Asya Weşûkanî
Ez pirs dikim malbat saziyek çawaye? Gelo jin û civak vê saziyê pir baş nasdikin? Gelo her kes dizane dinava van 5 hezar salan de, çi hatiye serê vê saziyê? Û em niha çi ji vê saziyê famdikin û çawa, nêzîkatî jêre didin raber kirin? Rêber Apo 52 salin ku li hemberî hişmendiya malbata, heyî tekoşîn dike û hîna jî dibêje: Ez rojê 40 carî di kesayeta xwe de şoreşê çêdikim. Û ev jî tê wê wateyê ku tekez gerek kesayeta ku, malbata kevnar û cahil çêkiriye bi tekoşîneke pir xurt û bêhempa; were guhertin û li şûna wê kesayeteke nûjen were sazûman kirin. Û dema ku em li ser seyra jiyana Rêber Apo, di xwînin em dibînin ku her ji temenekî pir biçûk de; bertek nîşanî dayika xwe û pîvan û rêgezên ku wê, li ser kesayeta wî ferz kiriye û dibêje: Îsyana min a yekem li hemberî dayika min bûye û min hemû, rengê têkiliyên kevnar ên malbatê red kir.
Rêber Apo divan mijaran de wiha dibêje: Ger min malbat hemû cure têkiliyên malbatê, red ne kiribara niha zilamekî herî quh ê malbatê bama û wê tenê; dîktatorek weke dîktatorên niha ji min derketbaya, lê min têkiliyê malbatê pir zu ferq kir û ez li dijberî wê sekinîm. Cardin jî Rêber Apo qala têkilya xwe û hevalê Hasan, Bîndal dike û dibêje: Dayika min her min li hemberî malbata hevalê Hasan Bîndal(Hamza) sor dikir û digot, ew malbat dijminatiya me dike û ji me heznakin û her hewildida ku min; li gorî xwe û pîvanên malbatî ên kevnar bi rêk û pêkbike, lê her min berevajî wê dikir û ez bi hevalê Hasan re digeriyam. Ev jî dihate wateya ku ez li dijberî wê rabûme û têye bîra min ku, rojekê pîrka min dibîne ku ez tevî hevalê Hasan digerim û diçe; malê ji diya min re dibêje kurê te yê bênamûs tevî kurê, neyarê me digere. Dema ku ez êvarî hatim malê Daykamin min bire nava, axurê de û destê xwe xiste qirika min de û got ger ku tu bi kurê; neyarê me re bigere careke din ez ê te bifetisînim û dema, ku ez ji destê wê xelas bûm min got ezê bi wî kurikî re bilîzim û tu çidike bike. Divirde em dibînin ku neqebûl kirina Rêber Apo ji malbat û hemû cure, têkiliyên malbatê re pir dijwar bûye û ev bûye sedem ku kesayetek; wiha bihêz û azad derkeve holê.
Dema ku mirov têkiliyê xwe yê malbatî û tevahî, têkiliyê xwe yê civakî digire dest û dinirxîne wê demê; hîn baştir haj li rastiya têkiliyên jin-mêr û malbata ku, li dora wan têye teşegirtin dibe û wiha li mirov tê ku ji xwe fedî û şerm bike. Wekê ku tê zanîn Rêber Apo piştî pirtuka Manîfestoya, riya şoreşa Kurdistanê û rapora siyasî pirtuka jin û malbatê; nivisandiye û ev pirtuk jî di sala 1986 an de, hatiye çapkirin. Pirtuka Rêber Abdullah Ocalan a binavê, jin û malbatê piştî kiryarên kesayeta binavê Fatma (Kesîre) ku li qada; Lolanê a çiya (Başûrê Kurdistanê) derketin holê û nêzîkatiyên wê, yên çewsîner ku bi hişmendiya mêrê serwer nêzî hevalên; jin dibe û di heman salê de û piştî ku tekmîl ji Rêber Apo re, diçe wê demê haziriyê kongra 3 mîn a PKK ê li saha Rêbertî dihate kirin. Kongrê sekna Fatma û çend kesên tesfiyekar, bi berfirehî digre û hesab ji wan têye xwestin û weke; ku têye zanîn piştî kongrê vesaziya Fatmê li Ewropa têye, çêkirin û piştî ku di kongrê de rastiya wê dertê holê ji Ewopa direve. Rêber Apo vêya weke nefeseke dirêj kişandinê digire, dest û dibêje: Min 10 salan bi Fatma re weke jehrê jiyan kir û her çiqasî zewaceke remzî be jî, lê wê jinê bêhn limin çikand û weke ku min bi marekî; reş re jiyan dikir.
Cardin jî Rêber Apo got ku dema ew jin reviya min, hinaseke azad kişand ji ber ku ne min dikarî ew wê bînim; ser riya şoreşê û ne jî wê dikarî min bibe ser xeta dijmin û min, xwe ji rewşa Enkîdo rizgar kir. weke têye zanîn gelek dahurandinên, Rêber Apo ên divê derbarê de hene û gelekî fêrkerin ji jin û mêran re; ku xwe li ser perwerde bikin û ji zafiyên xwe rizgar bibin. Wekê ku min li jor jî qala wê kir Rêber Apo, pirtuka xwe ya binavê jin û malbatê di sala 1986 an de; temam kir ku ew jî di encama ezmûna jiyana xwe ya 10 salan de, tapû kir û kire malê jin û civakê ji bo ku tevahî jin û mêrên lêgerîna azadiyê xwe li ser perwerde bikin û biguherin. Rêber Apo her tekoşîna xwe ya mezin weke ku. H.Z Muhemed jêre gotiye: Cîhadî Ekber û ew jî şerê nefse. Rêber Apo jî di mijara şerê nefs- derunî de dibêje: Şerê hundirîn û rexne û rexne dayîn.
