Farûk Sakik
Serokwezirê Almanya, Willy Brandt di sala 1970’an de li ber Bîrdariya Gettoya Varşovayê, ya ji bo cihûyên di şerê cîhanê yê duyem de hatibûn qetil kirin, hatibû çêkirin, çok da û lêborîna xwe xwest. Ev helwesta wî wekî sembola rûbirûbûna ji dil û daxwazek ji bo bexşandinê hat pênasekirin.
Li Tirkiyê, piştî ku serdema aştî û civaka demokratik hat destpêkirin, li Meclisê komisyonek hat avakirin û dest bi guhdarkirina mexdûr û aliyên şer kirin. Di vê hefta derbasbûyî de mêvanê wan ‘dayikên aştiyê’ bûn. Dema dayikek xwest bi Kurdî biaxive serokê komisyonê Nûman Kûrtûlmûş midaxle kir û got ‘heger tu wisa biaxivî ev yek wê bandorek nebaş li ser pêvajoyê bike’. Her wek di dema Esat Oktay de li ser dîwarên zindana Amedê nivîsî bûn, “bi Tirkî biaxive pirr biaxive” bibîra mirovan dixist. Her çiqas Meral Daniş Beştaş û Sezgîn Tanrikulu gotibûn em dikarin werger bikin jî, Nûman Kûrtûlmûş ev yek jî qebûl nekiribû.
Em nabêjin serokê komisyona Meclisê Nûman Kurtulmuş, wek Willy Brandt li ber dayikan, çok daniya. Bendewariyek me bi vî awayî tunebû. Lê ew dayikên ku ew roj mêvanên komisyonê bûn, diviya piçek nasbikira. Empatî bikira. Heger ber bi aştiyek an jî lihevkirinek biçî, divê bi du dermankirina wan êş û birinan bikevî. Wan birînan ji nû de xwunî nekî.
Numan Kûrtûlmûş diviya bizaniba ew dayikên wendahiyanin. Bizanibiya ku wan dayikan dema ku zarokên wan hatin revandin û wendakirin, bi salan boyaxa xaniyên xwe nû nekirin. Mala xwe barnekirin. Gotin rojek ku zarokên me vegerin, me li vî avahiyê bibînin.
Hin ji wan dayikan zarokên xwe di şerde wendakirin û cenazeyê wan nedîtin. Lê mezerek temsilî çêkirin û çûn li ser vê gorî gîriyan û dûa kirin. Li ber çavên zarokên wan, esker û polîsan bi rûmeta wan leîstin. Zarok li benda mezinbûnê nesekinîn û bi du rizgarkirina rûmeta dayika xwe ketin.
Numan Kurtulmûş jibîr kiribû li wê salonê, ev komisyon û ev dayik çima rûniştibûn. Ji bîrkirin ku zarokên wan dayikan, ji bo dayika wan azad zimanê xwe bijîn-biaxivin, şehîd ketibûn.
Mîsyonek vê komisyonê, li wê salonê ji bo qedexeya li ser zimanê Kurdî were rakirin lihev civiyabûn. Heger di destpêkê de ev komisyon helwestek weha nişan bide wê nebe bersiva hêviyên aştiyê. Rêber Apo di hevdîtinên herî dawî de bal dikişîne ser têkoşîna zimanê Kurdî. Bi taybet ji bo bibe zimanê perwerdehiyê têkoşînek bê navber daye pêş Kurdan. Ev dayik hinek jî bi vê hesasiyetê derbasî Komisyona Meclisa Tirkiyê bûbûn. Ev komisyon piştî muzekereyên Rêber Apo û ‘dewleta norm’ li ser demokratîkbûnê li hev kirin, hat avakirin. Ev Komisyon divê guhdarbike û ji bo çareseriyê kîjan gavên hiqûqî werin avêtin biryaran bigire.
Erdogan ji eniya ‘dewleta ne norm’ e. Dixwaze ji vê pêngava ku hatî destpêkirin sûd wergire û li gor berjewendiyên xwe tevbigere. Dîsa dixwaze ku vê komisyonê jî li gor siyaseta xwe bikarbîne. Heta dawiya salê ajandayek dane pêş komisyonê. Lê wisa dixwiye ku Erdoganê vê dîrokê dirêj bike. Di hilbijartinên pêş de bikarbîne. Pêvajo aktuele. Bi tenê di komisyonê de raboriya Tirkiyê were guhdarkirin, nabe. Divê nêrînên endamên komisyonê, di derbarê gefên li ser Rojava, êrişên li dijî CHP û şerê koalisyonê yê navxweyî jî hebin. Divê van rûdanên dawî midaxle bike, li ser pêngavê bandor neke, da ku pêngava aştî û civaka demokratik encam bigire.






