Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Luqman Xelîl: Pakrewan Nûredîn Sofî dîroka zêrîn bû

24/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Luqman Xelîl: Pakrewan Nûredîn Sofî dîroka zêrîn bû
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo 

Rêhevalê têkoşînê û biraziyê fermandarê mezin Nûredîn Sofî, Luqman Xelîl da xuyakirin ku şehîd Sofî bi hemû taybetmendiyê xwe bibû Kurdistanî û wiha got: “Heval Sofî ne tenê fermandarê şer bû, di heman demê de dîroka jiyan kir bû” 

Di derbarê jiyan û têkoşîna bêhehmpa a Fermandar Nûredîn Sofî de, rêhevalê wî yê têkoşînê Loqman Xelîl pirsen rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:

– Hûn weke rêheval û mirovekê wî dikarin qala jîyan û serpêhatiya fermandar Nûredîn Sofî bikin?          

Em ê kengî bibin xwedan heq, ji mijara heq re ked û berdêl pêwîst e. Mirov 24 saetan kar neke nabe xwedî mal û xanî. Tu kar nekî, xwe newestînê, nikarî ji zarokên xwe re cil û bergên cejnê bikirî. Ev mijar ji bo welatekî jî derbasdar e. Ji bo mirov karibî welatekî azad ava bikî û tê de bi aramî bijî, di vî welatî de ji bo rûmet  û nirxên mirovî bê parastin ked û berdêl divê. Xwîn jê re pêwîst e. Ti kes bi xweşî welatekî nade me. Gelek şer çêbûn, gelek rêxistin û tevger hene. Hindek bi navê îslamê, hindekan jî bi navê netewî li ser gelek hişmendî û nêrînên cuda hatine avakirin. Lê tu tevgerek mîna PKK’ê derneketiye û çênebûye. Bawer nakim ku derkeve jî. Gelek tevgerên bi navê herî pîroz yên weke; İslam, şerîet, Qur’an û Xwedê hebûn. Yek ji wan jî El-Qaide bû. Endamên El-Qaide, heta ku malbata xwe ji bîr nekira çalakiya xwe ya fedayî pêk nedianî. Piştî El-Qaide, DAIŞ derket. Wan jî heman tiştî kir. Ger endamên DAIŞ’ê, destpêkê mal û milkên xwe, malbat û zarokên xwe nedana kêlekekê nediçû çalakiya fedayî nedikirin. Niha ji gelek netewan gelek serçeteyên DAIŞ’ê li gel me girtî ne. Heta niha jî perê van serçeteyan hene. Lê tekane tevgera ku xwe spart xizmeta bêyî berjewendî, bê dem (süresiz), bêyî ku hisabê kevirê gorekê jê re bikin Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Dest ji xanî, mal. milk û tiştî berdaye. Têkoşerên Kurdistani bi vê baweriyê şervanên xwe perwerde û zana kir. Yêk ji wan fermandaran Hevalê Nuredîn Sofî bû. Bi sedan, hezaran hevalên wî li dora wî kom bûn. Em çûn kîjan bajarî, şehîdên me ji wî bajarî mezintir bûn. Ev ne mijareke ku em pê qels û lawaz bibin. Berdêla ku hatî dayîn, me xurt dike, li ser linga dihêle û vîna me mezin dike. Baweriya me mezintir dike. Çima? Ji ber em dizanin ku; ne tenê ne. Yên xelkê; artêşa tang, top ş balafir hene lê ya me jî artêşa şehîdan heye. Partiya ku ava bûye, partiya şehîdan e. Mirov di taliyê de dê bigihê dawiya temenê  xwe. Ji dervî vê axê cihekî me yê din tine ye. Lê weke Serok APO dibêje; ‘‘Ya girîng ne ew e ku mirov çend salan dijî, ya girîng  ew e ku berhemek û şopek li dûv xwe hiştin e.’’.  Niha em hemû hevalên wî di beranberî wî de amade ne. Berhemên ku Hevalê Nuredîn Sofî hişt, kêm mirov karî bike. Kêm kes bandora ku wî kirî dikarîbû bike. Tişta ku hevalê Sofî, çêkir, afirand û ciwanî-bedewiya dayî heval û rexistina xwe kêm kes karî vê bike. Ne tenê ji bo xwe. Ev bandor û hezkirina xwe da gelên din jî. Hevalê Sofî, bi xweşiya ku dayî gelê xwe û hevalên gelê xwe serbilind in. Her şahadetek bi êş û zehmet e. Ez zarok bûm, li malê bi rojan û mehan li ser destî wî razam. Heta piştî salan, li wan çiyayan jî li ser dest û milê hevalê Sofî razam. Beriya demekê kurt jî me hevalê Sofî li ser milê xwe anî vir. Em ê çiqasî layiqî şehîdên xwe derkevin, ev li ser wijdanê me maye. Ev mijar bi sekn, hevaltî û dostaniya me ve girêdayî ye. Tiştên ji me tê xwestin ev in. Di dilê me de gelek deng û gotin hene. Lê zimanê me venagere ku ew hestên me bîne ziman. Ne ku ez biraziyê wî me û ew jî apê min e. Ew qehramanê me û gele xwe bû.

