Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tenduristiya Rêber Apo ji tenduristiya bijîşk û civakê ye 

25/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Tenduristiya Rêber Apo ji tenduristiya bijîşk û civakê ye 
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

22’ê Tebaxê de Konferansa Yekîtiyên Bijîşkî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Qamişlo hat lidarxistin, di konferansê de bijîşkan rewşa Rêber Apo ya tenduristî li girava Îmraliyê nirxandin û tekez kirin ku divê ew jî tenduristiya Rêber Apo bişopînin û tedawiyê pêşkêş bikin.

Di 22’ê Tebaxê de di bin dirûşma “Tenduristî bingeha pêşketin û rizgariyê ye” Konferansa Yekîtiyên Bijîşkî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Konferans bi tevlêbûna zêdeyî 150 kes ji nûnerên Yekîtiyên Bijîşkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bijîşk, xebatkarên tenduristiyê, nûnerên saziyên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û rêxistinên jin pêk hatibû.

Azadiya laş û tenduristiya derûnî ya civakê bingehe

Armanca konferansê ew bû ku girîngiya tenduristiyê wekî bingeheke sereke ya pirsgirêkên civakî ye. Di konferansê bandora pevçûn û tundiyê li ser tenduristiyê, di heman demê de bal hat kişandin li ser rewşa tenduristiya Rêber Apo û mafên wî yên mirovî û tenduristî. Hem jî armanca konferansê avakirina nêrîneke hevpar derbarê girêdana di navbera tenduristî û rizgariyê de bû. Ji ber girîngîdayîna tenduristiya giştî û derûnî bingeha pêşxistina civakan û rizgariya wan e.

Rêber Apo ramanên bi nirx ên çareserkirina aloziyan pêşkêş kiriye

Konferans ji aliyê hevseroka Yekîtiya Dermanxaneyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf, hevserokê Yekîtiya Bijîşkan a Kantona Cizîrê Mistefa Ebdulkerîm û Bijîşk Diyar Reşo ve hatibû birêvebirin. Konferans bi nîqaşên li ser nirxandinên Rêber Apo dest pê kiribû, hem jî çareseriyên ku wî ji aloziyên civakî û siyasî re pêşkêkêş kirine, nirxandibûn. Di konferansê de hatibû eşkerekirin ku tevî Rêber Apo zêdeyî 26 sal in bi fîzîkî girtî ye û tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin, lê ramanên bi nirx ku ji tevahî aloziyan re çareserî ne, pêşkêş kiriye. Ji bo wê rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo û girîngiya misogerkirina mafê wî yê wergirtina lênihêrîna tenduristiyê ya berfireh a birêxistinkirinî girîng e.

Bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dixwazin tedawiyê ji Rêber Apo re pêşkêş bikin

Di Konferansê de bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz kirin ku ew jî di nav de şandeyên navneteweyî yên sebixwe û pispor serdana Îmraliyê bikin, tenduristiya Rêber Apo bişopînin û tedawiyê pêşkêş bikin. Herwiha xwestin rêz li qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û tenduristiya girtiyan werin girtin.

Di heman demê de bandorên dirûnî û civakî yên li ser tenduristiya mirovan bi taybetî li herêmên şer, dîsa jî bandorên ku şer li jîngehê dike hatin nîqaşkirin û Sûriyê wekî mînak hat girtin, hem jî rola jinan û xebata wan a li hemberî van pirsgirêkan hat destgirtin. Ji ber ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneyek pêşegn a rêvebirina guhertinên siyasî û civakî ye.

Encamnameya Konferansê Yekîtiyên Bijîşkan

Di dawiya konferansê de pêşniyar û nîqaşên ku dekretibû, bi encamnameyekê hatibû eşkerekirin. Encamname wiha bû:

– Divê Bijîşkên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nav de şandeyeke navneteweyî ya ji gelek branşan pêk tê, serdana Rêber Apo bike û bêyî astengî an jî şertan tenduristiya wî kontrol bike û tedawiyê pêşkêş bike.

– Divê mafên bingehîn ên Rêber Apo bi taybetî lênerîna bijîşkî werin mîsogerkirin û wekî beşek ji pêkanîna edalet û rûmeta mirovahiyê bi fîzîkî were azadkirin.

– Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya lezgîn.

-Divê piştgiriya banga aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan bi xurtî bê kirin, rê li ber daxuyaniyên nefret û neteweperestî bên girtin. Divê rêgeza pêkvejiyan û edaleta civakî û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan werin pêkanîn.

– Peyamên lezgîn ji rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan, bi taybetî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Konseya Mafên Mirovan û Komîteya Mafên Mirovan, rêxitsinên bijîşkî û hiqûqî yên wekî Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hat kirin ku dawî li binpêkirinên li dijî Rêber Apo bînin û zextê li dewleta Tirk bikin, ji bo başkirina şert û mercên girtinê û dayîna mafê hêviyê.

– Pêwîst e mafê Rêber Apo yê lênerîna bijîşkî pêk bê.

– Girîngiya parastina jîngehê ji bo tenduristiya mirovan hate desntîşankirin.

– Divê pêngavên hişmendiya tenduristiyê di nava civakê de werin zêdekirin û ev jî mîna gava yekemîn a ber bi spandina hişmendiyeke tendurist a demorkatîk û giştî ve hat şîrovekirin. 

Derbarê Konferansê Yekîtiyên Bijîşkan, rêveberê Nexweşxana Dil û Çav ku hem jî berpirsyarê Têkiliyên Derve yên Yêkîtiyên Bijîşkan ne, bijîşk Diyar Reşo ji Rojnameya me re axivî.

Diyar Reşo diyar kir ku nêzî mehekê amadekarî ji Konferansê Yektiyên Bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û wiha got: “Konferansa Bijîşkî di bin sîwana Yekîtiyên Bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tenduristiya Rêber Apo li Qamişlo hat lidarxistin. Ji bo vê konferansê nêzî mehekê amadekarî hatin kirin. Di konferansê de 3 mijarên bingehîn hatin nîqaşkirin ku tê de perspektîfên Rêber Apo yên di derbarê tenduristî û ekolojîk hate xwendin, rewşa Rêber Apo ya tenduristî li girava Îmraliyê û tecrîda ku ev zêdeyî 26 sal in li ser tê ferzkirin, hate nirxandin. Hem jî bandora pevçûnan li ser civakê û nêrîna Rêber Apo ya ji bo çareserkirina wê hat nîqaşkirin. Di wir de rewşa Sûrî bigiştî ji 2011’an û heya niha ku civaka me çi astengî kişandine, şer û dorpêçê yên ku çêbûn di aliyê av, tenduristî, siyasî û hwd… çi bandor kirine ku di encama van de nexweşiyên acizbûn û dil zêde bûne, vê yekê tenduristiya civakê ya piskolojîk xerab kiriye. Ji bo van jî çareseriyên lezgîn pêwîst dikin.”

‘Doza sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Diyar Reşo axaftina xwe wiha qedand: “Rêber Apo bi van salên dirêj ên di zindanê de bi azadiya xwe ya fîzîkî nehiziriye, lê bi azadiya gelan hizirî ye, hem ew kesê ku aştiyê zêde dike û baweriya mirov bi gifto û diyalogê dike. Di heman demê de Rêber Apo ne tenê çareserî ji pirsgirêkên siyasî, şer û aloziyan re dibîne, lê ew çareseriya tenduristî jî dike. Lewma doza yekemîn û sereke a me ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê û dawî li hemû aloziya bê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.