Hêvî Keleş/ Qamişlo
Aktîvîsta TJA’yê Hûlya Alokmen Uyanik tekez kir ku di salên dawî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kuştina jinan her diçe zêde dibe û got, “Ev rewş nîşan dide ku mafê jiyanê û ewlehiya jinan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di bin xeteriyê de ye.
Kuştin û qetilkirina jinan ku di van salên dawî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye û gelek deverên cîhanê zêde bûye, weke pirsgirêkeke civakî derdikeve holê. Ev kiryarên hovane ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de zîhniyeteke civakî û Polîtîke. Tundiyên li ser jinan û kuştina jinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pirsgirêkeke berdewam e.
Li gorî çavkaniya JinNewsê ya meha Tîrmehê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 28 jin û 3 zarok hatine kuştin. 25 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hate destnîşankirin ku li bajarên mîna Stenbol, Amed û Mêrsînê êriş zêde bûne, tundiya li dijî jinan bi rengekî rêxistinkirî û sîstematîk didome. Girêdayê vê mijarê Aktîvîstê TJA Hûlya Alokmen Uyanik ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji ber pergala mêrzayendî ku li ser jinê hatiye meşandin kuştina jinan zêde bûye’
Aktîvîstê TJA Hûlya Alokmen Uyanik anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kuştina jinan berdewam dike û wiha got: “ji ber pergala mêrzayendî ku li ser jinê hatiye meşandin kuştina jinan zêde bûye, ji ber ku jin li hemberî vê pergala mêrzayendiyê derket û têkoşiya, ji xwe re jiyanek bi rûmet xwest bû sedema ku li hemberî aloziyin wisa derkevin. Dema ku serî hildan û xwe birêxistin kir tundiya li ser zêdetir dibe, ji ber piraniya jinên ku tên kuştin jinên ku xwestin zewaca xwe biqedînin ji aliyê mêrên xwe têne kuştin ji ber wan dixwest ku jiyaneke din bijîn lê ew bi kuştinê rû bi rû dimînin.
Zîhniyeta baviksalarî îdeolojiyeke ku mêr bi hêz dide nîşandan
Hûlya:Zihniyeta baviksalarî îdeolojîyek e ku dibêje mêr ji jinan bihêztir e. Û wiha got” ew îdeolojî bikaranîna şîdetê ya mêr li ser jinan rawa dike, dihêle ku jin bê parastin bimîne. Li Bakurê Kurdistanê ev tundiya li hemberî jinê her ku diçe zêde dibe û tu kes nikare bisekinîne, tacîz û tecawûz di rêjeyek mezin de ye, dewlet bi xwe hişmendiya wan a mêrzayendiyê ye û ji bo parastina jinê jî tu tiştan nake. Hertim dewlet dibêje ku jin û mêr ne weke hevin hişmendiya wan wisa ye. Xwekuştina jinê jî zêde bûye ew jî bi sedema mêre, ji ber ew dixwaze ku ji wê jiyana ku hatiye zordarkirin xwe jê qut bike, lê pirî caran dema ku jin tê kuştin jî li ser destê malbata xwe yan jî mêr dibêjin ku wê xwe kuştiye.”
‘Divê ku civak bi temamî hişmendiya mêrzayendiyê ji kokê ve bugherîne’
Hûlya Alokmen Uyanik bal kişand li ser pêwîstkirina guhertina zihiniyeta mêrzayendiyê di nava civakê de û got: “Dewlet ji bo kujerên jinan cezayên giran nastînin, bi şeklekî têne berdan. Mêr dizane ku ew çiqasî tundiyê li hemberî jinê bike ew ji aliyê dewletê ve cezayên giran naxwe û wê dewlet xwedî li wan derkeve, ji ber ku mêr dizane ku dewlet zayendpereste. Ev mijiar bi giştî bi cezaya mêran nayê çareserkirin, lêbelê divê ku civak bi temamî hişmendiya mêrzayendiyê ji kokê ve bugherîne.
Divê hişmendiya tundiya li ser jinê di civakê de bê zêdekirin. Divê li ser vê mijarê xebatên perwerde û agahdarkirinê bên kirin û bê gotin ku şîdet tevgereke ku nayê qebûlkirin e. Li Amede bûyerek çêbû ku du jin di navbera 40 rojan de hatin qetilkirin û kujerê wan hevalên hev bûn ev jî diyar dike ku di nava civakê de çîneke hatiye avakirin ku êdî kuştina jinê mêr ji xwe re maf û heq dibîne û di nava civakê de belav bûye. Dema ku mêr dibîne ku jin dixwaze ku azad bijî û bixwazin ku jiyana xwe bugherînin mêr dîrek wan dikuje û gelek caran dibêjin ku jinê xwekuştiye.”
‘Ji bo kêmkirina kuştina jinan divê dewlet tedbîrên bi bandortir bigire’
Aktîvîstê TJA Hûlya Alokmen Uyanik axaftina xwe wiha qedand û got: “Çareserî ji bo ku kuştina jinan kêm bibe xwebirêxistinbûne, ku jin têbikoşe ji bo jiyaneke azad û li hemberî hişmendiya mêrzayendiyê derkeve û xwe biparêze ji vê hişmendiyê. Aliyê din jî weke tevgera jinê azad em dikarin di nav civakê de û di nav jinan de divê em birêxistina Komûnbûn di her hêlê jiyanê de em bi cih bînin, tenê rêxistina jin û guhertina zihniyeta jinan ne bese, lê divê nerîn û zihniyeta mêran jî bê guhertin. Pêwîste paradîgmeya azadiya jinê û mijara wekheviya jin û mêr di nava civakê de bi gelemperî berfireh bibe, ev jî dem jê re pêwîst dike ji ber ev zihiniyet ji salên dûr û dirêje ji bo wê jî zehmetî hene ku ev hişmendî bê guhertin. Perwerde jî dihêle ku jin hişmendiya xwe zêde bike û mafên xwe biparêze. Jinên ku nikaribin bi têrkerî ji derfetên perwerdehiyê sûd werbigirin, dibe ku haya wan ji şîdeta ku rastî wan tê nebe an jî nizanibin li dijî vê şîdetê çawa têbikoşin. Û ji bo kêmkirina kuştina jinan divê dewlet tedbîrên bi bandortir bigire û qanûnên pêşîlêgirtinê derxe.”