-Şahadeta Hevalê Sofî li ser civakê çiqas bandor kir?

Ev tevger beriya ku ava bibe me şehîdê xwe yê destpêkê da. Beriya ku Tevgera Azadîya Kurdistanê  bibe xwedî sempatîzan, rêxistin û çekek me şehîdê xwe da. Tolhildana Serok APO nedişibiya ti tolhildanekê. Tolhildana Serok APO bi qîmet û wate bû. Tolhildana Rêber Apo xizmeta mirovatiyê kir û bandoreke gelekî mezin ava kir. Li ser bedel û zehmetiyan Tevgera Azadiya Kurdistanê hat damezirandin. Yên bixwazin Tevgera Azadiyê nasbikin, divê li ser xwîna şehîdan nas bikin. Ev tevger li ser heqîqeta fedayiyan ava bû. Tekoşina Rojavayê Kurdistanê li ser rastiya dilnizm û fedakariyê avabû, YPG li ser xwefedakirinê avabû. Ev tevger ji roja destpêkê heta îro bi heman coş, xwestek, israr û manewiyatê heta roja me ya îro hat. Ruxmî ku êrîşên gelekî giran li ser me hebûn ev tevger karî xwe mezin bike û li ser lingan bimîne. Merasîma girseyî ya fermandar Nûredîn Sofî nîşanî me da ku ewqas berdêl hatin dayîn lê gelan komî serhev kir. Hat dîtin ku bê ku fikir û cûdaxwezî bikeve nav hemû pêkhate û rêxistinên Kurdistanî merasîma Şehîd Sofî de amade bûn. Mebi çavên xwe dît, di vê germa havînê de ger ji gel re bihata hiştin dê tabûta hevalê Sofî ji Dêrik heta Qamişlo li ser milê xwe bianiya. Ger em li mala dê û bavê xwe bûna, ti kes dê ji ber me ranebûna. Ti kes ne neçare ku ji bo rêzgirtinê ji ber me rabe. Lê li Dêrik, Qamişlo, Kobanê, Reqa, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên me rabûn û xwedî li şehîdên xwe derketin. Li Amedê jî gelê me rabû. Çima? Ji bo ku yek ji wan kesê li Amedê şer kirî jî Hevalê Nuredîn Sofî bû. Berpirsiyarê leşkerî yê Amedê bû. Ji Amed, Botan û Serhedê, heta Zagros û Ewropayê çalak bû. Ev bi xwe dîrokek e. Rast e, êşa me giran e, lê em bi vê serbilind in. Şahadeta her hevalekî ji me re cihê şanazî û sedema serfiraziyê ye. Bi her şahadetekê dîlan û govenda azadiyê berfirehtir dibe.

-Ji bo parastina mirateya Şehîdan û pêkanîna fermana wan, hûn weke endamê fermandariya QSD’ê çi dibêjin?

