Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji destpêka salê ve 2248 qezayên Tirafîkê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane

23/08/2025
in NÛÇE
A A
Ji destpêka salê ve 2248 qezayên Tirafîkê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Ji destpêka sala 2025’an û heta niha, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2248 qezayên trafîkê rû dane. Rêveberê Tirafîkê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eymen Ibrahîm diyar kir ku sedema bingehîn ya qezayên tirafîkê nepêkanîna zagon û hişyariyên tirafîkê ne.

Ji bo xizmeta civakê, di dawiya sala 2013`an de navendek bi navê ewlehiya civakê hat avakirin, paşî di sala 2014`an de navê wê veguherî navenda tirafîkê. Weke tirafîk bi demê re kar û xebatên xwe pêşxist û gelek xizmet ji bo rêxistinkirina civakê kir. Di vê çarçoveyê de Rêveberê Tirafîkê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eymen Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.

Eymen Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kar û xebatê trafîkê ji destpêka salê heya roja îro û wiha got: “Ji bo kar û xebatên me yên sala 2025`an, bê guman ku di destpêka vê salê de rêjîma Baas hat helweşandin û ev jî bû sedem ku gelek tevlîhevî di hundirê herêmê de were derketin, em dikarin bêjin ku di aliyê lev û tevgerê de belavbûyinek çêbû. Ji ber vê yekê me têkiliyên xwe bi rêveberên Ewlîkariya Hundirîn re xurtir kir da ku di aliyê çûn û hatina erebeyan sîstemek û kontrolek baştir were kirin. Ji ber ku piştî hikumeta Şamê ya veguhêz hatiye li ser desthilatdariya Şamê çûn û hatine erebeyan zêde bû û hinek tevlihevî derketin. Li ser vê bingehê biryar hat dayîn ku 3 derî werin vekirin ji bo çûn û hatinê, 1- deriyê milê Tepqayî 2- deriyê milê Ebûasî 3- deriyê milê Dêrezorê. Bêguman çi erebeyek ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê were derbaskirin, mîna ji Şam, Heleb û beravê em wan erebeyan qeyd dikin wekî tedbîr, herwiha ev jî wekî birayarên nû hatine girtin ku em ji bo parastina herêmê, pêwîst e em nas bikin ku ev erebe ya kê ye, kengî û çawa derbasî herêmê bûye.”

Perwerdeyên fêrkirina ajotina erebeyan

Ibrahîm destnîşan kir ku kar û xebatên trafîkê bi awayekî rêxistinkirî tê meşandin û wiha domand: “Kar û xebatên me yên Tirafîka Bakur û Rojhilatê sûriyê bi awayekî sîstematîk û rêxistinkirî tê meşandin, karên me yên rojane ew e ku displîna erebeyan di hundir û derveyî bajaran de werin çêkirin, di heman demê de erebeyên ku nehatine qeydkirin, bi awayekî fermî tên qeydkirin. Belê me di vê salê de hin biryar dexistin, ji bilî biryara ku 3 deriyê di herêmê de werin vekirin. Gelek kes hene ku erebeyên xwe kirine dibistan, bê agahiya rêveberiya Tirafîkê û dûrî çavdêriya wan xelkê fêrî ajotine erebeyan dikin. Ev ji dibû asteng li pêşiya karê me ku her kes xwe fêrî ajotine erebeyan dike bi awayekî ne fermî, ev jî dibû sedem ku qazeyên erebeyan zêde bibin. Ji ber vê yekê me biryar girt ku ev kesên perwerdeyên fêrkirine ajotina erebeyan didin bila serdanî ofîsa trafîkê bikin, da ku wekî ezmûnek ji wan re were çêkirin û li gor ezmûnên wan wê qoçanê perwerdeyên fêrkirina ajotina erebê ji wan re werin derxistin. Bê guman wê li gor şert û mercên sîstema Tirafîkê tevbigerin. Her wiha dibistanên me yên fîrkirina ajotine erbê hem yên girêdayî trafîkê, hem jî yên sivîl bi awayekî rêxistinkirî berdewam dike.”

Perspektîf ji bo ajokaran tên dayên

Eymen diyar kir ku di herêma me de asta zanebûna ajotina erebeyan li cem welatiyan kême û wiha pêde çû: “Asta welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya zanebûn û fêmkirina ji ajotine erebeyan lawaze, di heman demê de ne pêkanîna zagonên trafîkê dibe sedem ku hijmara qazeyên erebê zêde bibe, me hin perspektîf ji bo ajokaran bi rengê biruşûran dan belav kirin hem jî li ser malperên Tirafîkê yê sermî hat berlav kirin, heta me di hindirê wan perspektîfan de diyar kir ku pêwîste xurtkirina erebeyan di hinder û drveyî bajar çiqas be, da ku ne be sedem qazeyan bi xwe re bîne û hîn zêdetir bi baldarî bajo.”

