Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Yekgirtina pêkhate û eşîran rêya çareseriya kirîza Sûriyê ye’

27/08/2025
in ROJEV
A A
‘Yekgirtina pêkhate û eşîran rêya çareseriya kirîza Sûriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberê TEV-DEM’ê li Amûdê Nasir Deqorî diyar kir ku ji bo derxistina şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de, dewlata Tirk û çeteyên wê bi her awayî planan didin meşandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi her awayî êrîş dikin, ji bo ku aramî û biratiya di nava gel, pêkhate û eşîran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xerab bikin, ji ber vê yekê jî şerê taybet, derûnî û çekdarî dimeşînin. Dewleta Tirk û çeteyên wê, hertim hewil didin ku eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê rabikin. Armanca wan derxistina pirsgirêkan li van herêman e.

Di vê çarçoveyê de rêveberê TEV-DEM’ê li Amûdê Nasir Deqorî ji Rojnameya me re axivî.

‘Xerabkirina biratiyê bi rêya şerê taybet û derûnî’

Nasir destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin bi rêya şerê taybet belavbûnê di nava civakê de çêbikin û wiha pê de çû: “Bi rêya şerê taybet û derûnî dewleta Tirk û çeteyên wê, dixwazin parçebûnê di nava pêkhate û eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbikin. Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê xerabkirina aramî û  biratiya gelan e. Helwesta dewleta Tirk a dagirker reşkirina Rêveberiya Xweser û QSD’ê di nava pêkhate û eşîran de ye. Çeteyên dewleta Tirk bi rêya medya dijîtal dixwazin parçebûnê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbikin, ji bo ku tevilhevî û pirsgirêkan di nava herêman de derbixin ji bo lîstokên xwe yên qirêj di nava civakê de bimeşînin.”

‘Hevgirtina gelên Sûriyê çareseriye’

Deqorî da zanîn ku yekbûna pêkhateyan û eşîran çareseriya kirîza Sûriyê ye û wiha domand: “Li hemberî parçekirina Sûriyê, hevgirtina gel, pêkhate, eşîre û qebîleyan pêwîst e. Yekbûna gelên Sûriyê rêya çareseriya tevahî pirsgirêkan e. Kombûna tevahî pêkhateyan û eşîrên Sûriyê lidarxistina civîn û raghandina helwestan û diyarkirina yakbûnê, çareserî ye. Herwiha di 8’ Tebaxê de li bajarê Hesekê konferansa yekhelwesta pêkhateyên Sûriyê hat lidarxistin, ev konferans gavek baş bû, tevahî pêkhateyên Sûriyê û rûsipên eşîran amadebûn û helwesta xwe ya yekbûna Sûriyê nîşan dan. Sûriyê bi parçebûn, rijandian xwînê û navenîbûnê çareser nabe, yakgirtina gelan, yakhelwest û nenavendibûn çareseriye.”

‘Berjewendiya Sûriyê parastina pêkhateyan ne’

Rêveberê TEV-DEM’ê li Amûdê Nasir Deqorî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo pêşerojeke baş ji Sûriyê re, divê kar, xebat û danûstendin ji bo rewşa Sûriyê were kirin, da ku parastin mafê hemû pêkhate û êşîran were kirin. Ji berjewendiya Sûriyê ye ku parstina pêkhateyan û eşîran bike ye. Herwih girînge ku her demekê konfernas li ser asta Sûriyê bê lidarxistin ku tevahî gel, pêkhate û eşîrên Sûriyê cihê xwe tê de bigirin. Ya herî girîng ku Rêveberiya Xweser cihê xwe di serkêşiyê de bigire. Herwiha rewşa xizmetguzarî û aborî bêne çareserkirin û derfetek jiyanê ji gelên Sûriyê re were peydakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.