Serok APO vê dibêje; ‘‘ger tu tevlî Partiyê bibî, tu camêr î. Tu nikaribî jî alîkariyê bike.Tu nikaribî alîkariyê jî bikî, di nav şevbêrk û kombûnekê de gotineke baş di derbarê me de bêje. Tu vê jî nikaribî ji me re dua bike. Tu vê jî nikaribî bi tenê welatparêz be.’’

Ango li gor Serokê me, tu tevlî bibî jî û duayekê jî bikî dîsa tu camêrî. Wateya van gotinan çi ye? Yekîtiya ruhî ye. Yek ji me jî hevdû nasnake. Lê şehîdan vê yekîtiya me ava kir. Em hemû di bin al û wêneyên wan de digihên hevdû. Gotinên em bêjin, ti carî têrî kar û xebatên ku şehîdan kiriye nake. Tişta ji me re hiştî, dîrokeke bi serkeftinan ve dagirtî ye. Divê em vê dîrokê binivîsin. Ji zarokanî, heta ciwanî, serdema xwendekarî, tevlîbûna şoreşê û heta kêliya şahadeta xwe divê Hevalê Nuredîn Sofî bi çi şêwazî be divê bê zanîn û nasîn. Ev erk a me hemûyan e. Rêya Hevalê Sofî rêya me hemûyan e. Rojekê em ê jî vegerin axê. Li dervî vê ti lêgerîneke me ya din nîne û ji vê manewiyatê ti fikareke me tuneye. Em kêfxweş in ku; em di nav gel, heval, xizm û ehlê xwe de ne. Hemû heval û hogirên li vir amade û yên ne amade, bi me re heman êş û manewiyatê dijîn. Di sala 2022’yan de çûm li gel Hevalê Cemal, li ser hevalê Sofî 2 deqeyan axivî piştre sekinî û got ez nikarim biaxivim. Min ji hevalê Abbas pirsî, Ew jî got nikarim biaxivim. Rondik ji çavên wî niqutîn. Beriya demekê dîsa çûm li gel hevalan, min heval Cemal dît û ji min re got; dibe ku ez niha karibim di televîzyonê de li ser Hevalê Sofî biaxivim Altun, Hevalê Fûat (Ali Haydar Kaytan) û Hevalê Koçero gihaştin şahadetê. Van hevalan PKK’ê avakiribûn. Hevalê Koçero jî xwarizyê Serokatî bû. Di nav rêxistina me de bi hezaran hevalên me gihaştine şahadetê. Lê şahadeta Hevalê Sofî di asta giştî Kurdistanê de li ser tevgera me bandoreke mezin çêkir. Ev berdêl ji boyî me hemûyan gelekî giran bû. Ne ji ber ku em mervê hevdû ne. Ti têkiliya xwe bi mêrantiyê re nîne. Beriya hevalê Sofî, hevalê Riza Di cîhanê de, ti tevgerekbiaxivim. Tevgera  Azadiya Kurdistanê ku fermandarên xwe li pêş in tine ye. Ev taybetmendiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Fermandarên wê Tevgerê weke Gelhat weke Rûbar weke Sofî ya ne, her dem li pêş in û di dilê wan de dudilî nîne. Ji wan çi bê xwestin dikin. Ji eniya herî  paş heta eniya herî pêş ji boyî her derekê timî amade ne. Sekna Hevalê Nuredîn Sofî ji boyî me cihê serbilindî, şanazî û rûmetê ye. Hevalê Sofî di hema bêje hemû hemleya ku hemberî çeteyên DAIŞ’ê û komên çetr yên din de fermandari kir û têkoşîn meşand. Weke hevalê Mazlum ji ani li ser ziman bi kuştina serçeteyên DAIŞ’ê Ebubekir Bagdadi de roleke mezin list. Em çi qasi behsa hevalê Sofî Nuredîn bikin em ê kêm bimînin. Li gori têkoşîna ku rêheval Sofî da destpekirin, gelek tevlîbûn di malbatê de çêbun. Min qet bawer nedikir ku karibim li ser Hevalê Sofî biaxivim. Em deyndarê deyndarê rê heval Ji niha û şûnde jî wek heval û biraziyekî Wî çi ji destê me bê, em ê texsîr nekin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.