Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kiryarên dijmirovî li Efrînê hîn berdewam dikin

27/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kiryarên dijmirovî li Efrînê hîn berdewam dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Li Efrînê piştî hatina hikumeta veguhêz a Şamê jî hîn kiryarên dijmirovî berdewm dikin û gelek malbatên çeteyên ku li Efrînê bi cih bûne dernakevin û ger ku derdikevin jî pereyan ji xwediyê malan dixwazin, malê tev talan û wêran dikin û piştre derdikevin.

Di bin serweriya komên çete û dagirkeriya Tirkiyê de, li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî tu kiryarên dijmirovî û qirkirina nasnameya gel û ya herêmê nema û nekirin. Ev siyaset di encama siyaseta dagirkeriya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de hate kirin ku bi êriş û hedefgirtinên xwe dixwest herêmê dagir bike. Di encama van êriş û pilanên dagirkeriyê yên navdewletî ku em dikarin bi komploya hêzên navdeweletî li ser Rojava bi nav bikin de Efrîn 2018’an Serêkaniyê û Girê Sipî jî di 2019’an de hatin dagirkirin. Bi taybet rewşa Efrînê ji herêmên din cudatir bû, Efrîn bi nêzbûyîna xwe ji sînorên Tirkiyê û durbûna wê ji herêmên Rêveberiya Xweser re her wiha cihê xwe yê stratejîk di aliyê zengînbûna ser erd û bin erd de, siyaseteke taybet li Efrînê hate meşandin.

Pêşxistina sîxurtiyê û çetetiyê di nava ciwanên Kurd li Efrînê

Di heyva Tebaxê de hat dîtin ku siyaseteke nû li ser herêma Efrîn û bi taybet li ser ciwanan tê meşandin. Komên çete di Efrînê de dixwazin ciwanên kurd di bin nave ewlehiya giştî tevlî nava tûra sîxurtî û çetetiyê bikin. Li gorî hin agahiyên ku ji hin çavkaniyan hatine bi dest xistin amedekarî hene ku navendên tevlîbûnê li navenda Efrîn û navçeya Cindirêsê werin vekirin. Ji bona vê yekê jî ji neha ve propagandeya wê dikin û dibêjin pêwîste ku ciwanên Kurd li Efrînê tevlî hêzên leşkerî bibin û parastina herêmên xwe bikin. Lê di rastiyê de em baş dizanin ku niyeta komêm çete di Efrînê de ew e ku ciwanên Efrînê bikşînin nava xwe û wan li gor hişmendiya xwe perwede bikin û di karê sîxurtiyê û çetetiyê de bi kar bînin û wan di dema pêş de hember hêzên QSD’ê bidin şer kirin û kurdan bi destê kurdan bidin kuştin.

Girêdayî vê yekê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê di lêkolîneke xwe de ev ragihand:

HTŞ’ê ciwanên Kurd yên li Qamişlo ji Îdlibê ber bi Efrînê ve rêdike, di bin navê hêzên “Parastina Herêmî” bi piştgiriya MÎT’ê dixwazin Tabûrên leşkerî ji kurdan ava bike. Tabûrên Kurd yê berî niha li Efrîn’ê bi alîkariya MÎT’ê di bin navê hêzên “Parastina Herêmî” de hatîn avakirin, MÎT dixwaze vê tabûrê mezin bike. Li gorî vê yekê û bi tevlîkirina ciwanên ji Qamişlo yên ku li Îdlib’ê tevlî refên HTŞ’ê bûne re dixwaze tabûrên nû ava bike.

Wek lêkolîn.org agahiyên ku me bi destxistî, komek ciwanên Kurd ji Qamişlo û yên girêdayî Mesut Betal, li İdlibê tevlî refên HTŞ’ê dibin, ji wir jî tên rêkirina ji bona Efrînê. Plan dikin ku ev kom, ji bo tevlî hêzên “Parastina Herêmî” yê li Efrînê bibin firsendek ava bikin. Bi vê awayî di pêvajoyên pêş de wê bingeha tevlîbûna ciwanên li Efrînê ji bo vê pêkanîna vê planê bê amadekirin.

Koordînasyona HTŞ û ENKS

Ev çalakî, bi rêvebirina MÎT’ê wê bibe perçeya planek berfirehtir ya bi koordînasyona HTŞ û ENKS’ê re tê birêvebirin, bi vê re girêdayî Mesud Betal ku wek kesê berpirs yê di nav HTŞ’ê de ye di destpêka pêvajoyê de cihê xwe digre. Ebu Ducane El-Kurdî (Şadi Mişo) û alîkarê wî Azad Mîr’î El-Şabu ku berê di komên wek DAIŞ û El-Hemzet de çalakbûn, alîkarîya Mesud Betal dikin. Berê Mesûd Betal di nav HTŞ’ê de mîna berpirsekî tevdigeriya û bi eslê wî Kurd e, bi Ebû Ducane El-Kurdî re li ser esasê fermanên MÎT’ê, ji bo li Efrînê taburek Kurd ava bikin dest bi amadekariyan kiribûn. Van çalakiyên xwe jî bi alîkariya MÎT’ê li ser armanca mezinkirina tabûrê û ciwanên Kurd ji bona pêkanîna vê yekê bikartanîn.

Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriya bîlancoya kiryarên komên çeta ya 7 mehan wiha ragihandin.

Kuştin: 14 kes hatine kuştin.

Revandin û Girtin: 158 kes hatine girtin û çarenûsa hin ji wan jî heya niha ne diyar e di nav de jin û kesên temen mezin jî hene.

Êriş û lêdan: 24 kes rastî lêdan û îşkenceyê hatine.

Şewitandin, birîn û ji kokê rakirina daristanan: Di çarçoveya şewitandina daristanan de, operasyonên şewitandinê di çarçoveya wêrankirina jîngehê de, mîna salên berê, dest pê kirin. Çar deverên daristanan hatin şewitandin, û hin ji wan di demên berê de jî rastî birîna neqanûnî ya daran hatin ku rûberên mezin ên bi qasî bi dehan hektaran vedihewîne, ew jî ji bo birrîna darên agir û çêkirina komirê ji bo firotina li bazaran. Di vê derbarê de komên çeteyan li tevahî navçeyên Efrînê bi armanca bazirganiyê bi daran bi hezaran darên zeytûn, fêkî û daristanan qutkitin û ji kokê ve rakirin.

Dizî û talan ji destê bermahiyên komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan û niştecihên wan di bin navê nenas de berdewam dike. Ji ber nebûna edalet û hesabpirsînê, diz û sûcdar li ber çavên rayedarên dagirker ên Tirk û yên herêmî bi rengekî serbest digerin. Her wiha ji aliyê niştecihên ku ji Efrînê derdikevin û ber bi herêmên xwe ve diçin, malên Efrîniyên resen yên ku tê de diman, hemû tiştê wê didizin, talan dikin û peyre diçin. Ew bêyî ku werin desteserkirin û hesabpirsîn ji nuqteyên kontrolê yên Ewlekariya Giştî û fraksiyonan re derbas dibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.