Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi terzê komînalbûnê xwebirêvebirina civakê pêş dikeve

26/08/2025
in NÛÇE
A A
Bi terzê komînalbûnê xwebirêvebirina civakê pêş dikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Xwegihandina civakê ji bo xwebirêvebirina xwe gelekî girîng û pêwîst e, civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derfeta vê yekê ji bû wan di şoreşê de hat avakirin ku di nava Rêveberiyeke Xweser de xwerêvebirina civakî pêş bixin an ku civak xwe bi  awayekî komînal birêve bibe.

Girîngiya civakê ji bo mirov

Ji bo mirovan civakbûyîn nebe, nabe. Lewra tu mirov bi tena xwe nikare bijî, tenê bi malbata xwe jî dê demek şûnde tune bibe, sînordariya qebîle û eşîriyê jî dê gelekî kêm were. Lê bi civîna mirovan a ser hev, bi heman zimanî axivîn û ji bo jiyanê hilberîna hevpar, dan û stendinên hevpar, pêşxistin madî û manewî ya hevpar, pêşxistina parastina hevpar, siyaset û polîtîkaya hevpar dê rê li ber yekitî û domdariya jiyaneke bi rûmet vebike. Dema di civakê de yekitîyek hebe jî dê bi hêsanî bikaribe jiyaneke bi rûmet û temendirêj bijî. Dê bikaribe bi rêxistinbûyîna xwe, bi pêşxistina siyaset û polîtîkayên xwe, xwe ji hemû êrişên tunebûnê biparêz e.

Tunebûna civakê tê wateya tunebûna mirovahiyê

Parastina civakekê bi parastina nirxên wê yên civakbûyînê pêkan e. Heke nirxên hevpar ên civakbûyînê ava dike neye parastin, dê civakbûyîn jî li holê nemîn e. Tunebûna civakê tê wateya tunebûna mirovahiyê. Ev ji bo her dem û serdema dîrokê derbasdar e. Mirovan bi civakbûyînê hebûna xwe domandiye û heta roja meya îro hatiye. Lewma jî divê bi mirov re hişmendiya parastina nirxên civakî zêde hebe. Heke ew hişmendî nebe dê civakbûyîn û mirovbûyîn jî li holê nemîn e.

Mirov bi civakê xwe li ser piyan dihêle

Di nava şart û mercên zehmet de mirov bi civaka xwe dikarî xwe li ser piyan bihişta. Pîvanê civakbûyînê jî ger ku nebûya, wê tiştekî ku civak li gel hevdu bihişta wê nebûya. Ji ber ku civakbûyîn bi xwe pîvana têkîliya kesayet bi civakê re û ya civak bi kesayet re ye, ev yek jî li ser têgihiştina jiyaneke hevpar pêk tê. Ya ku ev pîvan bi mirov û civakê da qezenckirin jî çanda jin ya xwedawendîtiyê bû. Gelek bermahiyên ku di roja me ya îro de ketine dest, vê rastiyê îsbat dikin.

Xwebirêvebirina civakê ji aliyê ferdên civakê bi xwe bû

Mirovan bi hêsanî civakbûyîn ava nekirine. Dem û dîrokeke dirêj, mirov wekî hemû zindîwarên din takakesî jiyane. Çi ji ber şert û mercên xwezayî û çi jî ji ber jîndarên din gelek zor û zehmetiyên mezin kêşane. Her kêliya jiyanê bi dîtin, bihîstin, hest û hîsan tecrube kirine. Li gorî tecrubeyan ji bo xwe qada jiyanê ava kirin e. Bêguman ev qonexeke dûr û dirêje ku bi xwe re rê li ber şoreşên mezin vekiriye. Herwihe girîng ew e ku her mirov xwedî hişmendiyek xwenasiyê be. Heke mirov serboriya civak û mirovahiyê nizanibe, bi tevahî fêhm neke û weteyê nedê, dê nirxandina mirov û civakê jî kêm be. Lewra serpêhatiyên salan ên civakan û qonaxên ku tê re derbas bûne, bi hêsanî nebûye.

Ji ber di destpêka derketina mirov li ser rûyê erdê civakbûyîn nebû, mirov bi awayê takekesî jiyan dikir, her dem jî koçber bû, jiyana bi istqrar di wê demê de nebû. Mirov demeke dirêj jiyana takekesî jiyan kir, heya gihişt qonaxa kilanan ku ew bingehê civaka komînal ava kir. Koma kilanan a destpêkê da diyarkirin ku mirov xwedî nirxên civakî ye û bi nebûna civakê ew ê kilan jî ji holê bê rakirin, ji ber dema mirov bi tena serê xwe be, nikare xwe li hemberî şert û mercên demê biparêze. Lê dema kilan hat avakirin rêgezên xwezêdekirin, xwetêrkirin û xweparastin derket pêş. Piştî wê jî bi demeke dirêj a naskirina mirov ji bû xwe û jiyankirina wê di gelek qonxan re, gihşt qonaxa istqrarbûnê. Dema mirov li cihekî bistqrar bû, êdî civakbûyîna rast derket holê, her dem jî ji bo civakbûyînê xwerêxistin û xwebirêvebirin pêwîst dike. Mirovên destpêkê bixwe rêveberiya xwe dikirin. Ev xwebirêvebirin heya dema avabûna desthilatdarî û dewletê dewam dikir. Piştî ku dewlet ava dibe dijberiya rêgezên gerdûnî derdikeve holê. Înkara heqîqetê derdikeve holê. Her tiştên ku li ser rêgezên gerdûnî hatine avakirin hemû tên berovajî kirin. Pirsgirêkên ku di nav civakê de derdikevin ji vê demê şûndetir pirsgirêkên ku bi destê mirovan e.

