Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di Roja Aştî ya Cîhanî de Em ê encama kampaniyê diyarî Rêber Apo bikin’

23/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Di Roja Aştî ya Cîhanî de Em ê encama kampaniyê diyarî Rêber Apo bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Rêveberê Însyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Apo Ferzende Munzir diyar kir ku heta Kampaniya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin” bighêje armanca xwe wê xebatên xwe yên bê navber bidomînin.

Di bin drûşmeya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin” de, di 5’ê Pûşperê de kampaniyeke cîhanê hate destpêkirin da ku dewleta Tirk bi awayekî zû rê li pêşiya hevdîtinan bi Rêber Apo re veke. Di 20’ê Tebaxê de jî Însyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan piştgirî û tevlîbûna xwe ji bo kampaniya raghandin.

Derbarê rahgandin, kar û xebatên kampaniya Rêveberê Însiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir ji Rojnameya me re axivî.

‘Kampaniya rêbazeke têkoşînê ye’

Rêveberê Însyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku kampaniya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” rêbazeke ji rêbazên têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ye û wiha got: “Kampaniya ku di 5’ê Pûşperê destpêkir di demeke kêm de di seranserî cîhanê de belav bû û gelek kesayet sazî û rêxistinên di asta cîhanî de tevlîbûn, armanca kampaniya berî her tiştî hêvî û xwena her kurdekî azad e herwiha zanyar, fîlezûf, profîsor û zanistavan di seranserî cîhanê de ku dixwazin Rêber Apo bibînin.”

Xebatên kampaniya

Ferzende Munzir wiha lê zêde kir: “Em ê hewil bidin komeke baş ji hiqûqnas, akademîsiyen, rewşenbîr, siyastemedar, serokê eşîr û olderan li ser asta Sûriyê tevlî kampaniyê bikin. Ji xwe ev kampanî vê carê wê tenê kesayetên bi bandor di nava civakê de tevlî kampaniya bibin. Ji bo komkirina navên kesayetên ku dixwazin tevlî kampaniya bibin, di riya komîteyan de ye ku li ser asta herêman hatiye avakirin, hevdîtin û nîqaş bi kesayetan re tê kirin, piştre eger dixwazin Rêber Apo bibînin navê wan têne tomar kirin. Ji bo kesên dûr di riya wesîleyên medyayê danûstendin bi wan re tê kirin û navê wan tê tomar kirin eger bixwazin. Li ser asta herêman komîte hatiye avakirin ji du endam heta sê endaman tê kirin.”

Ferzende Munzir wiha berdewam kir: “Kampanî 10 rojan wê berdewam bike heta ku kampanî bighêje aramnca xwe, em dixwazin di Roja Aştî ya Cîhanî de encama kampaniya diyarî Rêber Apo bikin, em ê encama kampaniya û navên kesayetan ji Netewên Yekbûyî, Meclisa Ewropa, CPT, Meclisa Hiqûqî ya Netewên Yekbûyî û Wezareta Edaleta Tirkiyê bişînin.”

‘Fikr û felsefeya Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkan e’

Ferzende Munzir diyar kir ku ji ber girêdana Rêber Apo bi azadî, demokrasî, aştî û nirxên mirovahiyê hişt ku civak xwe li dora wî bigre û wiha anî ziman: “Nerîn, fikir û felsefeya Rêber Apo di van rewşên hestiyar de ku cîhan û herêm tê de derbas dibe çareserî ye.

Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo bi banga xwe ya dîrokî bandoreke mezin li ser Tirkiyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi giştî kir, tevî gavên ku têne kirin ji hêla Rêber Apo, lê dewleta Tirk heya niha gavên cidî neavêtiye pêş ji bilî avakirina komîteya ji bo guhertina qanûn û destûrê, lê ew jî bi giranî tê meşandin. Ji ber vê yekê em dibînin ku kampaniya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” rêbazeke têkoşînê ye ku tê kirin da ku zext li ser dewleta Tirk bê kirin ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo.”

Rêveberê Însyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir destnîşan kir ku têkoşîna siyasî, cemawerî, civakî, hiqûqî û siyasî dihêle ku bi awayekî berbiçav zext li ser dewleta Tirk bê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev kampanî dê bibe wesîleyeke ji bo bi rehetî Rêber Apo bi dost, gelê xwe û raya giştê re nêrînên xwe bîne ziman herwiha da ku karibe bandorkê baş bide pêvajoya ku daye destpêkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.