Fermandar Nuredîn Sofî
Dozdar Xerîb
“Şehîd Taca serê Gelan e, Saxin tucarî Namirin”.
Fermandar jî ew kesê bi sekin, helwest û fermanên xwe di dilê şervanên xwe de hatiye neqişandin. Di Kurdistanê de em çendî behsa berxwedaniya qehremanan bikin, emê nikaribin mafê wan bi çend hevok û xêzkan bidin. Yek ji wan qehremanên em behsa wan dikin “Fermandarê Min” Nuredîn Sofî ye. Heval Sofî, ango fermandarê rû li ken xwedî xûsleteke welê bû ku, di Rojhilata Navîn de kêm mirov xwedî vê xûsletêne. Dema em behsa Fermandariya heval Sofî dikin, bi rastî jî fermandar bû û fermandarekî pêşneg bû.
Me fermandar Sofî di hembêza çiyayên Zogros, Botan û Apê Mûsa ya Amedê de naskir û di zehmetî û xweşiya axa pîroz de me dît. Di tîbûn û birçîbûnê de li kêleka şervanê xwe fermandarê xwe didît. Bi çalakîyên serkeftî coş û kelecana li ser hevalên xwe belav dikir. Kîn û hêrsa fermandar Sofî di çalakiyên li dijî dagirkeriya Kurdistanê li djî baragihên weke Bêsosin, Bêzelê û Şîtezan ya Oremarê me dîtibû. Di çalakiyan de şehîd Nuredîn Sofî ne tenê kordînetor û fermdandarê çalakiyê bû, li rex wê yekê şervanê êrîşkar û piştevanê koma xwe bû. Sanetkarê çek û hunera destan bû. Di heman demê de pijişkên rojên giran yê birîndar û gaziyên şer bû.
Fermandarê min Nuredîn Sofî li Rojavayê Kurdistanê jî xwedî van taybetmendiyan bû. Di berxwedaniya li hember hovên DAIŞ jî azemeta xwe winda nekiribû. Bi qasî ku Sofî fermandar bû, di heman wextê de şîrovekarê leşkerî û siyasî bû, analîzevanê hûrgiliyên li ser DAIŞ bû. Fermandar Sofî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Til koçer bigre heyanî Dêrazorê, Reqa, Minbic, Kobanê heyanî Efrîn pêşneg û Rêvebir bû. Li ser kar bû. Bi wesîleya vê nivîsê em bi bîranîneke Fermandar Sofî bibîrbînin; di dawiya sala 2013’an de, destpêka derketina DAIŞ û dema harbûna Cebhet El Nusra bû. Wê demê di bin fermandariya heval Sofî û hin hevalên din de amedekariya Rizgarkirina Navçeya Til Hemîs û Til Berak ya girêdayî Qamişlo dihate kirin. Di diyalogekek di navbera me û fermandar Nuredîn Sofî de; ev hate gotin: “Hevalan raporek pêşkêşî fermandar kir bûn ku di nava raporê de behsa destpêka derketina DAIŞ’ê têkirin û belavbûn wê li herêmê û destpêkirina şerê DAIŞ û Cebhet El Nusra li gundewerê Helebê û navçeya Cisır El Şixor bû”. Lewra pêşneyara raporê wiha bû: “Rizgarkirina herdu navçeyan Til Berak û Til hemîs div ê deme de were were seknadin an talox kirin, ji ber dema em li dijî El Nusra şer bikin, wê deme nakokî û şerê navbêra DAİŞ û Nusra were rawastandin û herdu wê hevbeş şerê herêmên me bikin. Armanc ji vê pişêneyarê beriya em şer li hember van herdu Rêxistinên tundrew û cahadist ilan bikin, bila yeke yekî lewaz bikin”.
Lê divê civînê de nêrîna Fermandar Nuderdîn cûda bû û wiha nirxandina xwe kir: “ Dibeku ev nêrîn di cihê xwe de be û Stratejîk bee ku em dijminê xwe bi dijimê din lewaz bikin. Lê divê me ji bîr nekin ku hêzeke şerker weke YPG û YPJ’ê ku bi rojane amedekiya şer dike ku em vê çalakiyê betal bikin ya jî paşvebixin, wê di warê moral û motevasyona Şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê bandor bike. Ji bo artêşa Gerîla paşvexistin û betalkirina Çalakiyê tê weteya tekçûnê. Artêşek ku di warê moral de ket û motevsyona şer winda kir, ew artêş zû bizû bi ser xwe ve nayê, lewra em mecbûrin vê riske berçavan der derbas bikin”.
Erê ev yek ji helwestê militan û fermandarê Kurdistanê Nuredîn Sofî bû. Şoreşger û fermandar ewe yê ku bê dudilî bi ser armanca xwe de biçe, ewe yê ku bi êşa Şervanê xwe bihese û zehmetiyên gelê xwe hîs bike. Heval Nûredîn Sofî bi qasî di jiyana xwe de pir alî bû, di peywendiyên bi civakê û gel re jî pir rengî bû. Fermandar Sofî weke navê xwe Şoreşgerê sedemê bû, bi mezinan re mezin, bi zarokan re zarok û bi ciwanan re ciwan bû. Heval Sofî ne tenê fermandarê Şer bû, di heman deme de nivîskar, Hunermed û Helbestvan bû. Şoreger û Fermandar Nûrdîn Sofî bi qasî jiyana xwe ya Şoreşgerî wê di hizr û hişê civakê de bijî, em weke rêhevalên wî emê têkoşîna wî bi serbixin û bidin jiyan kirin.





