Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Desthilatdar bi Şerê Taybet dixwazin hêza jin bişkînin’

27/08/2025
in JIN
A A
‘Desthilatdar bi Şerê Taybet dixwazin hêza jin bişkînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rojnamevan Emel Mihemed diyar kir ku zihniyeta desthilatar ji bo îradeya jinan bişkîne rêbazên Şerê Taybet dide meşandin û got, “Ji ber ku hêz û têkoşîna jinan li pêşiya zihniyeta desthilatar dibe asteng, Şerê Taybet li ser wê tê meşandin.”

Bi saya ramanê Rêber Apo, Şoreşa Rojava û Tevgerê Azadiyê, jinê azadî û helwesta xwe piştî bi hezarên salan ji tundî, destdirêjî û desthilatdariya ku li ser dihate meşandin, bi dest xist. Ev azadî ne tenê ji bo jinê Kurd bû, lê belê ji bo tevahî jinên cîhanê bû, bi taybet jinên Ereb ji ber ku di nava civaka Ereb de tundî û desthilatdarî li ser jinê zêde ye. Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê û jin bixwe pêşengtiya şoreşê dike. Piştî ku jinê di nava Tevgera Azadiyê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê de hebûn, xwebûn û mafên xwe nas kirin, serî li hemberî koletiyê rakirin. Êdî zihniyeta desthilatdar bi rêbazên cuda êrişî jinê dike, ji wan rêbazan jî “Şerê taybet e” da ku îrade û têkoşîna jinan bi vê yekê bişkînin.

Di derbarê êrişên ku bi rêya medyaya dîjîtal li dijî jinê tê kirin, rojnemevan Emel Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji bo mêr azadiya jinê pirsirêk e’

Emel Mihemed diyar kir ku zihniyeta desthilatdar dixwaze bi rêya medyaya dîjîtal îradeya jinan têk bibe û wiha got: “Zilamên zayendperest azadiya jinê qebûl nakin. Azadiya jinê piştî 5 hezar sal ji tundî û koledariyê, ji bo mêr pirsirêk e. Herwiha ev zêdeyî 50’î salan Rêber Apo û Tevdera azadiyê ji bo “Azadiya Jinê” têdikoşin. Êdî jinê helwest, azadî û xwebûna xwe parast û diparêze. Di heman demê de jin bûn pêşeng ji şoreşê re û sembol ji hêz û têkoşînê re. Jina kurd ji bo tevahî jinên cîhanê bûn nîşaneya azadî û aştiyê. Hemû jin ji jina Kurd bandor bûn û wan jî daxwaza azadiyê kirin. Di nava hin malbatên civaka Ereb de nêrîn û azdiya jinê bi yek car nedihat qebûkirin, lê bi berxwedana jina Kurd re ev rewş hat guhertin, ji ber jina Kurd jinên Ereb jî dane guhertin û wan hêdî hêdî ber bi rêya azadiyê ve birin, mînaka wê jî ew e ku îro jina Ereb cihê xwe di nava gelek kar û xebatan de digre. Lê zilamên ku bi zihniyeta desthilatdarî, serwerî û kapîtalîzmê tev digerin, azadiya jinê qebûl neke. Lewma bi rêya şerê taybet û rêbazê medyaya dîjîtal êrişî jinan dikin, da ku jinan bixin bin tirsê de û ji wan xebatê dûr bixin. Lê jin tu carî rêya têkoşîn û berxwedaniyê bernade.”

‘Dixwazin bi şerê taybet dengê jinê tune bikin û civak li dijî hev rabin’

Emel Mihemed eşkere kir ku êrişên bi rêya şerê tayabet zêde bûne û wiha domand: “Li tevahî welatan û bi taybet li herêma me Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandora şerê taybet zêde bûye, bitaybetî jî jin û ciwanan dikin armanc. Zihniyeta desthilatdar gelek rêbaz bikar anîn, da ku îradeya jinê têk bibe lê nikarîbû, lewma berê xwe daye rêbazên şerê taybet. Li kêlek vê yekê dewleta Tirk û çeteyên wê jî bi hemû rêbazan êriş dikin ji bo ku ne tenê îradeya jinê bikşîne, lê ya vî gelî jî. Herwiha dawaz ew e ku azadiya jinê sînordar bikin. Di demên dawî de jî êrişên medyay dîjîtal li dijî jinê zêde bûne, bi taybet li ser jinên Ereb. Piştî ewqas sal ji şoreşê hin jinên Ereb xwe ji koletiyê rizgar kirin û bûn xwedî deng, lewma ew dixwazin dengê jinê tune bikin, hem civakên li vir li dijî hev rabin û şerê navxweyî di nava gelan de ava bikin. Lê jin wê hertim ji bo derxistina dengê rastiyê têkoşîn û berxwedaniyê bike.”

‘Di nava civakê de mijareke hesas û exlaqî tê destgirtin’

Rojnemevan Emel Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Di vê demê de pêşketin di zanistê de çê bûye, lê ev pêşketin bi rêbazekî şaş û qirêj tê bikaranîn. Bi rêya medyay dijîtîl jinan dixapînin û ditirsînin. Di nava civakê de ev mijarek hesase û exlaqî ye. Bi vê yekê gelek jin rastî kuştinê di bin navê şerefê de tên. Ev rêbaz zêde di nava civaka Ereb de hatiye belavkirin û civala Ereb di van bûyeran de gelek şidetin, ji ber wê jin dibin qurbanê zihniyeta zilamê zayendperest û qirker.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.