Ronahî Sadûn/Qamişlo
Jineolojî ji sala 2017’an de li Zanîngeha Rojava bi fermî weke beş hate vekirin, ji wê demê heya niha nêzî 5 nifşên jineolojî der çûne, îsal jî vê beşê Mastera xwe regihand, berpirsyara Beşê Jineolojî Zozan Mihemed diyar kir ku di 17’ê Tebaxê de vekirina masterê hate ragihandin, armanc ew e xwendekarên ku zanîngeh bidawî kirine asta xwe ya zanistî li pêş bixin.
Jineolojî weke têgîn tê wateya “Zanista Jinê” lê ew ne tenê zanista jinê ye, zanista civak û jiyanê ye jî ku ev zanist dikeve bin xizmeta civakê de.
Sedema Jineolojî hate pêşinyarkirin
Jineolojî ji hêla Rêber Apo ve di pirtûka wî ya Sisyolojiya Azadiyê di sala 2008’an de hate pêşinyarkirin. Gelek sedem hene ji bo avakirin zanista jineolojî, yek jê hemû zanistên civakî yên ku derbas bûye bi fikrekî desthilatdarî ya mêr hatine şîrovekirin ku hemû pirsgirêkên derketine nav civakê û hemû kesên ku tevlî çareserkirin wan pirsgirêkan bibin bi hişmendiya desthilatdar bû, di wir de rola jin nebû, lewra pêwîstî hat dîtin ku pêwîstiya jinê bi zanistekê heye ew jî zanista “Jineolojî” be. Zanista Jineolojî weke sererastkirinekê ji bo civaknasiya derbasbûyî ye. Li ser vê bingehê Jineolojî zanisteke girîng hate pêşinyarkirin.
Berî Jineolojî di Zanîngeha Rojava de were vekirin, di nava civakê de weke fikir hate nîqaşkirin, gelek kar û xebat derbarê wê de hate meşandin. Êdî civakê bi xwe pêşinyar kir ku jineolojî ne tenê wek fikir bimîne, lê weke beşekî di nava Zanîngehê de cihê xwe bigre. Ji ber vê yekê piştî vekirina Zanîngeha Rojava ku di sala 2016’an de deriyê xwe vekiribû, Beşê Jineolojî jî piştî wê bi salekê ku di Mijdara 2017’an de bi rengekî fermî hat vekirin.
Destpêka ku Beşê Jineolojî li zanîngehê hat vekirin, hejmareke ji xwendekaran tevlî bûn, ew jî xwendekarên jin bû. Di wê demê de jî ji aliyê mamoste û berpirsyarên vê beşê astengî hatin kişandin ku hin malbat nezanebûn derbarê vê zanistê de li cem wan hebûn û ji aliyê hin malbatan ve jî neqebûlkirin hebû ku ew malbatê hîna di bin bandoriya hişmendiya desthilatdariyê de bûn, lewma pirs di serê wan de dihatin kirin ku zanista jinê çi ye, wê xizmeta çi bike û hwd…, lê dema ku xwendekar tevlî vê beşê bûn guhertin li cem wan çê bû, ew xwendekar bixwe jî malbat xwe guhertin, nimûneya wê 3 xweşik ji heman malbatê di vî beşê de bi salên cûda derçûne ku ev jî pêkanîna guhertinê di nava malbatê de tekez kir. Astengiyeke din ew bû ku ev beşekî nû bû, lewma di peydarkirina pisporên wê de astengî dihatin kişandin.
Xwendekarên jineolojî guhertina civakî pêk tînin
Ji sala 2017’an û heya niha nêzî 5 beş ji xwendekarên Jineolojî derçûne. Ew xwendekarên ku derçûne jî ne tenê weke derçûnekî normal ku tenê derbasî dibistanê bibin û mamostetiyê bikin, lê xwendekarên Jineolojî di hemû Saziyên Rêveberiya Xweser de cihên xwe digirin, ev yek jî bi zanebûn hatiye kirin ku armanca wê ew e xwendekarên Jineolojî di kîjan saziyê de kar bike, fikirê jineolojî di wê saziyê de parve bike, guhertinê li cem endamên wê saziyê çê bike, êdî endamê wê saziyê jî guhertinê di nava malbata xwe de pêk bîne, malbat jî beşek ji beşê civakê ye, bi vî rengî guhertina civakî pêk tê.
Li kêleka wê jineolojî ne tenê weke beş di zanîngehê de, jineolojî weke meteryalekî giştî di hemû beşan de wek semîner tê dayîn û pêwst e xwendekar di sala xwe ya xwendinê de wek meteryaleke giştî jineolojî bibîne. Armanc jê ew e ku hemû xwendekar fikrê jineolojî nas bikin.
Jineolojî ji bo jinên cîhanî girînge
Beşê Jineolojî ne tenê metiryalê girêdayî bi jinê tê stendin, lê meteryalê sisyolojîk, felsefî, dîrokî û hemû meteryalê girêdayî civakê ye. Girîngiya vê beşê ne tenê ji bo xwendekarên jin ê Rojava heye, lê ji bo jinên Rojhilata Navîn û Cîhanî xwedî girîngî ye. Ji bo wê jî rojane jinên pispor û ekademisyen ên derveyî Rojava berê xwe didin Beşê Jineolojî dixwazin wê nas bikin û fêrî wê bibin, ji ber ew beşekî nû ye. Hem ew bi xwe li semînerên vê beşê amade dibin û tekez dikin ku ew jî amedene çi bê xwestin derbarê dîrok û tevgera jin de, bikin. Ev yek jî di nava qonaxa de hatiye meşandin ku li Zanîngeha Birîmin di hundirê qonaxeke temamî de semînerên hevbeş yên Beşê Jineolojî ya Zanîngeha Rojava ku pêşkêşiyên xwe ji wan re dikirin, hem wan jî pêşkêşiyên xwe Beşê Jineolojî re dikirin. Ji bilî vê zanîngehê gelek zanîngehên din jî yên Hamburg, Amsterdam ku gelek komxebatên hevbeş di navbera Beşa Jineolojî û wan de tê meşandin ku ew dixwazin Zanista Jineolojî û Sîstema Rêveberiya Xweser nas bikin, hem yên Zanîngeha Rojava jî yên Beşên Jineolojî jî pirsgirêkên civakên wan û tevgerê jinên ku li cem wan hatine meşandin nas bikin. Jineolojî ne tenê ji bo jinên Rojava lê ji bo jinên cîhanî ye.
