfê ji bo jinan da meşandin, bi taybet projeya nanê sêlê. Armanca me ji sîstema koperatîfê ew e ku em jinan bi hêz bikin û bikarbin xwe bi rê ve bibin. Sedema sereke ji meşandina sîstema koperatîfê ew bû ku jin bi destê xwe karekî wiha bike û mêran weke pişt ji bo xwe nebîne, ango divê jin ji bo mijarên aborî û jiyanî li ber mêran negere û xew hewcedarî wan neke. Di sala 2023’an de me dest bi projeya nanê sêlê kir, me sê firne bi dest xistin, her firneyek sê jinên ku bispor in di çêkirina nanê sêlê de. Di serî de me cih, rixseyên ard û mazotê ji bo wan amade kir, da ku bikaribin dest bi kar bikin.”

‘12 ji sedî ji me re, ya din jî ji jinan re’

Xedîce Ibrahîm diyar kir ku 12 ji  sedî ji berhemê  firotina nan ji Aboriya Jinê re  û 88 ji jinan re dimîne û wiha domand: “Mercê tevlîbûna sîstema koperatîfê heye, divê her jinek nêzî 100 hezarên leyreyên Sûrî bide Aboriya Jinê. Li aliyekî din divê jin bizanibin nanê sêlê çêbikin û di çêkirina nan de bisporbin. Proje bi hevbeşî di navbera me û wan de tê meşandin, her heftî 6 kîs ard, 250 lîtire mzot ji bo her firneyekê tê belavkirin. Herwiha hin kel û pelên din hene mesref ji bo wan tê kirin. Bi giştî her roj lîsteya nanê ku tê firotin, ji me re tê, em lêçûnên mazot, ard, xwê û hwd… ji giştî di din aliyekî, piştre 12 ji sedî berhemê ji Aboriya Jinê re dimîne û pereyên mayî ji jinan re dimîne. Bihayê kîsê nan ku têde 10 nan hene bi 7 hezar leyreyên Sûrî tê firotin; li firneyên taybet yek kîs bi 10’an e, bihayê ku em pê difiroşin bi hemahengiya temwînê ye. Ev koperatîf desteke ji bo jinê û bi riya wê jin sûdê jê werdigirin, mehane û her jinek ji meliyon û 400 leyreyan heya meliyon û 700 dest heqê xwe digre, hêjayî bibîrxistinê ye ku her jinekê meha bûrî nêzî meliyon û 900 hezar leyre di encama xebata xwe de girt.”

‘Sîstema koperatîfê destekeke mezin dide jinan’

Enûd Eldawûd destnîşan kir ku sîstema koperatîfê destekekê dide jinên Tirbespiyê û wiha bi lêv kir: “Ji destpêka sala 2023’an min dest bi vî karî kiriye, em sê jin ji Tirbespiyê di firneya Şehîd Jiyan de kar dikin. Destpêka ku ez tevlî kar bûm, rastî gelek astengiyan hatim, lê bi vîna xwe min kar berdewam kir û stûna projeya xwe danî. Sîstema koperatîfê destekeke mezin dide jinan. Li vê firneyê jin her tiştî bi rê ve dibin, Aboriya Jinê jî destekê didin me, ew ard, mazot û hemû kelûpelên pêwîst ji bo me tînin. Em jî rojane tûrikek ard dikin hevîr û nêzî 800 nanê sêlê çêdikin. Şêniyên bajarê Tirpespiyê sûdê ji nanê sêlê werdigirin û dikirin, hem jî xwaringehên Tirbespiyê ew jî vî nanî dikirin, carcaran ji Girkê Legê jî tên firneya me.”

‘Ev proje jêdera jiyana me ye, lê em astengiyan dibînin’

Enûd Dawûd da zanîn ku projeya nanê sêlê ji bo xwerêvebirinê jêdereke, lê em astengiyan dibînin û wiha axivî: “Berî ku ez dest bi karê nanê sêlê bikim, rewşa me ya madî lawaz bû, eger zarokên min daxwaza tiştekî ji min bikiribana, min daxwaza wan pêk neanîbana. Lê piştî min kar kir, êdî ez bi hevjînê xwe re mala xwe bi rê ve dibin. Pereyên ku em werdigirin heya radeyekê têra me dike, di mehê de li gorî karê ku em dikin, encama keda xwe werdigirin, ev proje jêdereke serke ye ji bo me. Di destpêkê de kar gelekî zehemet bû, ji ber ku me bi destan nan çêdikir. Bi hevkariya rêxistina Aboriya Jinê me jenetorke û alava çêkirina hevîr ji bo xwe anî û me ew astengî derbas kir. Di werzê havînê de em astengiyên mezin dibînin, ji ber pileya germahiyê gelekî bilind e, ji hilma paporê ya germ em gelekî zehmetiyê dikşînin, carcaran ez ji ber vê germê dibêjim nema kar dikim, dîse ez dibêjim divê em bi vîna xwe li ber xwe bidin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.