Tekoşîn Amara/ Qamişlo
Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif diyarkir ku dewleta Tirk ji bo ku aramiya heremê têk bibe, da ku Sûriyeke navendî ava bike, bi rêya medya dîjîtal şerekê taybet û derûnî li ser heremê dide meşandin.
Piştî Konferansa yekhelwesta pêkhateyan ê ku di 8’ê Tebaxê de li bajarê Hesekê hat lidarxistin, dewleta Tirk ji bo ku di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de parçebûnê bide avakirin bi rêya çapemeniyê, bi zimanekê qirêj û tund êrîş dike. Di derbarê Rewşa heyî de Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye.
Tevî pêvajoya aşitî û civaka demokratîk, lê hîn dewleta Tirk dijminatî û dijbertiya xwe li hemberî Bakûr û Rojhilatê Suriyê didomîne. Bi taybet piştê konferansa yek helwesta pêkhateyan ku hat lidarxistin gef û êrîşên xwe li ser heremê zêde kir, li gorî dîtinên we sedemên vê yekê çi ne?

Sedema gefên rayederên Tirkiyê ku di demên dawiyê de pêş dikevin, naxwazin ku sîstemeke demokratîk û pirrengî di sûriyê de pêşbikeve, daxwaza wan Sûriyeke navendî ye. Ev jî dide diyarkirin ku di çareserkirina pirsgirêkan de hê jî bi hişmendî û rêbazên kevin dixwazin bikarbînin, armanca wan ji vê yekê ew e, ku em ji daxwazên xwe gav paşde bavêjin. Piştî civîna di navbera şandeya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta veguhêz ya Şamê de hat lidarxistin. Daxuyaniyên rayedarên Tirk zêdetir derketin berçav. Hewildanên wan ew e, bê ku em parastina maf û destkeftiyên xwe bikin dev ji destkeftiyên xwe berdin.”
Dewleta Tirk ji bo ku destkeftiyên heyî têk bibe û Rêveberiya xweser di heremê de lawaz bike, bi hemû hêza xwe ketiye nav liv û tevgerê; taybet bi rêya medya dîjîtal reşkirinê dike. Hûn vê çawa dinirxînin?
Raste! Îro bi rêya medya dîjîtal şerekê taybet û derûnî di asta herê jor de li ser heremên me tên meşandin. Armanca jê ewe ku hin bêhtir aramiya heremê têk bibe û fitnê di navbera gelan de bide çêkirin, herwiha baweriya gelê heremê ya li hemberê Rêveberiya Xweser û QSD’ê lawaz bike. Tevlîheviya ku di heremên Sûriyê de heyî derbasê qada Rêveberiya Xweser bike, wê jî wek hinceta destwerdanê bi kar tîne. Ev jî şerekê pir xetere, armancên wê gelekî xirabin, ew nêzîkatî û helwest xizmeta axa sûriyê û aramiya Sûriyê nake. Berûvajî vê yekê rê li sorkirinê vedike, armanca wan ya bingehîn derxistina şerekê navxweyî di nav pêkhateyên heremê de ye.
Piştê hevdîtinên Tirkiyê bi hikûmeta vegûhêz re, bi rêya çapemeniyê dixwazin Eşîr û pêkhatetan li dijî Rêveberiya xweser sor bikin, hûn vê pilanên wan çawa dinirxînin?