Derbarê vekirina masterê di Beşê Jineolojî de, berpirsyara Beşê Jineolojî Zozan Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

Zozan Mihemed da zanîn ku xwendekarên ji Beşê Jineolojî derçûne daxwaza vekirina masterê kirin û wiha got: “Xwendekarên me yên ku di Beşa Jineolojî de derçûne, daxwaz kirin ew jî wek beşên din masterên wan were vekirin, da ku asta xwe ya zanistî hîn li pêş bixin. Di heman demê de gelek jinên ekademisyen xwegîhandin me û digotin; gerek Jineolojî ne tenê weke lîsansek be, lê Jineolojî weke masterekê were ragihandin, ji ber ku pêwîstiya civakê ne tenê ya Rojava, lê ya Rojhilata Navîn jî pê heye, ji bo wê divê Jineolojî êdî bikin masterek. Me jî dem guncav dît ku em mastera xwe ragihînin, ji bo ew xwendekarên me yên ku di vê Beşê de derçûne, mamosteyên me yên Jineolojî derfetê bidin pêş wan, hem jî xwendekarên ji beşên din derçûne, derfetê ji wan re vekin ku tevlî Mastera Jineolojî bibin.”
‘Ji bo bilindkirina asta ekademîk vekirina Mestera Jineolojî’
Zozan Mihemed dîroka ragihandina Mastera Jineolojî eşeker kir û wiha pê de çû: “Mastera me hat ragihandin dîroka tomarkirina wê jî ji 17 heya 24’ê Tebaxê bû, heya niha jî hejmarek ji xwendekaran xwe tomar kirine, hem jî daxwaz li ser wê pir heye. Girîngiya mastera me jî ji bo bilindkirina asta ekademîk a jinan ne, hem jî li gorî daxwaza xwendekar û mamosteyên me ku beş bi rengekî fermî were vekirin. Di heman demê de li gorî daxwaza jinên azadîxwaz û ekademisyen ên li ser asta Rojhilta Navîn û Cîhanê bû, jinên ekademisyen jî li pêşiya me alîkariya xwe parvekirine gotine; ku em dikarin bi we re alîkarbin, model, semîner û komxebatan bidin meşandin û bidin.”
Şert û mercên qebûlkirinê ji bo mastera Jineolojî
Zozan Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Standerek cîhanî heye em jî xwe dispêrin wê, ji ber em nikarin jê dûr kevin. Yekem şertê me ku xwendekar lîsansa xwe bidawî kiribe yanî zanîngeh bidawî kiribe ku xwedî bawernameya zanîngehê be. Ya din ezmûneke qebûlkirinê wê di 22’ê Îlonê de were çêkirin. Hem jî wê hevdîtinek piştî ezmûnê de were çêkirin. Ji bo ezmûnê jî wê çend pirtûk werin parvekirin ji xwendekarên ku hatine xwe tomar kirine, ew ê wan pirtûkan bixwînin, li ser wan pirtûkan jî xwendin, analîz û şîroveyên xwe bikin, hem jî rexneyên wan heger li ser pirtûkê hebe bînin ziman. Ji bo vê jî wê komîteyek were avakirin û di rêya wê komîteyê de jî hevdîtin were çêkirin. Şert û mercên qebûlkirinê ji bo Mastera Jineolojî wê 3 tiştan bigre dest, yek pileya xwendekar a zanîngehê ye, ya duyemîn ezmûn û ya seyemîn hevdîtin e, bi van 3’yan rêjeya dawî ya qebûlkirinê derdikeve.
Beşên ku dikarin tevlî Mastera Jineolojî bibin jî ev in; Jineolojî, Dîrok, Sosyolojî, Felsefe, Perwerde, Zanistên Siyasî, Wêje, Ziman, Mafnasî û Ragihandin, sedemên ku ev hatin hilbijartin jî ew e ku ji ber em nikarin Jineolojî ji van beşan qût bikin, ji ber xwendekarên ev beş xwendine bingehekî wan heye ku dikare mastera xwe li ser bingehê berdewam bikin. Ji bo kesên bên qebûlkirin jî ne tenê bawernameyên Rêveberiya Xweser in, lê yên hikumeta Şamê jî têne qebûlkirin, lê em di vir de tekez dikin li ser zimanê Kurdî ji ber xwendin û têzên wan wê hemû bi zimanê Kurdî be, ji ber kesên ku vê projeyê bidin meşandin wekî ekademîsyen û bijîşkên li Ewropayê doktora didin, ew jî zimanê Kurdî dizanin, lewma kesên tevlî masterê bibe divê Kurdiya wan xurt be. Xwendina Mastera Jineolojî wê nêzî 2 salan be, salek derbarê modêlan be ew jî ji hêla bijîşkên jin ên pispor bêne meşandin, ya din jî wê tez were hilbijartin ji hêla xwendekar û şêwermend bê diyarkirin heta ku xwendekar teza xwe bidawî bike.”






