Can Yûsif
Hunermend Adil Feqe dengê kelepûra Dêrik û ruhê strana kurd a Cezrawî ye.
Hunera kurdî, isbat kiriye bi taybetî bi rêya stranbêjiyê ku ew ji vegotinek hestyarî bêtir e, ew kiryarek çandî ya berxwedêr e, ku nasname, ziman û kultûr di şert û mercên herî dijwar û tarî de parastiye, mirov nikare van beşdariyan ji dîroka siyasî û civakî ya kurdan veqetîne û ne jî rola hunermendan wek parastvanên rûhê civakê di rûyê hewldanên ku napejirînin û betalkirinê de wenda bike.
Hunermendê Kurd Adil Feqe yek ji dengên herî navdar ê ku rolek girîng lîst di vejînkirin û belgekirina folklora kurdî û parastina mîrasa çandî di riya xebatên xwe yên stranbêjiyê ku bi dengê xwe yê germ û xweş û şêwazê xwe yê taybet di stranên folklorî de tê nasîn, ku mîras û çanda herêmê nîşan dide.
Adil Feqe, kurê bajêrê Dêrikê, ew bajarê ku zendewa bi huner û bêrîkirinê, ku li ber ronahiya heyvê radikeve û li ber awazên zirnê şiyar dibe, ew di nav himbêza wê ya germ de mezin bûye, ku li wir, kolanên kevnare çîrokan dibêjin, dêliyên mêwên tirî ronahiyê himbêz dikin û xuşîna ava kaniya Eskeriyê razên zaroktiyê vedibêje, li wir zigilên Dêra kevnare lêdidin, mîna dilê bajêr dijenin, nîşanên destpêkê yên wî hatin xuyakirin û rûhê wî li ser nebeza çanda kurdî hate vekirin, piştî ku hilmijî ji germiya zarokatiyê û bênxweşiya kolanên kevnare, wî gavên xwe yên pêşîn ber bi hunerê ve avêt, bi eşq û evîn, bê rawestandin despêkir .
Di dilê bajarê Dêrikê hunermend û stranbêjê kurd Adil Feqe di sala 1956’an, ji dayîk û bavek kurd (Ehmed Feqe Hesen û Emîna) hate dinyayê. Ew di himbêza bajarekî tije ji hestê bedewî û çandî de, mezin bûye, bajarekî ku her dem minareyek bû ji bo raman, wêje û hunerê, li wir rêwîtiya wî destpêkir, huner veguhêrand peyam û nasnameyê, ew di nav malbateke kurdî ya welatparêz, hunerhez û evîndarê huner, mûzîk û stranbêjiya kurdî ya resen de mezin bû, ew bi şêwazê bavê xwe bandor bû – hunermendê nemir Ehmed Feqe Hesen – û ji xanim Meryem Gorê ya ku mîna çavkaniyekî diherikî ji stranên folklorî, wê bandorek kûr li ser jiyana wî kir û şopek zelal li ser kariyera wî ya hunerî hişt, ew ji dibistana bavê xwe, ya stranbêjiyê ya ku tê nasîn ji hêla hevsengî û pabendbûna bi bingehên meqamên mûzîka kurdî ve, fêrî stranên filoklorî bû, wî di şêwazê xwe de pişta xwe da vegotina rast û awazê resen, û ji xanim Meryem jî, wî hest û têgihiştinekî bilind a maqamê wergirt wî pêlpêlokên dengî bi şêwazekî ku hevbexşiyê bike di navbera kevneşopî û nûvekirinê bikaranîn di gel parastina ruhê kurdî di deng û rewaha xwe de, ev bandor ne tenê kevneşopî bû, lê berfirehiyek xwezayî ya mîrateyek hunerî bû ku li ser wê hatiye perwerde kirin û wî bi riya xwe ya taybet hûnande, da ku bibe dengek hemdemî ku kokên paşerojê û taybetmendiyên pêşerojê di heman demê de bi hev re hilgire.
Hunermend Adil Feqe di hembêza bajarekî ku bi hunerê zindî û bi çanda kurdî jîndar, ew di nav kolanên wê yên kevnar de, di navbera dîwarên wê yên ku hîn jî dîroka kevnare vedibêje û bêhna nanê germ û dengên cîranan diparêze, wî zarokiya xwe ya pêşîn derbaskir. Di bazdana di bin dêliyên mêwên tiriyê dahelayî û liguhdana dengê xuşîna ava kaniya Eskeriyê wekî ku jêre stranan dibêje û pêre ringeringa zinglên Dêra kevnar û pêlpêlokên dengê Mela Hemdiya bi hevre wekî simfoniyek ji bawerî û xweparêziyê di giyanê wî de diafirîne, dengê wî bêhna xakê jê dibare û hestê wî mîrateya kevnare bi rûhê nûvekirinê re tevlîhev dike .
