Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevseroka Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziya Mihemed destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berpirsyartiyeke mezin e dikeve li ser milê jinan; Lewma jî ji bo serkeftina pêvajo û şoreşê pêwîstî bi hevgirtina jinan heye.
Di 27’ê Sibatê de, Rêber Apo bangek ji bo aştî û civakeke demokratîk kir, ku li qada navneteweyî û navxweyî deng veda. Da serkeftina vê pêvajoyê jin bi hev re dixebitin. Jin dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin ji ber ku Rêber Apo di peyamên xwe de jî tekez kir ku serkeftina wê bi jinan ve girêdayî ye.
Derbarê rola jinan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Remziya Mihemed diyar kir ku pêvajoya Rêber Apo a Aştî û Civaka Demokratîk ji bo parastina mafê hemû pêkhate û çandên li tevahî Kurdistanê jiyan dikin û wiha berdewam kir: “Civaka Demokratîk tenê wê bi civaka herêma Kurdistanê û Rojhilatan Navîn bê ava kirin.”
Însyatîf hem jî banga Rêber Apo daye destpê kirin, ji bo jinan roleke wê ya taybet heye, weke ku jinan di şoreşa Rojava de rola pêşengtiyê lîstin ku xwedî erk û misyoneke mezin bûn êdî di encamê de serkeftin pêk anîn û destkeftî bidest xistin, di heman demê de ji bo pêkanîna serkeftinê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dîsa erk dikeve ser milê jinan de.”
‘Serkeftina pêvajoyê li ser milê jinan e’
Remziya Mihemed destnîşan kir ku Rêber Apo di nameyên xwe de jî bal kişand li ser rola jinan di serkeftina pêvajoyê de û wiha anî ziman: “Rêber Apo di banga xwe de careke din ji jinan re dibêje ku erk û berpirsyartiya serkeftina pêvajoya aştiyê dikeve ser milê jinan, em ê vê bangawaziyê bi cih bînin û xebatan bikin ji bo temamkirina pêvajoya ku Rêber Apo destpê kiriye.”
Weke ku ji erkê me bû em şoreşa jinê biserbixin di şoreşa Rojava de bi feslefeya Jin, Jiyan, Azadî ku li tevahî cîhanê deng veda, îro erkek girngtir û zêdetir dikeve ser milê me. Şerê ku li ser gelê kurd bi taybet û tevahî gelê herêmê hate meşandin di hundirê wê de rola herî sereke jinan lîst, ku karîbûn parastina xwe, civak, nirx û destkeftiyên ku hatin bidestxistin bikin.”
’Careke din ji Îmraliyê felsefeyek aştî û jiyanê derket’
Remziya Mihemed di gotinên xwe de destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo çareseriya herêma Kurdistanê bi taybet û Rojhilatan Navîn bi giştî ye; wiha zêde kir: “Di demkê de ku herêmê di nava şereke mezin jiyan dike û bi salan komkujî, qetilam li ser tevahî pêkhateyên herêmê pêk hat bi taybet li ser gelê kurd, beriya wê jî derheqê gelê Ermen, Suryanî, li Şengalê herwiha qirkirinên li ser mezheba elewî û durziya, Rêber Apo bangeke dîrokî kir ji bo çareseriyê.”
Ji nava tecrîdeke ku 27 salan berdewam dike û di zindaneke tarî de û hevdîtinên her çend salan, Rêber Apo careke din ji hundirê Îmraliyê felsefeyeke ji bo jiyan, aştî û çareseriyê derxist, di demeke ku hewcdariya cîhanê bi pêvajoyeke wiha hebû.”
‘Bi hevgirtina jinan serkeftin wê pêk were’
Di dawî de Remziya Mihemed tekez kir ku xebat û têkoşîneke mezin ji bo serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêwîste û wiha got: “Bi hevgirtin û yekbûna jinan serkeftina pêvajoyê wê pêk were, di heman demê de pêwîste pêkhateyên herêmê yekîtiya xwe bidin ava kirin, ji ber sîstema cudabûnê ku dewletnetewan di navbera pêkhateyan de avakiribû gelek qirkirin pêk hatin, ji bo derbaskirina van qirkirinan êdî em di jiyaneke hevbeş û aram bijîn pêwîstî bi hevgirtin û yekîtiya gelan heye bi taybet a jinan.”






