Stêrk Mihemed/Qamişlo
Rêveberiya Parastina Şûnwaran Şêxmûs Hemo da zanîn piştî 2011’an ku li Sûriyê alozî pêş ket, gelek şûnwarên girîng yên herêmê hatin talankirin, lê ji sala 2014’an de ku Rêveberiya Parastina Şûnwaran hat avakirin û heta niha, şûnwarên herêmê tên parastin.
Şûnwar ew cihên dîrokî ne ku resenî û dewlemendiya gelan diyar dike, dema dagirker dixwaze gelekî tune bike destpêkê berê xwe dide cihên dîrokî û şûnwaran, ji bo ku reseniya wan gelan tune û winda bike. Herwiha bi taybet gelê Kurd gelek cihê wan yên dîrokî hene, di wan cihan de şûnwar û şopên kevnar hene ku resenî û dîroka gelê Kurd diyar dike, ji ber vê jî dewleta Tirk gelek cihên dîrokî yên Kurdan xerab kirine û şûnwarên wan cihan talan kirine.
Derbarê kar û xebatê Rêveberiya Parastina Şûnwaran, rêveberê wê Şêxmûs Hemo ji Rojnemeya me re axivî.

‘Her civakek bi dîrok û şûnwarên xwe tê naskirin’
Şêxmûd destnîşan kir ku di destpêka kirîza Sûriyê de gelek şûnwarên herêmê hatin talankirin û û wiha got: “Her civakek bi dîrok û şûnwarên xwe tê naskirin, lê dagirkeran ji bo vê dîrokê tune bikin hertim hewl dan ku şûnwaran wêran û winda bikin. Di 2014’an de ji bo parastina şûnwaran rêveberên parastina şûnwaran hat avakirin û komîte hatin çêkirin, di heman demê de parêzvanên şûnwaran hatin erkdarkirin.
Li Kantona Cizîrê gelek girên kevnar û cihên şûnwar hene ku reseniya van herêman diyar dikin, hejmara wan zêdeyî hezar û 43’ê girî ye, weke girê Mozan, Til Bêder û Lêlîn. Lê piştî ketina Rêjîma Baas vedîtina cihê şûnwaran zêde bûn û niha hejmara wan gihiştiye 1100 girî.”
‘Piştî ketina Rêjîma Baas gelek şûnwar hatin dîtin’
Hemû diyar kir ku ji bo parastina şûnwaran ew ê hertim kar û xebat bikin û wiha pê de çû: ” Rejîma Baas ji bo windakirina hebûna gelan û bi taybet gelê Kurd di destpêkê de êrîş li ser dîrok û şûnwaran kir, ji bo wateya wan gelan a resen tune bike. Dagirker bi her awayî dixwaze vî gelî tune bike, bi rêbazê asîmîlasyon û qirkirinê bi armanca wendakirina dîrok, çand, talan û wêrankirina mîrateyên wî gelî. Lê piştî ketina Rêjîma Baas gelek perçeyên kevnar ji şûnwaran hatin dîtin, me hemû komkirin û bi riya vê yekê 8 hezar parçe hatin dîtin. Herwiha wêneyên mûzerîk hatin dîtin û hejmara wan 82 wêne bûn.”
‘Bi êrîşa dewleta tirk re gelek şûnwar hatin xerab kirin’
Rêveberiya parastina şûnwaran Şêxmûs Hemo axaftina xwe wiha qedand: “Berî dagirkirina Efrînê gelek şûnwar û cihên kevnar hebûn ku bedewî û kevnariya wê herêmê diyar dike, lê piştî êrîşa dewleta Tirk gelek cihên şûnwar bi balafiran hatin xerabkirin û yê din jî piştî dagirkirina Efrînê hatin talankirin û dizîn. Li hin herêmên dagirkirî şûnwar hene, weke Til Helef lê ji ber dagirkirina wan herêman ji aliyê dewleta Tirk ev hemû şûnwar û gir hatin xerabkirin û li şûna wan navendên leşkerî hatin avakirin.”