Adil Feqe ne tenê hunermendek e, lê ew neynika bîra gele û derbirîna rastîn ya nebeza bajarekî ye ku her demî bûye dergûşek ji bo torevanan û panaxek ji bo afrîneran û çavkaniyek ji bo ilhamê .Ew di nav malbatek di peywendiyên xwe yên civakî yên germ mezin bûye, ku peyv mîna avê dihate vegotin û çîrok wekî stranan dihate parastin û ezberkirin. Wî ji dayîka xwe dilovanî wergirte û ji bavê xwe, ew fêrî nirxê gotinê û rêzgirtina keleporê bûye. Ji zarokatiya xwe ya destpêkê ve, nîşanên hinêrtiyê ji navbera tiliyên wî diherikîn û wiha, di dilê Dêrikê de, ruhê wî li ser bedewiyê vebû û ji zaroktiya xwe ya azad, bingehek hunerê çêkir – hunerek ku qet ne tenê wekî vegotinê bû, lê berdewamîya nasnameya wî û bertekek kûr a bîranîna miletekî bû.
Wî qonaxa seretayî, amedekarî û navîn li bajarê Dîrêk xwend, piştre xwendina xwe ya zankoyê li bajarê Şamê di kulîjeya wêjeyê, beşê erdingariyê de, di sala 1982’an de qedand û li dirêjahiya şeş salan, (1980 heta 1986’an), ew wekî mamosteyê waneya erdingariyê dixebitî li dibistanên Gundê Girê Şêra û Dêrikê.
Di sala 1980’an de, ew zewicî bi xanim Cînan Mezîd re û wan çar zarok hene (du kur û du keç). Di sala1986’an de, ew ji Rojava derket û berê xwe da Ewropa û kişwera Swêdê niştecih bûye. Adil Feqe dest bi kariyera xwe ya hunerî kir di temeneke biçûk de, di bin bandora mîrateya mûzîka kurdî ya dewlemend de û li ber destê bavê xwe Ehmed Feqe Hesen fêrî stranbêjiyê bû, ku yek ji kesayetên navdar ên hunerî yên Dêrikê tê hesibandin û roleke bingehîn lîst di avakirina jîngeha çandî ya ku Adil di nav de mezin bûye,, herwiha bandorek kûr ya stranên folklorîk ên şehsiwarên hunera kurdî, wek (Mihemed Arif Cezrawî, Hesen Cezrawî, û Tehsîn Taha .h.d..), li ser kariyera wî ya hunerî hebû. Hunermend Adil Feqe tê nasîn ji hêla rewanekirina xwe ya ji stranên folklorîk re, ên ku rastiya çand û nasnameya kurdî nîşan didin, bi karanîna dengê xwe yê hêzdar û hestê xwe yê kûr.
Ji berhemên wî yên hunerî yên herî berçav çar albûmên stranên kurdî yên folklorîk û neteweyî hene, ev albûman di nav xwe de komek stranên folklorî digirin ku wî bi şêwazê xwe yê taybet vejandine, nûjenkirine û ji nû ve pêşkêş kirine, mîna :
1-Narînka Çiyayî.
2- Dewat hate hewşa mezin.
3-Xelefim.
4- Şahîno.
Herwiha hêjmarek ji stranên wî yên neteweyî jî hene ku bala girseyek berfireh ji gel kişande ji her temenên cuda, mîna:
1-Ji dûriyê
2-Dûrim dûrim.
3- Dermanê dil
4-Dîlberê
Stranên wî dengvedanek berfireh girtin di nav hezkirên muzîka kurdî de, li Ewropa û Kurdistanê. Hêjayê gotinê ye ku Adil Feqe bavê hunermenda kurd a navdar, Narîn Feqe ye, ku destpêka rêwîtiya xwe ya hunerî bi stranek hevbeş bi navê ‘Dîlberê’ bi bavê xwe re dest pê kir, ev jî nîşanek e ku bandora wî ya hunerî di malbata wî de nîşan dide.
Adil Feqe yek ji dengên resene ku di dilê bajarê Dêrikê de mezin bûye, ji zaroktiyê xwe ve, ew bi çanda herêmê û mîrasa wê ya stranbêjiyê ya dewlemend firşik bûye. Wî zarokiya xwe di nav kolanên kevnar ên bajêr de bûrandiye, ku jê re bûne qadeka dewlemend a xeyal û bîranînên çandî, ku mîna dayîndeya yekem bû ku pêşwaziya hinêra wî ya hunerî kir, giraniyeke taybet ya dengê wî di nav civaka herêmî de hebû, ji ber germî û rastiya hîsê wî yê vegotinê.
