Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mihemed Beko; jiyana tijî têkoşîn

27/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Mihemed Beko; jiyana tijî têkoşîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Nivîskar û welatprêzê Kurd Mihemed Nûrî Beko 34 sal ji temenê xwe di nav xizmeta gelê xwe de derbas kiriye û tevî temenê wî yê mezin jî hîn ew bi riya pênûsa xwe hemû hestên xwe tîne ziman.

Kurtejiyana wî

Nivîskar û welatparêzê Kurd Mihemed Nûrî Beko di sala 1943’an de li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê ji dayîk bûye û  jiyana xwe li wir derbas kiriye. Lê piştî dagirkeriya Tirk Efrîn dagir kir, wekî tevahî gelê Efrîn  ew tevlî malbata xwe koçberî Şehbayê bûn. Piştî ku çeteyan dewleta Tirk êrişî Şehba kirin, ew tevî malbata xwe neçar man ku careke din dev ji hertiştî berdin û berê xwe bidin cihên ewle. Niha jî ew li bajarê Dêrikê bicih dibe.

Mihemed Beko gelek kar û xebatên siyasî di jiyana xwe de daye meşandin û tevlî partiyên siyasî jî bûye. Ji ber van xebatan ew gelek caran rastî işkence û gitinê hatiye ji hêla hikumeta Baas ve, lê dîsa jî wî xebatên xwe berdewam dikirin. Di sala 1984’an de dema ku wî di Partiya Komînîst a Sofyetê de kar dikir têkoşera Kurd Sakîne Cansiz serlêdana mala cîranê wan kir, wî ew dît bi axaftin û rewşa wê bandor bû, wî çend pirs jê kirin li ser rewşa siyasî û rewşa cîhanê. Piştî wê êdî wî dev ji partiya Komînîst berda û di sala 1985’an de berê xwe da Partiya Karkerên Kurdistanê û dest bi kar û xebatên rêxistinê di nava civakê de kirt. Piştî 22 salan kar û xebat,  bi avabûna Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ew tevlî bû û 12 salan kar û xebat di wir de jî daye meşandin.

Piştî naskirina wî ji tevgera azadiyê re, wî dest bi karê nivîsê kir û bi dehat nivîs, gotar û helbest nivîsandin. Di heman demê de wî hin nivîs bi awayê şîretan nivîsandin, her wiha wî hin pitûkên dîrokî jî nivîsandine.

Koçberî bû sedema windabûna berheman

Mixabin gelek nivîsên wî li ber çapê bûn û ji ber rewşa koçberiyê derfet nebû ku wan komî ser hev bike lewma her tişt li şûn xwe hişt û hat. Tenê berhemekî wî hatiye çapkirin bi zimanê Kurdî ye bi navê Evîna Welat û çapa wê ya erebî jî hebû lê li Şehba ma. Herwiha tevî temenê wî yê mezin û rewşa wî ya tenduristî a nebaş jî, heya roja îro wî dest ji pênûs û lênûsa xwe bernedaye û nivîsên xwe berdewam dike û hilbestan dinvîse.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.