Astengî û zehmetî

Eymen Ibrahîm derbarê astengî û zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin wiha got: “Yek ji astengiyên û zehmetiyên derdikevin li pêşiya me ku welatî asta zanebûna wan a ajotina erban lawaze û dibe sedem ku pirsgirêk zêde dibin. Ya duyemîn jî ev ciwanên bi temen biçûk ku bê perwerde û qoçanê erebê tajonin, her ku em ceza li pêş dixin jî her ev pirsgirêk xwe dubare dike. Ya din jî hijmara erebeyan di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdene, êdî herêm tije erebe bûne û bênesaziya herêma me biçûke, ew riyên fereh û mezin tune ne heya ku bi hijmarekî wiha bilind erebe werin bi kar anîn, her wiha ev dibe astengî û zehmetî li pêşiya Tirafîk, ji ber ku rê li pêşia qazeyan digire, di heman demê de di wan kolan û bajarên teng de û bi hijmarek ewqas bilind ji erebeyan em dixwazin dûzenek were çêkirin û pirsgirêkên qaza û belvbûne bajar dernekeve, bê guman hete ku rê nabe alîkar ji ajotine erebeyan re, yek ji sedemên pirsgirêkên qazeyên erban rê ye, Tirafîk pir zehmetiya dikşînin, bi taybet ku hijmara Tirafîkê ne têrkere ji hijmarekî wiha bilind ji erebeyan re, pêwîste hijmara Tirafîkê zêdetir be da ku kontrolek were çêkirin. Lê belê têkiliya me bi saziyên eleqdar re hene mîna Şaredariya gel, yekîtiya ajokaran û ofîsa veguheztinê bi rengekî rojane em bi hevre têkiliyê dikin da ku pirsgirêkên erebeyan zêde nebin û bi Tirafîkê re bibin alîkar.”

Sedemên qazeyan

Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Sedemên ku qaze zêde dibin, ew e ku welatî li gor zagon û perspektîfên Tirafîkê tevnagerin û gorxwebûyin li cem wan pêşe, yek ji sedemên qazeyan, ku ciwanên bi temen biçûk erebe û mîtoran bi rengekî pir xurt û ne baldar tajonin, ji bilî xurtkirinê ne perwerdekirî ne. ya din jî me biryar derxist ku camên erebeyan newin reşkirin (fîmekirin) lê dîsa jî em dibînin ku çawa welatî guhdar nake û camên ereba xwe hemî reş dikin, ev dibe sedem ku ajokar li pêşiya xwe nebîne û qaza çêbibe, her cara ku trafîk van kesên li gor biryarên Tirafîkê naçin tên cezakirin, lê disa jî encan lawaze, eynî kêmasê xwe dubara dike. Ji bilî vê jî gelek ajokar hene di dema ajotinê erebê serê wan di telefonan de ne, ev jî debe yek ji sedemên herî mezin yên qazeyan, eger mirov di ajotine erebê de ne balder be û mêjiyê wan ne li ser rê be wê mal û can jî bide. Sedema din jî xurtkirina erebeyan di hundirê bajaran û derveyî bajaran. Niha me nêzî 200 zagon ji ajokaran re diyarkiriya, bê guman yê ku gor wan zagonan neçe helbet dibe sedem ku qaze çêbike.”

 Perwerde û pesporî

Eymen diyar kir ku di destpêka vê salê gelek gef li pêşiya wan derketin û wiha pê de çû: “Ji bo perwerdekirina endamên trafîkê, vê salê gelek gef li pêşiya me derketin, mîna êrişên dagirkeriya Tirk û hedehgirtina wê ji cihê Tirafîk, Ewlîkariya Hindirîn û Akademiyên perwerdê, ji ber vê yekê derfetên perwerdekirinê û pesporiyê çênebûn. Perwerdeyên îsal piraniyên wan di hundirê navendan hatin dayin û ev yek ne têrker bû, ji ber ku di aliyê meslekî de lawaz man. Em dikarin bêjin ku kêmasiyên me yên kêmbûne dîtina perwerde hene, lê em hewil didin ku em perwerdeyên xwe yên fikirî û meslekî bi awayekî serkeftî bidin, heya ku em kêm perwerde didin endamên tirafîkê wê ewqasî pirsgirêk û kîmasî zêde bibin, çareseriya kêmasiyên tirafîkê perwerde ye.”

Xebatên dema pêş

Eymen Ibrahîm kar û xebatên demên pêş eşkere kir û wiha got: “Niha em hazirtiya dibistanekî ji bo perwerde fêrkirina ajotina erebeyên mezin, di Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekem dibistanek wiha ji bo perwerde fêrkirina erebeyên mezin tê vekirin. Çênabe ku kesek li ser hemî erebeyên mezin kar bike ango bibe ajokar, êdî her erebeyek mezin wê ajokar û pawernameyên wê cûde be, li ser vê bingihê kesê ku bixwaze li ser çi erbeyên mezin xwe ferî ajotinê bike dikare were xwe û navê erebeya ku dixwaze li ser perwerdê bibîne qeyd bike. êdî qoçanên erebeyan wê li gor her erbeyek cûda be.”

Banga me ji bo gel

Rêveberê Tirafîkê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eymen Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de wiha: “Banga me ji bo tevahî gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku zagonên Tirafîkê pêk bînin û bi me re bibin alîkar, bila belavbûyin di hindirê bajarên me de pêş nekevin, ev yek jî ne tenê ji Tirafîkê tê xwestin, bê guman ji gel jî tê xwestin.”

Bîlançoya 8 mehan a binpêkirin û qezayên trafîkê, herwiha encamên qezayan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha ne:

Bi giştî 406 hezar û 479 binpêkirinên trafîkê hatin tomarkirin.

Bîlançoya qezayan:

Hejmara giştî ya qezayan: 2 Hezar û 248.

Hejmara kesên ji ber qezayan jiyana xwe ji dane:114.

Hejmara kesên ji ber qezayan birîndar bûne: 1255.

Hijmara erebeyên ku ji herêmê hikumeta Şamê derbasî herêma Rêveberiya xweser bûne: 13511

Perwerdeyên ajokariyê

Hejmara dewreyên perwerdeyê yên vekirî yên fêrkirina ajokariyê: 66.

Hejmara kesên ku ji bo ezmûna ajokariyê serlêdan kirine: 3 hezar û 756.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.