Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûrî Tunderewa qebûl nake

24/08/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd çeka xwe nadin destê kesî
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Li Sûriyê, piştî serdema Baas bi dawî bû, çav hemî li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ne. Ew xwedî Rêveberî, Sazî, hêza ewlehiyê û çavkaniyên aborî ye. Li aliyê din, QSD cihê baweriyê ye li gel Durzî, Elewî, Xirstiyan û hemû kêmneteweyan. Ev jî zêdetir Tirkiyê û desthilta Colanî aciz dike.

Piştî komkujiya li Siwêdayê bi destê komên tundrew, serokê wan Ebû Muhamed El-Colanî li koşka Şamê wekî ku xelîfeya vê serdemê be, komek alîgirên xwe li pêş xwe kom kirin û ji wan re behsa rewşa Sûriyê dikir. Di nava axaftinên xwe de Colanî anî ziman ku dema Tirkiya û DYA tiştekî bixwazin, ew ê sedî sed pêk were. Ev jî mukurhatinek bû ku ew bi daxwaza van aliyan tevdigerin û li gorî wan gavên ew davêjin. Angu li Beravê û li Siwêdayê bi agahdariya van aliyan komkujî pêk hatine. Dema em axaftinên nûnerê DYA Tom Barack jî bînin bîra xwe ku digot ne hêzên Colanî ne ev komkujî pêk anîne û daxuyaniyên dewleta Tirk ya digot çima qale van komkujiyan dikin û ji yên Esed re çav dihatin girtin, dibînin ku her alî di bin re ji bo berjiwendiyên xwe ne acizin ku Sûrî werin kuştin. DYA ku dixwaze parçebûnê di nava xelkê Sûriyê de çêbike da kontrol bike û Tirkiyê jî difikire dema komên Colanî hêza tirsê bi kar bînin, ew ê xelkê Sûriyê zûtir kedî û kontrol bikin.

Li aliyê din, projeya Rêveberiya Xweser jî heye ku dixwaze Sûriyeke pirreng a ku hemû pêkhate di nava wê de xwedî nûner û nêrîn bin ava bibe û ji bo wê hemû hewlên xwe dike. Ji lewra konferansa ku li Hesekê li darxist, him Şam û him jî Tirkiya aciz kir. Dîsa dema Colanî li wê koską xwe diaxivî, wekî ku xelkê Sûriyê li Siwêdayê û Beravê nehatibin kuştin tevdigeriya. Wekî ku ew padîşahin û xelk divê bê ku bifikire li peyî wan biçe û serê xwe ji wan re deyîne, xwe dida raberkirin. Lê her kesî dît û bihîst ka Elewî û Durziyan çi got.

Herwiha ji berpirsên Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî ji dezgeheke bi navê Elmûbaşir re ragihand ku ew ji daxwazên xwe yên Sûriyeke nenavendî ku mafê hemû pêkhateyan diparêze nayên xwarê û ew li ser rêgezên xwe danûstandinê nakin. Dîsa Çiya Kurd anî ziman ku bi zextên Tirkiyê, desthilata demkî ya Şamê xwe ji danûstandinên li Parîsê xwe dûr xist, lê ji bo wan cihê danûstandinê ne girînge, ji ber daxwaz û tevgerên wan zelalin, lê yên li Şamê ne bi destê xwe ne.

Dixwazim bibêjim êdî dem guheriye û kes nikare tiştekî veşêre. Lewma nêrîna herkesî li Hesekê di konferansê de xwe da der û yên dixwazin bi derewan vê kombûnê reş bikin, wê çarenûsa wan wekî ya Baas û DAIŞ’ê be. Sûrî islamîst û Tundrewa qebûl nake.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.