Ahmet Aktaş
Divê pêşî ev were gotin ku ji despêkê ve li ser pêvajoyê, gotin û hilwestên erênî hatin nîşandan.
Ji kesan heta sazî û dezgehan ên biçûk û mezin, ên netewî û navneteweyî, hema ji her cûre aliyan gotin û daxwiyaniyên erênî hatin bihîstin.
Bêgûman, aliyên yekser ên berpirsiyariyên pêvajoyê, aliyên Kurdistanî û dewleta Tirkiyeyê ne, lewma divê pêşî mirov bala xwe bidin hilwest û kiryarên van aliyan.
Hema pêşî em bala xwe bidin aliyên Kurdistanî û di serî de gotin, daxwiyanî û hilwestên Rêber APO û Tevgera wî.
Li pey wê, em bala xwe bidin kesayet, rêxistin û partiyên siyasî ên Kurdistanî, mirov dikare bêje ji ti kesan û nûneran gotinên nexweş nehatin bihîstin, bi piranî piştgrî hatin dayîn.
Her wiha mirov bala xwe bide aliyên navneteweyî jî, bi giranî erênî nêz bûn û destekên xwe, bi zelalî diyar kirin û hîn jî didomînin.
Ka îca em bala xwe bidin aliyê yekser têkildarên vê mijarê, di serî de dewleta Tirkiyê û li gel wê her 3 dewletên din ên dagirker Îran, Iraq û Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, ji bilî çend gotinên erênî, hema hema hilwest û kiryarên her 4 dewletên dagirker jî mîna hev in û neyênî ne, dijminkarane ne.
Dewleta Îranê, her heyv, nêzî 10 kesan darve dike û nîvên wan Kurdistanî û Belûcistanî nin.
Dewleta Iraqê, bi tevayî li gel siyaseta qirkirina Kurdistaniyan a dewleta Tirkiyeyê tevdigere; berdewam êrîşî ser Herêmên Parastina Medya, Mexmûr û Şengalê dike.
Rêveberiya Veguhez(demkî) a Sûriyeyê ya Colanî, dijî Kurdan, Durziyan, Elewiyan û hemû pêkhateyan, siyaseta dujminkarî her didomîne.
Dewleta Tirkiyeyê, ji xwe yekser rûberûyê/muxetebê vê pêvajoyê ye û gotina despêkê jî Devlet Bahçeli kir, ku ne kesekî ji rêze ye, belê hevkarê Serokê Rêveberiya Dewletê Receb Erdogan e.
Erê hinek gotin û gavên erênî jî avêtin weke damezrandina Komisyona Parlemenê, lê di demdirêjiya pêvajoyê de, sistayî û xemsarî ket gotin û kiryarên wan, ji xwe AKP, gelek li paş MHPê meşiya û bêdil xuya dike.
Li gel ku aliyê Kurdistanî di pêşengiya Rêber APO de, li gorî çarçova pêvajoyê bêkêmayî, belê bi tevayî barê ku bû para wan hildan ser milên xwe, bê dudilî û bê xemsarî, bi berpirsiyarî û dîsîplînî peywirên xwe cêbecê kirin û hîn jî bênavber didomînin, lê belê aliyên dewleta Tirkiyeyê, ji berpirsiyarîyên xwe gelek dûr dimeşin.
Hema di serî de, li gorî exlaqî û yasayên navneteweyî jî, ji bo ku ew û aliyê li himber, wekhev bibin xwediyê mafan, diviya Rêber APO ji zûve hatiba azadkirin.
Li pey vê gavê, diviya yasayên mîna QEYÛMAN, ji meriyetê hatiban rakirin, bi hezaran girtiyên siyasî ji zîndanan hatiban berdan, êrîşên li ser Rojava, Başûr û hemû Kurdistanê hatiban rawestandin û hwd.
Lê na herê, hema mînaka Hakan Fidan bi tinê wê siyaseta wan a qirêj û xapînok dide der, ku mîna koordinatorê dewletên dagirker Suriyeyê, Iraqê, Îranê û hwd. dixebite!
Lê dîsa jî divê, aliyên Kurdistanî hêviya xwe neşkînin û li gel Rêberê xwe, bi bawerî û biryardariyek mezin, meşa xwe ya kominalîzmê bidomînin!






