Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîranîna şehîdên raghandinê li Qamişlo

22/08/2025
in NÛÇE
A A
Bîranîna şehîdên raghandinê li Qamişlo
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Ji bo bîranîna salvegera hedefgirtina rojnamvan Hêro Behdînan, Gulîstan Tara û ajokerê erebeya Jin TV Necmedîn Feysel li navenda Mihemed Şêxo merasîmê bîranînê hate li dar xistin.

Di 23’yê Tebaxa 2023’an de dewleta Tirk a dagirker erebeya kenala Jin Tv kir hedef di encamê de yek ji xebatkarên wê şehîd ket, di heman dîrokê de di sala 2024’an de jî balfira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk li navçeya Seyîd Sadiq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê erebeyek rojnamevanan bombebaran kir di encamê de du rojnamevanên jin gihaştin asta şehadetê.

Ji bo bîranîna ronamevanan li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner merasîma bîranînê hate li dar xistin.

Merasîma bîranînê ji hêla kenala Jin Tv hate organîzekirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmet hat destpêkirin.

Piştre senevîzyoneyek li ser kurtejiyana rojnamevanan hate pêşandan.

Bi navê malbata Necmedîn Feysel bavê wî Feysel Haj Sînan axivî, di destpêkê de bi xêrhatina beşdaran kir û spasiya kenala Jin Tv kir ji bo bîranîna hevalên xwe û wiha got: “Em xwedî doz û mafin di vî welatî de. Bi hezarê salan me jiyan kiriye û em ê her jiyan bikin li ser vê xakê, ji ber vê yekê şehîdên me ew in ku me hêza xwe ji wan girtiye. Bi saya şehîdan li ser xaka xwe bi rûmetî jiyan dikin.”

Bi navê Jin Prodeksyon Lorîstan Derwîş axivî û wiha anî ziman” Dewleta Tirk bi armanca nixumandina sûc û kiryarên xwe hevalên me hedef girt, raste em gelekî êşiyan bi şehadeta wan, lê ev nebû şikenandin ji bo me, em li ser îsrara derxistina dengê rastiyê venegeriyan û îsrara me li ser vê dozê zêdetir dibe. Em ê her bê dudilî xebatê xwe berdewam bikin û xeyalên hevalên xwe pêk bînin.”

Piştre bi navê YRJ Evîn Siwêd axivî û wiha got: “Hedefa êrişên li ser rojnamevanên jin têne kirin ew e ku ji bo dengê jinan tune bikin. Em ê li ser riya hevalên xwe xebata xwe berdewam bikin heta pêkanîna xeyalên wan.”

Paşê bi navê YRA Evîn Yûsif axivî û sersaxî ji malbat û hevalên şehîdan xwest û wiha got: “Em soza xwe rojane didomînin, tevî êrîşan û xîtaba nefretê li dijî herêma me tê kirin xebata me bê navber berdewam e, da em xwedî li destkeftiyên şehîdên xwe derkevin.” Dîmenê xwişka Gulîstan Tara hate pêşandan tê de sersaxî ji hevalên wê re xwest û spasî kir ji bo lidarxistina bîranînê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.