Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Dêrikê şehîdên meha Pûşber, Tîrmeh û Tebaxê hatin bîranîn

21/08/2025
in NÛÇE
A A
Li Dêrikê şehîdên meha Pûşber, Tîrmeh û Tebaxê hatin bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê şehîdên meha Pûşber, Tîrmeh û Tebaxê ku 146 şehîd bûn bi rêzdarî bi bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê li navenda Çand û Hunera Dicle şehîdên meha Pûşber, Tîrmeh û Tebaxê ku 146 şehîd bûn, bi amadebûna hemû malbatên Şehîdan bi rêzdarî şehîd bi bîranîn.

Di destpêkê de hemû beşdarvan xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan paşê Mehmûd Ehmed bi xêr hatina hemû beşdarvanan kir û anî ziman ku bi saya 15’ê Tebaxê em gihiştin vê rojê, bi saya Şehîdê bi rûmet Egîd bi hezaran xort û keçên me li ser xeta wî meşîn û bûn pêşengên civakê. Roja 15’ê Tebaxê, roja vejînê li hemû gelên azadîxwaz pîroz be.

Di heman demê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Hacî Ehmed axivî û wiha got: “Di hizûra Şehîdan de ziman lal dibe. Ew fikir û ramanên Rêber Apo da ye me mîna deryayê, me jî peşkek ji wê avê vexwariye û me cesaret girtiye ku em îro roj 146 şehîdan bibîr bînin. Bi têkoşîna van Xort û keçên me, îro em li vir dijîn û li ser piyan disekinin. Rêber Apo di parêznameya pêncemîn de tîne ziman ku ‘Rastî Evîn e û Evîn Jiyan e’ heger mirov nebe evîndarê rastiyê nagihêje azadiyê, Rêber Apo rastiya me ye, şehîdên me rastiya me ne, dîroka me rastiya me ye û çanda me rastiya me ye. Îro tişta ku ji me tê xwestin, pêwîst e ew diyariya ku Rêber Apo ji bo gelê xwe parêznameya “Aşitî û Civaka Demokratîk” rêkirî, em perwerdeyê li ser bibînin û heqîqetê bêtir nasbikin da ku em bihêztir bibin û dijmin têk bibin.”

Di berdewamiya pirogramê de sê sînevizyon ji beşdarvanan re hatin pêşkêş kirin, yek axaftinên Rêber Apo li ser 15’ê Tebaxê bû, ya din li ser şehîdên meha Pûşber, Tîrmeh û Tebaxê bû û ya sêyem jî li ser Şehîd Cîhad bû ku ji bo Rêber Apo agir bi canê xwe xistibû.

Di dawiyê de jî yek bi yek nasnameyên şehîdan hat xwendin û bi siloganên “Bê Serok Jiyan Nabê û Şehîd Namirin” pirogiram bidawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.