Dilîn Ehmed/Qamişlo
Ji bo parastina mafê gelê Kurd li seranserî cîhanê parêzerên Kurd avakirina Hevgirtina Parêzerên Kurd wekî erkekî neteweyî dîtin. Parêzera Kurd Ahîn Heyder diyar ku piştî dewleta Tirk bajarên Kurdan dagir kir, wan ji bo bidestxistina mafê gel yê li herêmên dagirkirî, dest bi xebatê kirin.

Tevî ku bi sed hezarê salaye dijminê gelê Kurd ew kirine çarperçe, lê gel dev ji azadiya xaka xwe bernedaye. Ji dema parçekirina xaka Kurdistanê û heta roja îro, gel bi têkoşîneke bê hempa li hember dijminê hov li ber xwe dide. Gelê Kurd axa Kurdistanê bi xwîna keç û xortên xwe av daye. Sûrî jî yek ji perçeyên ku gelê Kurd di nava xwe de vedihewîne, lê ew mîna canekî bê giyan dijîn. Lê pitşî şerê Sûriyê yê navxweyî û hilbijartina gelê Kurd ji bo xeta sêyem, şoreşa 19`ê Tîrmehê bû çirûska azadiya gelê azadîxwaz. Ne tenê gelê Kurd hemû pêkhateyên hermê, bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi xwebirêxistnê kirin. Lê ji ber ku dewleta tirk naxwaze Kurd bighêjin mafê xwe, bi rêxistin û avakirina komên çekdar, bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi dare zorê dagîrkir.
Ji bo parastina mafê gel yên li herêmên dagîrkirî werin parastin, parêzerên Kurd li seranserê cîhanê 31`ê Çileya 2024`an de dest bi xebatê kirn. Herwiha di 4`ê Sibata 2025`an de li gorî pêşketinên li li herêmê çêdibû Hevgirtina Parêzerên Kurd hat avakirin. Di 28`ê Hizêranê de li Alamaniya li bajarê Bun Hevgirtinê yekem Konferansa xwe li dar xist. Hejmara parêzerên ku di nava Hevgirtinê de cihê xwe digirin 60 parêzerin Kurd ji herçar perçeyên Kurdistanê ne.
Li ser kar û xebatên Hevgirtina Parêzerên Kurd, parêzera bi navê Ahîn Ebdulhekîm Heyder ku ew jî di hevgirtinê de cihê xwe digire ji rojnameya me re axivî. Ahîn diyar kir ku, ji destpêka şerê SûrÎ pêwîstiya gelê Kurd bi avakirina hevgirtineke wisa hebû.
‘Erkê me parastina mafê gel e’
Parêzer Ahîn Ebdulhekîm Heyder bi vê gotina Şêx Maşûqê Xiznewî dest bi axaftina xwe kir `Maf bi xêrxwazî nayî dayîn, maf bi zorê tê standin`
Ahîn diyar kir ku piştî guhertina demografî ya Sûriyê, gelê Kurd hîn bêtir ji mafê xwe bê par ma, lewra wan wekî parastina mafê gelê Kurd û çareserkirina pirsgirêkan, wekî erkeke weletparêzî dîtin. Ahîn wiha axaftina xwe berdewam kir: “Gelê Kurd her tim ji mafê xwe dihate bê par kirin. Ji dema peymanên navneteweyî ku Kurdistan di navbera çar welatan de were dabeşkirin ew ji mafê xwe yê jiyanê bê par man û ew bê welat hiştin. Ev her çar welatên ku gelê Kurd lê man, li dijî gel siyaseteke tund dan meşandin. Bi taybetî piştî şerê Sûriyê ji ber êrişên dewleta tirk jiyana gelê Kurd hîn bêtir kete bin metirsiyê. Lewra bi darê zorê komên çekdar yên girêdayî tirkî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagîrkirin. Ji bo wê em wek parêzerên Kurd li seranaserê cîhanê wekî erkekî neteweyî û perpirsyareke qanûnî, dest bi damezrandineke hevgirtineke li ser asta navneteweyî, kir.”
‘Ji bo dadgehkirina sûcdaran em dixebitin’
Ahîn Heyder destnîşan kir ku, ew di komîteya çavdêrî, belgekirin û arşîfkirina sûcên ku di derheqê gelê Kurd yê ji sala 18`an de çêbûne, dixebitin. Ahîn wiha got: “Niha em piranî girîngiyê didin amadekirina raporên sûcê ku di derheqê gelê Kurd e yê li herêmên dagîrkirî dixebitin. Ta ku em van raporan radestî rayedarên pêwendîdar yên dadgehên Ewropayê re bikin. Lê ji ber ku hevgirtin destûrname negirtiye dest û ne xwediya statoya rêxistineke yesayî ye, nikare li ser navê hevgirtinê gilî bike. Lewra endamên hevgirftinê li Belçîka, Almaniy û Siwêdê li ser navê xwe li dijî kesên sûcdar gilî dikin.”
‘Dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirineke nevnetewyî ye’
Herwiha li ser girtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û siyasetmedarên Kurd yên di zindanên dewleta tirk de, Ahîn ev nirxandin kir: “Girtina birêz Abdullah Ocalan ku bi komployeke nevneteweyî û bê destûreke qanûnî radestî dewleta tirk hat kirin. Ji bo wê komplo weke binpêkirina qanûna navneteweyî hate wesf kirin. Sala 1999`an dadgehkirina Abdullah Ocalan ya ji aliyê rêxistinên mafê mirovan ya Ewropayê, wekî nedatperwer hate binav kirin. Herwiha yekîtiya Ewropayê bi berdewamî binpêkirinê ku di derheqê siyasetmedarên Kurd yên di zindanên tirkiyê dimînin, rexne dike û mîna îşkenceyan bi nav dike.”
Parêzer Ahîn Ebdulhekîm Heyder di dawiya axaftina xwe got, hêviyên me di kar û xebatên me de ew e ku, em ji gelê xwe re dadweriyê ava bikin û mafê gelê Kurd li tevayîya cîhanê bi dest bixin.





