Esma Mistefa/Qamişlo
Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn di 23’ê Tebaxa 2024’an li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHA’yê hatin şehîdxistin. Di salvegera yekemîn de rojnamevanên jin soza xwedîderketina li keda wan nû dikin.
Roja 23’yê Tebaxê 2024’an li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad ji aliyê balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk ya dagirker ve hatibû bombebarankirin. Di encam êrişê de her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. Her wiha 6 rojnamevanên din jî birîndar bibûn.
Hedefgirtina rojnamevanên jin ji aliyê dewleta Tirk ve ne cara yekemîn ku di heman dîrokê de di 23’ê Tebaxa 2023’an de dewleta Tirk xebatkarên Jin Tv li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedefgirtin û di encamp de karmendek şehîd ket û birîndarî çêbûn. Her wiha ji destpêka Tevgera Azaiyê û heyanî niha pêşeng û xebatkarên Ragihandina Azad tên hedefgirtin û binçavkirin. Helbet ev di çarçoveya tepsandin û ne eşkerekirina kiryar, sûc û êrişên ku ji aliyê dagirkeriyê ve tên kirin de dibe. Bûyerên hedefgirtina rojnamevanan li çar aliyên Kurdistanê tê kirin. Ev yek jî di bin bêdengiyeke navdewletî, tevger û rêxistinên parastina mafê rojnamevanan de tê kirin.
Bi salvegera yekemîn a hedefgirtina her du pêşengên ragihandina jin Gulistan Tara û Hêro Behadî li Silêmaniyê de, heya vê kêliyê jî sûcdar bê hesab û ceza ne.
Tenê di vê derbarê de dosya Şehîdkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê ya Iraqê hate kirin. Ji aliyê UNESCO (United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization – Organîzasyonên Çandî, Zanistî û Perwerdeyê yên Neteweyên Yekbûyî) ve li lîsteya ‘Rojnamevanên hatin qetilkirin’ hatin bicihkirin.
‘Asta xebatê me a niha ji keda şehîd Gulistan e’

Yek ji rojnamevanên ku bi şehîd Gulistan Tara re ma ye Endama Jin tv Zelal Çeto ye. Zelal di destpêkê de hemû şehîdên çapemeniya azad b bîr anîn û wiha ji rojnameya me re behsa rêheval Gulistan kir: “Bi boneya yekmîn salvegera şehadeta Gulîsat tara û Hîro behadîn em hemû şehîdên Çapemeniya Azad bibîrtînin şehîd Gulîstan kedek wê mezin di avakirina Jin tv de heye asta ku îro Jin tv gihaştiyê bi says keda wê ye.
Şehîd Gulistan ji bo xwe bighîna hemû jinan û bibe dengê wan, têkoşînk da meşandin û li her derê cihê xwe girt. Ji bo pêşxistina hevalê xwe li kêlek wan bû û bi wan re dibû alîkar. Helbet bi van gotinan mirov nikare şehîd Gulîstan pênase bike, em çi bînin ziman jî wê di xwedîderketina li keda wê de kêm bibe. Bê guman em dikarin vê yekê bi kar û xebatê xwe bibin layiq”.
Zelalê wiha axaftina xwe berdewam kir: “Şehîd Gulistan jinek rû li ken û bi hêz bû ku xwedî moral bû. Şehîd Gulistan bi terzê jiyana xwe em perwede dikirin ku em jê bandor dibûn. Hewil dida ku me fêrî her tiştî di jiyanê de bike. Ji bilî kar û xebatên ragihandinê di Jin tv de Kedek mezin da. Di heman demê de li Başurê kurdistanê xwediyê kedek bi heybet e û bi têkoşîna xwe bû hêz ji hemû jinên di xebatê çapemeniyê de”.
‘Armanc hedefgirtina pêşengên civakê ye’
Zelalê da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê di hedefgirtina keseyeta şehîd Gulistan û Hêro de xwest jinên pêşeng hedef bigre û wiha pê de çû: “Ne cara yekê ye dewleta Tirk rojnemevanên jin hedef digre her wiha ne ya dawî bû jî, piştî hedefgirtina şehîd Gulistan û Hêro gelek Rojnemevan hatin hedfgrtin. Dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina rojnemevanan bi taybt jî rojnevevanên ku bûne dengê civaka xwe yên ku li dijî hêzên desthlatdar têkoşîn dikin, dixwaze dengê rastiyê tune bike. Di kesayeta şehîd Gulistan û Hêro de armanca Dewleta Tirk ew bû ku jinên pêşeng, jinên ku ji bo civak û bi taybet ji bo jinan têkoşîn dikin, hedef bigrin. Lê berovajî vê yekê dema şehîdxistina hevalan, hêza me ya têkoşînê xurtir bû. Ji şehîdxistina wan hêrsa me ya li dijî dagirkeriyê xurtir bû.
Di dawiyê de em vê yekê dibêjin şehîd Gulistan û Hêro her wiha hemû hevalên me yên di oxira rastiyê de canê xwe feda kirin, bila giyana wan rihet be em şopdarê ked û rêya wan in. Heta dawiyê em ê bibin deng û rengê civaka xwe”.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di 30’ê Tebaxê de cenazeyê Gulistan Tara li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin û oxirkirin.






