Rohat Bulut
Di kûrahiha wateya jiyanê de azadî û aştî heye. Lê ji bo mirovên ku negihêjin kûrahiya wateya wê gelekî zehmetî, reşbînî, bêhêvîtî û koledarî heye. Lewre dema em bala xwe didinê, hebûnek li ser jiyanê ava dibe û teşe digire. Her wiha jiyan bi xwe jî hebûneke ku li ser hebûneke din diafire. Dema mirov dikeve nav raz û felesefeya jiyanê, bi qasî ku kelecanê, tehm û xweşiyekê dide avakirin, di heman demê de tirs û xofekê jî dixe nav dil û bedena mirov. Dema ku em behsa jiyanê dikin dibe ku yekser jiyana mirovan were hişê mirov. Lê belê di bingeha xwe de jiyan, hebûna gerdûnekê bi xwe ye. Tişta ku dixwazim li ser rawestim ji jiyana mirovan û ya bi hev re ya ku civakê ava dike ye.
Di warê têkilî de mirov û di warê giştî de jî civak xwedî taybetiyên girîng ên gerdûnê bi xwe ye. Gerdûn bi xwe yek e û di heman demê de hebûneke ji pirî û avabûneke giştî ye. Ev ji bo mirov û civakê jî derbasdar e. Lewre mirov bi xwe jî proto-gerdûn e û ew mirovê proto-gerdûn ku tê cem hev û du civakekê ava dike. Di vir de pirsa, “gelo hebûna gerdûnên din jî pêkan e?” tê hişê mirov. Ya rast li gel xebatên lêkolînerên zanistan û şîroveyên feylesûfan dikarim bêjim ku mirov dikare bi ramanekî azad bifikire û bighêje encamekê kûrahiha wateya jiyanê û sînorê ramanê azad ku xwe bigihîne wateya jiyanê.
Jiyan bixwe ji pergeleke jiyanî ya giştî pêk tê. Ji jiyana kes bigire heta ya civakekê, ji jiyan hemû zindîwaran bigire heta ya xwezayê, ji ya xwezayaya cîhanî bigir e heta ya stêrk, gerestêrk û bi giştî ya gerdûnê di nav hevsengiyeke pergalî de pêş dikeve. Naxwazim bikevin nav hûrgiliyan, lê belê dema ku mirov li ser hûr dibe dibîne ku ev jiyan bê çiqasî bi wate ye û heqîqeteke bêhempa di nava xwe de veduxwîn e. Lê mixabin em nagihêjin wê heqîqetê.
Ji ber ku mirov ewqas ji rastiya xwe, ji hebûn û jiyana xwe bêhaydar in, bi hêsanî dikarin jiyanekê tune bikin an jî bêwate bijîn. Heke em li ser jiyana me ya civakî rawestin dê bi zelalî bê dîtin ku pergala jiyanê ji holê tê rakirin. Heke qergala jiyana bi hev re ya civakî ji holê rabe dê dawî li civak û nirxên mirovî were. Nebûna nirxên civakî, mirov û civak bêwate dibin. Em dibînin ku di xweza û gerdûnê de ji derveyî mirovan cureyekî din ê zindîwaran ku ji bo hevdu tune bikin tune ye. Her zindîwarên di xwezayê de bi têkiliyeke simiyotîk dijîn. Lê mixabin ji ber ramanêm bîrdozîk ê mirova û ew hestên têrnebûyî rê li ber tunekirina jiyanê tîne.
Di serdemeke wiha ya zanist û zanînê de em mirov li şûna ku jiyanek bi nirx, têr û tije bijîn, ji bo tunekirinê çi ji destên me tê em dikin. Qaşo ji bo berjewendiyên xwe em vê yekê dikin. Lê di bingeha xwe de em tunebûnekê pêş dixin û haya me jî ji me çênabe. Em ne dizanin bijîn û ne jî zanin bidin jiyîn. Bê guman ronakbîr, rewşenbîr, rêber û pêşengên zana rê û rêbaza jiyana rast a bi hev re nîşan didin. Lê mixabin kesayetên berjewendîparêz rêya jiyana azad û biwate digirin. Ya pêwîst divê em xwe binasin, hebûna xwe û sedema jiyana xwe bizanibin ku bi wate û aştiyane bijîn.