Yek ji sedemên şerê taybet ew e, ku di navbera pêkhateyên kurd û Ereb de aramiya heyî têkbibin û şerekê navxweyî derbixîne. Heger tişteke wiha bibe wê encamên wê gelek giranbin, ji ber ku rêjeyek Eşîrên Ereban di nav Rêveberiya xweser, QSD’ê û Asayîşê de cîh digrin. Angu di rewşek wiha de wê di nav pêkhateyên Ereb bi xwe de jî parçebûn û aloziyekî pir mezin derbikeve, eşîr bi xwe jî wê bibin du parç e. Dewleta Tirk dixwaze ku bi destê eşîran komployekî li ser heremê pêkbîne. Rûspî û endamên eşîran di ferqa komployên ku tên meşandin de ne, erkê herkesekê ye ku bi hişyarî û berpirsiyariyeke mezin vê komployê vala derxîne. Herwiha pêwîste ku herkes di ferqa van leyîstokên ku li ser heremê têne meşandin de be û bi wê ferasetê jî nêz bibe. Tiştên ku li Siwêda diqewimin bi heman senaryoyê li Bakûr û Rojhilatê sûriyê jî dixwazin pêkbînin, dema ku ev yek bibe wê encamên giran ji bo tevahiya Sûriyê bixwere bîne û wê bibe sersebebê ku şerekî navxweyî li tevahiya Sûriyê rûbide.
Li hember van êrîşên ku dixwazin di nava pêkhateyan de şerekê navxweyî derxin holê, di serî de erkên ku dikevin ser milê Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyan çi ne?
Erkên gelek mezin û dîrokê dikeve ser milê tevahî pêkhate û partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rûspiyên eşîran û Rêveberiya xweser. Pêwîste em gel û civaka xwe hişyar bikin ku nekevin nav leystokên qirêj de, ger şerek derkeve jî wê kes serkeftî dernekeve, şer wê rê li pêşiya keraseteke civakî veke û parçebûyîneke mezin bi xwe re bîne. Biratiya gelan ya ku bi saya xwîna şehîdan hatiye avakirin, bi vî şerî wê ev destkeftî û hevgirtina gelan ji holê rabe û wê alûziyên demdirêj bi xwe re bîne.
Rejîma Baas bi salan hewil da ku di heremê de fitnê û parçebûnê di nava gelan de derxîne holê, lê nekarî vê yekê pêkbîne; bi saya xwîna şehîdan, kar û xebatên rêveberiya xweser hevgirtina eşîran pêkhat û hemû hewildanên ku dixwazin parçebûnê bikin valederxistin. Rêveberiyên êşîran ketin wê ferqê ku zirareke çawa wê bixwere bîne dema ku şerê navxweyî biqewime, encama ku ji Siwêda derket jî li ber çave ye, tu kesî ji wî şerê ku rûdayî sûd negirt, berûvajî her ku çû rewşa heyî alûztir bû û bandora xwe li tevahiya sûriyê kir.
Pêwîste rewşenbîr bi rêya ragihandinê, civîn, nîqaş û medya dijîtalî hişyariyan pêş bixin. Civak û tevahiya pêkhateyan geleke bizanibin ku ev yek wê dawiya tevahî gelê Sûriyê bi xwere bîne û wê Sûriyê tevahî parçe bike. Herwiha pêwîste partiyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xwedan helwest bin û li hemberî kesên ku dibin amûr ji bona ku civakê ji hev parçe bikin û şerê navxweyî derxînin holê hişyar û xwedî helwestbin.
Bêguman pêwîste Rêveberiya xweser jî bi meclis, komîn û hemû pêkhateyên xwe jî bikeve nav liv û tevgerê de û bi riya civîn û komxebatan gel di vê derbarê de hişyar bike, xeterî û hesasiyeta rewşa heyî raxîne ber çavan. Ger em yekîtiya xwe ya hundirîn bi hêz bikin wê tevahî komplo û planên heyî vale derkevin. Di demên dawiyê de me bi hemû pêkhateyên xwe ve li hemberê DAIŞ û dagirkeriyê têkoşîneke bêhempa da meşandin. Di serî de dewleta tirk û çeteyên pêve girêdayî dixwazin tifaqa stratejîk ya ku di nava gelan de pêşketiye têk bibin. Lê li hemberî van hemû planan emê hevgirtin û yekîtiya xwe biparêzin, aramî û aşîtiya civakî pêkbînin.






