Idrîs Henan
Carinan koma statîk a hinek peyvên veguhêz, çi mecazî û çi rasterast bin, nikarin bi awayê sîstematîk wateya tiştekê yan jî buyeran biguherîne. Lê dibe li hinek herêmên bi sînor bi wate û hêza guhertina mezin bin. Lewre, her buyer û qewimîn li heman cih û zemanî wek hev nayên analîzkirin. Lê eger nêrîn dîrokî be, dibe wate were ravekirin û ders jê were derxistin. Ji ber vê jî biwêj û gotinên pêşiyan ên fena (Her Keleşêrek Li Ser Çîmena Xwe Diqîre), rastiyek civakî û siyasî ya kûr temsîl dike. Di vê biwêjê de “Keleşêr” nûnerê hêzê û hegemoniyê ye, aliyê din “Çîmen” jî temsîla jîngeh, sînorên cografîk, civakî û dîrokî yên naskirî yên serdestiya Keleşêr in. Ji xwe jî Qîrîn temsîla dengê siyaset, slogan û dengê heqîqetê ye.
Dema ku gelek têkoşîn û meşa xwe ya ber bi azadiyê ve bi amûrên biyanî bi rê ve bibe û dîlê rêbazên kirêkirî yên dûrî rastiya xwe ya dîrokî û civakî ne, dê nikaribe daxwazên xwe rewa bike û tam berovajî wê armancê, dê têkoşîna azadiyê, bi mentiqê Keleşêrê li ser serguyê xelkê qîr dike, veguhere kaosekê ku belayên mezin bi xwe re bîne ser civakê. Ango rewabûn lawaz dibe û wateya polîtîk exalq ji nav diçe ku ne li ser kokên resen şîn hatiye.
Di rewşeke wisa de xîtabên qebe tenê dibin “َQîrîn” ku nikarin di vê jîngeha biyanî de veguhere çalakiya bi bandor. Ev yek jî dê bibe sersebebê têkçûna hemû projeyan ku dûrî rastiya xwe ya dîrokî û civakî ne, di heman demê de têkîliya bi mîratê re jî qut dibe û resentî red dibe. Di encamê de valatiyek siyasî û civakî diafire ku bi awayekî sîstematîk, bê wate, xwe dubare dike. Ev jî fena kesê dixwaze kûpa avê ya kun tije bike ye. Ew jî kirinek bê mane ya dûrî heqîqeta avabûnê ye.
Di cewherê têkoşîn û xebata ber bi azadiyê ve ya ku pala xwe daye berjewendî û ecindeyên biyanî yên derveyî jîngeha neteweyî ya bê kok, herikandina vala ya enerjiya hundirîn heye. Êdî şiyanên xweser dibin mexdûrê berjewendiya biyanî ku ti carî bi rastiya civaka heyî re nabin yek. Ji ber vê jî, ti rastî û wateya wê herikandinê namîne. Eger bê niyet be, otokolekirin e. Eger bi zanebûn be jî, di jiyana koletiya xwefiroş de israrkirin e. Ji bo parastina çalakiya herikînê û bidestxistina nasnameya xweser, divê mîrata dîrokî, siyasî û civakî baş were fêmkirin û rast were vegotin. Bi xwe înkarkirinê guncaw nabe. Azadî ne caweke ku mirov ji derve bikire. Teyisandina vîna gelekî xwedî şopa dîrokî ya mezin e.
Li gorî vê zanebûna ku pala xwe daye binesaziyek xweser a çandî û civakî, çi projeyên siyasî yên biyanî hebin, nikarin bibin xwedî şansê jiyanê û ne jî dikarin guhertin û veguhertinê bi xwe re bînin. Angu nikarin li ber îradeya neteweyî ya gelekî xwedî azweriya azadî û rizgariyê, li ber xwe bidin û aqûbeta wan têkçûna mezin a sosret e. Ji bona gelekî; semaya li ber rîtmên keleşêrekî li ser çêrekên xelkê qîr dike, otoradestkirin e. Di heman demê de rêzezincîreke komên statîkên ê nesaz e. Ne mecaz û ne jî rasterast wate lê bar dibe. Di heman manê de jî, kirinek nepevhatî ya mantelîteya ku nayê analîzkirin e.





