Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Jina Kurd sembola hêz û azadiyê ye’

24/08/2025
in JIN
A A
‘Jina Kurd sembola hêz û azadiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Endama Meclisa Dîplomasî ya Ewropayê Mizgîn Ehmed diyar kir ku jina Kurd jina bi rêxistinkirî ye û jina bi rêxistinkirî jinek bi bandor, hêz, îrade û zane ye û wiha got: “Jina Kurd mînaka hêz û cesaretê ye.”

Tevahî cîhan bi hêz û têkoşîna jina Kurd bandor bûne, jina Kurd bûye mînaka îradeya xort û cesaretê. Tevahî jinên cîhanê bi gotina Jin, Jiyan, Azadî bandor bûne û ji bo tavahî jinan ev gotin gîrîng e û wateyek wê ya kûr heye. Ev gotin li gel jinê kurd destpêkir û niha li tevahî cîhanê belav bûye, ev ne tenê sê peyvin lê belê wateyek wê ya tijî berxwedanî, têkoşîn, azadî, israr û hêz heye.

Di derbarê bandora hêza jina Kurd li cîhanê Endamê Meclîsa Dîplomasî ya Ewropayê Mizgîn Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Jinên Kurd nîşaneyên rêxistinkirinê û hêzê ne’

Mizgîn Ehmed da zanîn ku jinên Kurd jinên bi rêxistinkirîn e û wiha pê de çû: “Jinên Kurd li ser bingehê rêxistinkirinê xwe dane destpêkirin, ji be vê jî jinên Kurd sembola aştî û azadiyê ne. Dema ku rêxistin hebe, zanebûn, cesaret, hêz û îrade jî heye, ji ber vê yekê jinên Kurd bi bandorin. Li her derê jina Kurd ji ber hêz, berxwedanî û têkoşîna xwe bûna mînaka serbilindiyê. Bi rêxistinbûnê re zanebûn tê û eger zanebûn hebê tê wateya ku nexşerêya jiyanek azad ji xwe re diyar kiriye.

Li tevahî cîhanê û ji her jinekê re gotina Jin, Jiyan, Azadî bi watey e. silogana her jinekê ev gotinin. Ji bo redkirina tundiyê li ser jinan û neqebûlkirina destdirêjiyê, tundî, zor û desthilatdariyê, tevahî jinên cîhanê dadikevin kolanan û silogana Jin, Jiyan, Azadî dibêjin. Ev sê peyvin, lê wateya wê pir kûr e. Tevahî jinên cîhanê bi vê gotinê bandor bûne.”

‘Ev sedsalin  zordarî li ser jinan bû’ 

Mizgîn diyar kir ku  Ev sedsal, sedsala qirkirina gelan bû û wiha domand:  “Ev sedsal sedsala qetilkirin û qirkirina gelan bû, di nava wan de qirkirina û qetilkirina jinan jî bû. Li Şengalê gelek jin hatin qetilkirin, ji ber ku di wê demê de jinan xwe zêde bi rêxistin nekiribûn, lê di dema niha de jinan xwe bi rêxisrinkirin e û xwe perwerde jî kirine mînaka vê yekê jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku li wê derê jin bi awayekî rêxistinkirî ye herwiha cihê xwe di nava leşkertiyê, siyasetê, perwerdehiyê û hevseroketiyê de jî digire. Jina Kurd ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li belê li ser çiyayan hertim pêşengtiyê dikin û sembola hêz, cesaret û azadîxwaziyê ne. Jinê Kurd dema ku têkoşîn û şer ji bo azadiyê dike, ne tenê ji bo jinê Kurd lê belê ji bo tevahî jinên ku rastî zor û zehmetiyan tên dikin, ji ber vê yekê jî  tevahî cîhan bi jina Kurd bandor bûye. Tevgera jina Kurd bûye hêza dînamîkî ya guhertin û veguhertinê li tevahî cîhanê.”

‘Jinê li her derê pêşengin’

Endamê Meclîsa Dîplomasî ya Ewropayê Mizgîn Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berî niha bi salekê bi pêşengtiya jinên Kurd re komfederîzma demokratîk a jinên cîhanê re çêbû, gava yekem konferansa ku hemû welatiyên Ewropayê, aktîvîstên jinan beşdarî vê konferansê bibin û her kes li gorî nêrîn û zanebûn xwe xwedî li wê konferansê derkevin û di wê konferansê de gotin ku em dikarin komfederîzma demokratîk a jinên cîhanê ava bikin. Kar û xebatên me berdewamin û hewaldanên me hene ku em hemû jinên di nava rêxistinan de kombikin û bikin hêzek, ji bo ku em li hemberî sîstema kapîtalîst û qirkirina li ser jinan bisekinin. Ev sekna ku îro em disekinin bi saya ked û têkoşîna jinên Kurd ku 52 salin ked, têkoşîn û berxwedaniyê dikin ne , hemû serkeftinên ku îro dibin berhemên wan jinan e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.