Çeka Rêber Apo a herî sereke û bibandor, jî rexne û rexnedayîn e. Rêber Apo hêjî heman rêbazê rexne û rexnedayîn, li xwe girtinê bikartîne ji ber ku encamên pir xurt; derxistiye û dibêje: Ez rojane 20 katjimêran dixebitim û çar katjimêran, jî vedihesim lê hun çar katjimêran kar dikin û 20 katjmêran jî vedihesin. Û weke ku têye zanîn gelek kes hene ku 4 katjimêran, jî xebat nakin yan jî bêkar bêkar digerin û dema ku têye; gotin bêkarî ne tenê bêkariya fîzîkî heye dibingeh de, bêkariya mejî heye û ew jî gelekî zehmete. Ev dibe sedem ku Rêber Apo qala qalib û dogmayên, mejîyê civakê dike û dibêje: Xetimandina zanista felsefî di Rojhilata Navîn de pêşiya hişê mirovan, jî girtiye û jin û civak dinava qalib û dogmayan de; fetisandine û hêviya wan a ji guhertin û veguhertinê, qur kirine û sedema bingehîn a pirsgirêkên heyî jî eve.
Mirov dibîne ku civak dinava şaştiyan de jiyan, dike ji ber wê Rêber Apo di hevokeke xwe de, wiha dinirxîne û dibêje: Jiyana şaş rast nayê jiyan kirin. Û Rêber Apo tekoşîn kir ku li şûna wê jiyana şaş, jiyana xweşik û bedew dîzayîn bike û îro jî em berhema wê; pir zelal di jiyana qehreman û xwedawendên xwe de, dibînin û em li ser şopa wan jiyana bedew û rind çêdikin. Û cardin Rêber Apo dibêje: Min jiyana nû avakir û ji bo ez wê jiyanê tijî azadî bikim, min zilamtîya xwe kuşt. Û weke ku têye zanîn Rêber Apo ji sala 1985- 86 an de, dest bi dahurandina kesayetî kir û di şexsê; kadroyên jin û mêr de civaka Kurd xiste bin mercekê de (Edesê de) û nirxand. Rêber Apo bi sedan cildê pirtukan li ser dahurandina, kesayeta Kurd çêkir û her bi kadroyên mêr, karoyên jin û gel re heyanî hunermend, rojnemevan û rewşenbîrên Kurd, Ereb, Tirk û ên biyanî jî dinavê de dahurandinên xwe vekirî; dikirin û çareseriya wê jî datanî holê.
Rêber Apo ji kesayeta xwe de kete rêde û dest bi, nirxandinan kir û di pirtuka xwe ya binavê ‘Çawa bijîn’ got: Ez ji were ezmûna xwe ya jiyanê dibêjim ji bo ku, hun feyde jê bigirin naxwe tu pêdiviya min bi xwe pesindanê; tuneye û rastiya Apo eve. Rêber Apo di dahurandinên xwe yên kesayetî de dibêje: Her beriya ku serbi ser karekî deherim deh caran, difikirim û piştî ku min karê xwe qedand careke din ez deh caran; difikirim û kesayeta xwe lêhurbûn dikim. Rêber Apo bi heval û hogirên xwe yên kadro re, heyanî dayik û bavên jî dahurandin dikir û carnan jî; dayik û bavên hevalan tanîn û dahurandina zarokên, wan li darî çavê wan çêdikir. Û dema ku dayik û bav ji zarokên xwe hêrs dibûn Rêber Apo, ji wan re digot ku ez çibikim we ew anîne dinyayê û we; wan terbiye kiriye û dayik û bavan jî ew rastî qebûl dikirin.
Reberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rojan li serpiyan, dima û kadro perwerde dikir û li kêleka wê jî gel perwerde; dikir û çavê wan li ser rastiyan vedikir û digot: Hemû hedef û armancên min ewin ku ez civaka Kurd a kevnar û riziyayî, biguherim û Kurd ê nûjen bi afirînim. Û dema ku mirov niha Manîfestoya aşîtî û civaka demokratîk, dixwîne mirov hîn baştir haj li heqîqeta Kurd dibe û qinyata; mirov bi wê heqîqeta Apogerî tê. Û niha têye bîra mirov bêka çima Rêber Apo ewqasî perwerde dida û weke siloxan digot: Perwerde perwerde perwerde. Û weke ku têye zanîn rastiya hiş û aqilê Kurdî, jî ewe ku ji perwerdê û xwe pêşxistinê reve û tevî 52 sal û heyvek jî; derbas bûye lê hîna jî aqilê Kurdî qinyata xwe bi temamî; bi perwerdê naniye û hîna jî jê direve. Ji xwe xelkên ji netewên din jî pir ji me cudatir nînin û ew jî, careke din vedigere ser mijara bawerîyên hişk û qalibên wê; yên cemidî weke bûzê.
Ji bo ku em weke Kurd û weke gelên Rojhilata Navîn, xwe ji qalibên fikrî ên cemidî û ji baweriyên hişk rizgar bikin; gerek em şifrên xwe yên pergala dewlet netew bişkînin û xwe, ji hişmendiya mêrperst û desthilatdar paqij bikin. Û careke din ez dibêjim: Tekez gerek em tevahî têkiliyên xwe yên malbatî çareser bikin, ji bo ku em bibin xwedî fikir û vîneke azad ku em; li xwe vegerin û ji kesayeta xwe de destpê bikin û jin û civakê, ji koledariyê rizgar bikin. Û weke ku Rêber Apo gotiye: Pêşbirka meretonê bi gavayekê de estpê dike û diçe, serkeftinê û em jî her kes ji xwe de destpê bikin û pûtên xwe bişkînin.






