Amara Baran
Em hertim vê pirsê dikin gelo wê pêvajayo aşitî û civaka demokratîk ser bikeve an na? Ger ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk serbikeve wê gelek serkeftinên ku bikevin xizmeta xuşk, biratiya gelan, Edalet û wekheviyê, bixwere bîne. Bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re gelek gavên girîng ji aliyê tevgera azadiyê ve hatin avêtin, bi Pêşengtiya Hevseroka KCK’ê Besê Hozat koma Aşitî û Civaka Demokratk ku ji 29 Şervanan pêk dihat ji bo serkeftina pêvajoya “Aşitî û Civaka Demokratîk” çekên xwe bê ku radest bikin îmha kirin. Pêvajo tenê bi diyalogê nameşe, pêwîste ku li kêleka wê têkoşîn û israreke xort jî hebe. Her çiqasî ji aliyê Dewlet Bahçelî ve destê aşitiyê hatibe dirêjkirin jî, li kêleka wê ji bo ku pêvajoyê berovajş bikin bi zimanekî qirêj û tûj gefan li hemberî Rêveberiya Xweser dixwen. Faktora bingehîn ya ku wate dide pêvajoyê dîtina çareseriyê ye, îro tê dîtin ku ji aliyê gelê kurd û dostên Rêber Apo ve xebateke serkeftî tê meşandin, lê belê dema ku em berê xwe didin Rojavayê kurdistanê Dewleta Tirk a dagirker bi çavsorî û bi zimanekê qirêj di nav hewildanên êrîşan de ye. Herwiha gelek alîgirên dewletê jî bi heman hişmendiyê tevdigerin. Bahçelî di nirxandinên xwe de behsa xuşk û biratiya gelan dike, li aliyêdin jî bi armanca ku di nav pêkhateyan de parçebûn û alûziyê derxînin têdikoşin.
Piştê ku koma Aşitî û Civaka Demokratîk bi rengekî sembolîk çekên xwe îmha kirin, ji gelek aliyan ve zext li ser QSD’ê jî tê kirin ku ew jî çêkên xwe deynin û tevlî artêşa Sûriyê bibin. heta niha jî metirsiyên Çeteyên DAIŞ’ê li ser herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heye, rojane Dewleta tirk bazaran li ser heremê dike, lê bê ku ev keterî were dîtin û bi kurt û kurmancî daxwaz ji QSD’ê dikin ku xwe teslîm bikin. Wê çekdayîna QSD’ê parastina nirxên ku bi keda şehîdan hatiye afirandin û destkeftiyên gel bike, na? Armanca wan ew e, ku bi çekdayîna QSD’ê re xeyalên xwe yên osmaniya nû pêk bînin. Aştî ne tenê bêdengkirina çeka ye, aştî hêvî û daxwazên gelan pêk anîne û bi awayek azad û wekhev bi hevre jiyankirine.
Piştê ku Rejîma Baas li sûriyê derbe xwar û ji desthilatdariyê ket, bi hatina HTŞ’ê re gelên ku bi salan di bin zilm û zordariya Rejîma Baas de dijiyan hêviya wan ji bona Sûriyeke demokratîk û wekhev hebû. Lê mixabin HTŞ’ê bi hatina xwe re dest bi komkujî û qirkirina li ser gelê Elewî û Dûrziyan kir. HTŞ’e ya ku li gelek welatan bi taybet jî, ji aliyê dewleta Tirk ve ku di lîsteya terorê de cîh digirt, lê bi hatina Colanî ya li ser desthilatdariyê re Hakan Fîdan bi awayekê bêhn çikandî revî Şamê ji bo ku Sûriyê li gor berjewendiyên xwe dizayn bike û hatina Colanî wek serkeftinekê pîrozkir. Gelo di bin pîrozbahiya wî de çi hebû? Serdana Hakan Fîdan ne vala û ji rêzêbû, lê armanc ew bû ku li ser Sûriyê û bi taybet jî li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên xwe pêk bînin bû. Heta niha jî tê dîtin ku gelek bazar û projeyên dewleta Tirk li ser heremê hene ku rojane di daxuyanî û nirxandinên xwe de gefan li Rêveberiya Xweser dixwe. Me careke din dît ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekbûna gel û hatina pêkhateyan li cem hev ji bo dewleta Tirk metirsiyeke pir mezin e. Piştê ku di 8’ê Tebaxê de konferansa yekhelwesta pêkhateyan hat lidarxistin, Hakan Fîdan di heman rojê de mûdaxaleya vê yekê kir û başdarbûna hikumeta veguhêz ya şamê ji civîna parîsê re astengkir. Ev jî pir aşkere dide nîşandan ku helwest û yekîtiya gelan ji bo xwe xeterî dîbînin û xeyalên wan yên avakirina osmaniya nû asteng dikin. Wê yekîtiya gelên Sûriyê Rêjîma faşîst têk bibe.
Ji bo wê jî wek me li jor jî diyar kir banga aşitî û civaka demokratîk ne tenê ji bo Bakurê kurdistanê derbasdare. Di heman demê de pêwîste pêvajoya ku hatiye destpêkirin ji bo tevahiya kurdistanê û heremê derbasdarbe û xuşk û biratiya gelan pêk were û jiyanek azad û wekhev bê qirkirin, komkujî mayînde bibe.






