Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şano Pirojeya Jiyanê ye’

24/08/2025
in NÛÇE
A A
‘Şano Pirojeya Jiyanê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Endamê rêveberiya Komîna Şano ya kantona Cizîrê Enwer Mihemed diyar kir ku Komîna Şano wê di 28’ê Tebaxê de bi dûrşmeya “Şano Pirojeya Jiyanê Ye” rêzesemînerên şanoyê li dar bixe û got: “Armanca me lihevcivandina pisporên şano yê kantona Cizîrê ye.”

Komîna Şano ya Kantona Cizîrê wê bi dûrişmeya “Şano Pirojeye Jiyanê Ye” di 28’ê Tebaxê de rêzek ji semîner û rûniştinên şanoyê li dar bixe. Ev yek jî ronahiyê dide girîngiya şano û rola di avakirina mirov û civakê de. Ev semîner û rûniştandin jî wê her 15 rojan û di roja pêncşemê de werin lidarxistin û ev semîner wê li hola Komîna Şano ya kantona Cizîrê were dayîn. Herwiha dema bi dawîbûna van semîneran ne diyar e.

Di derbarê mijarê de, endamê rêveberiya komîna Şano ya kantona Cizîrê Enwer Mihmed  ji Rojnameya me re axivî.

‘Armanca me lihevcivandina Pisporên şano ye’

Enwer Mihmed da zanîn ku du beşên wan yên çalakiyan hene, beşê yekemîn  lidarxistina  semînerên şano ye û beşê duyemîn jî kesên girêdayî Şano wê werin xelatkirin û wiha got: “Em ê bi dirûşmeya “Şano Pirojeya Jiyanê Ye” di 28’ê Tebaxê de rêzek ji semîner û rûniştandinên şano li dar bixin. Ev semîner jî her 15 rojan wê werin dayîn û wê girêdayî şanoya kurdî, erebî û cîhanî be. Herwiha ev semîner ji aliyê derhênerên kurd, ereb û suryanî ve wê werin dayîn û armanca me ji van semîneran ew e, ku pisporên şanoyê yên kantona Cizîrê lihevbicivin, di heman demê de jî da ku naskirinek di navbera pisporên şano yên kantona Cizîrê de were çêkirin. Lewma bi riya van semîneran gelek nîqaş li ser girîngiya şano wê werin kirin.”

 ‘Belavkirina xelatan piştgirtiyeke razberî ye’

Mihmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em ê di beşa duyemîn a çalakiyan de, xelatan belavbikin. Ev xelat jî li kesê girêdayî şano wê werin belavkirin. Di heman demê de, wê her pêncşem kesek were xelatkirin. Herwiha ev xelat li kesên Şanoger, hunermed, derhêner û hwd.. werin belavkirin. Ev xelat jî piştgirtiyeke mehnewî ye, hem jî ji bo ked û xebatê ku daye dibe piştgirî jêr e. Ev çalakî wê her 15 rojan li hola komîna Şano ya kantona Cizîrê were lidarxistin, lê dema bi dawîkirina van çalakiyan ne diyar e.” Endamê rêveberiya Komîna Şano ya kantona Cizîrê Enwer Mihmed axaftina xwe wiha bi dawî kir:  “Ez bi hêvî me ku kesên li Şano temaşe dikin, herwiha kesên di nava şanoyê de cih digrin sûdê ji şanoyê bigirin.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.