Civaka Kurd civaka herî zêde rastî êrişan hatiye

Derketina dewletê asta civakbûyînê li cem mirovan kêm kir ku hêzên serdest ji dîrokê heta niha ji bo civakê lewaz bikin, civakbûyînê ji holê rakin, berxwedana civakê bişkînin û tune bikin bi her awayî dixebitin. Dixwazin mîrateya civakê ya çandî û dîrokî tune bikin û rê li ber tarîtiyê vebikin. Lewma jî bi her awayî êriş dikin. Ev rêbaza herî zêde ku kesên serdest bi kar tîne. Civaka kurd, yek ji wan civakan e ku herî zêde dewlet û desthilatan êrişî wê kiriye û hîna jî rastî êrişên dijwar tê. Di heman demê de hemû civakên cîhanê bi rêya desthilatdarî û kapîtalîzma têk çûne. Ji ber dema em li Rojhilata Navîn tevahî dinêrin asta civakbûyînê lê kêm bûye, ew jî bi sedema desthilatdariya ku li ser wê bi salan tê kirin, ev jî bi xwe re kirîzên mezin derxistine holê.

Bi şoreşê re girîngiya civakbûyînê bû bingeh

Lê gelê Kurd bi koka xwe ya civakî re girêdayî ne, ji bo wê her ew li pey nirxên xwe yên civakî ne. Niha em bînin li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ku ew erdnîgariyeke gelek pêkhateyên cuda di nava xwe de dihewîn e, bi gotineke din em dikarin bêjin ew ji gelek civakan pêk tê. Civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di bin zilma desthilatdariyê de jiyane, ev yek heye kêliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê dewam kiriye ku heya wê kêliyê jî rêngê civakbûyînê xwe zêde nedida pêş an jî dihat tunekirin. Lê bi şoreşê re girîngiya civakbûyînê bingeh hate girtin û civakê jinûve rêxistinbûyîna xwe kir. Di heman demê de bingehê ku civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li set tê meşandin ku di nava Rêveberiyeke Xweser de xwerêvebirina civakî pêş bixin an ku civak bixwe xwe birêve bibe bi awayekî komînal, ew jî bi rêya avakirina komînan e. Komîn biçûktirîn şaneyeke civakî û birêxistinkirî ye, li ser bingeha sîstema civaka ekolojîk (civaka xwezayî) bipêşxistina jiyana xwe ya civakbûyînê armanc digire.

Xwebirêvebirina civakê çareseriya yekser a pirsgirêkan e

Êdî gava destpêkê ya xwebirêvebirina civakê ji komînê ve hat destpêkirin û bi avakirina hemû saziyan di hemû qadan de, pêşxistina vê yekê hat kirin. Civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyên bi perwerdekirinê heta astekê xwebirêvebirina xwe dikin, lê di heman demê de şert mercên derdorê ew di vê yekê de kêm hiştine. Ji ber her dem şerê taybet û êrişên dagirkeriyê li ser wan nehatiye rawestandin. Lê asta xwegihandina civakê ji bo xwebirêvebirinê gelekî girîng û pêwîst e, ji ber dema xwebirêvebirina civakê ji aliyê civakê bi xwe be, ew dikare hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin, ji ber her dem dewlet an jî desthilatdar ji bo civakê nake û ne jî xwedî li civakê derdikeve. Lê niha ew derfetên civakî hene ku xwebirêvebirina xwe ji asta ku gihayê mezintir bike. Komînalbûna civakê bi awayê jiyana xwezayî wê vê yekê misoger bike. Lewma hîn zêdetir pêwîst dike civak bi erk û misyonên xwe rabe.

Li ser bingeha komînalbûnê civak xwe birêve dibe

Ruhê civakbûyînê ew e ku civakek têkliyên wê xurt bin û mirov ji hemû reng, bawerî û netwe bikaribin bi hev re rêvebirina xwe bikin û li ser bingehê komînalbûnê awayê xwerêvebirinê pêk were. Nemaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîstema Netweya Demkratîk tê meşandin, hemû sazî, partî, dezgeh, rêxistin û hwd… ne yekreng û ne yek ziman e, ango pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew bixwe xwe bi rê ve dibin, ji komînan heya Rêveberiya Xweser. Li ser hîmê rêveberiya hevbeş hemû pêkhate weke Kurd, Ereb, Suryan û hwd… xwe diparêzin, bi zimanê xwe dixwînin û xwe ji hemû aliyan ve bi rê ve dibin. Di serdema heyî de gelek dewlet bi nave demokrasiyê bang dikin, lê cewherên wan dûrî demokrasiyê ye. Dijminê sîstema Netweya Demokratîk di serî de dewletên navendî mîna Tirkiyê, hikumeta Şamê û hwd… in. Herwiha ji destpêka Şoreşa Rojava û avabûna Rêveberiya Xweser ve rêjîma Baas, Tirkiyê û gelek dewletên din ên herêmî xwestin vê projê têk bibin, lê di serî de rêjîma Baas li hemberî yekîtiya gelan têk çû. Di roja îro de jî hikumeta veguhêz a Şamê bi pêşengtiya dewleta Tirk dixwazin yekbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz bikin, tevliheviyê çêbikin û sîstma Rêveberiya Xweser hilweşînin. Lê dîsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên xwe diparêzin û li ser pêkanîna projeya xwe li tevahiya Sûriyê bi israr in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.