Wî jiyana xwe bi hunermendên mezin yên Dêrikê re mîna Abdo Elanî, Mihemed Teyîb Tahir, Reşîd Elanê, bavê xwe Ehmed Feqê Hesen û Meryem Gorê re derbas kir, ku roleke girîng di pêşxistina tecrûbeya wî û geşbûna dîtina wî ya afrînerî de lehîstin, ew ji serpêhatiyên wan fêr bû, li cem wî kûrahiyeke hunerî ya hêzdar dan afirandin ku karî têkilkirinê di navbera awaza mîrateya kurdî û hestê hemdem de çê bike.
Hunermend Adil Feqe bi komek hunermendên Dêrikê re, mîna (Cemal Sadûn, Ednan Îbrahîm û Şevger Mirza ) beşdar bû di damezrandina komek hunerî de, bo vejînkirina konser û dewatên gelêrî yên li bajarê Dêrikê, bi şêwazek nûjen û di nav holan û yaneyên fermî de, ev kom tenê bi salekê berdewam kir.
Di heman demêde, hunermend Adil Feqe wekî mêvanê rûmetê bi gelek hunermendên kurd ên Rojavayê Kurdistanê re beşdar bû di pêşkêşkirina beşên stranan de, di şevbuhêrkên stranbêjiyê, konser û dewatên gelêrî de, mîna:( Ebdo Elanê, Seyîd Yûsif, Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir û hwd.) re . Herwiha ew beşdarî gelek bernameyên candî û hunerî li ser ekranên êzgehên herêmî û navendên medyaya civakî bûye, mîna bernameya (Sefqan û Mêvan), ku ew têde li ser rêwîtiya xwe ya hunerî û tecrubeya wî di stranbêjiya folklorîk de û bandora bavê wî û hunermendên Kurd ên mezin li ser wî axiviye; ji bilî ku wî vejîna gelek êvarên hunerî li navendên çandî yên cihêreng kiriye û rolek girîng lehîste di piştgiriya hunera armancgêr û çalakkirina tevgera çandî ya herêma xwe de ku armanca wê parastina mîrasa kurdî û nasnameya çandî û hunerî pêşve bibe .Bi rêya beşdariyên xwe di festîvalên navneteweyî yên hunerî de û bi weşanên xwe yên ku dengvedanek li nav komên revendên kurdî de li derve çêkirin. Adil Feqe karî bi serkeftinî deng û strana kurdî bi awayek rûmetdar bighîne cîhanê û nûnertiya rûyekî ronahî ji şaristaniya kurdî re bike, wî nimûneyek ya hunermendê pabendekar diyar kir ku huner bi peyam ve, deng bi dozê ve girêdaye .
Bi rêya van karan, Adil Feqe nîşan da ku hunermendê rastîn ne bi hejmarek stranan tê pîvan, lê bi qasî bandora wê û rastiya wî, girêdana wî bi gel û doza wî ve heye, tişta herî bedew ku di derheqê wî de tê gotin:
“Hunermendek e ku gava stran dibêje, Dêrik bi dengê wî diaxive.”
Wî stran ji bo evînê, ji bo axê, ji bo bêrîkirinê û hêvîyê gotine û bi dengê xwe, xwe xiste nav dilê heskiriyên xwe de. Li hindirê welat û derve de, bi dengê xwe yê zelal û xweş, wî rolek girîng lîst di parastina nasnameya muzîka kurdî û veguheztina wê bo nifşên nû, bi ruhekî rastîn û hewesek nûvekar.
Adil Feqê ne tenê hunermendek an stranbêjeke ku hin stranên xweş dibêje, lê ew dibistaneke hunerî û çandî ye ku coş dide nifşên pêşerojê ji bo parastina mîras û zimanê Kurdî û pêşxistina nasnameya neteweyî û bedewiya wê bi rêya hunera rastîn nîşan dide. Adil Feqe ne tenê hunermendeke, lê ew rewşek wijdanî ye, tekez dike ku huner peyamekî berxwedanê ye û neynika şaristaniyê ye. Her kesê ku wî nas dike, di hindirê wî de berdewamiya zindî ya bîranîna Dêrikê û parêzvanê mîrasa wê yên mirovî û hunerî dibîne. Îro, ew yek ji navên herî berbiçav ku nûnertiya hunera herêmê dike, tê nasîn û karîyera xwe bi biryardariyê didomîne, ku dide ser milê xwe barê hunerê, hewesa xweparêzîyê û projeya nasnameya ku nayê vemirandin.






