Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Argêş Serhed li pekrewana şehîdên Qamişlo hat oxirkirin

20/08/2025
in NÛÇE
A A
Argêş Serhed li pekrewana şehîdên Qamişlo hat oxirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekî girseyî şehîd Argêş Serhed li goristana şehîd Delîl Saroxan sipartin axê.

Îro welatiyên bajarê Qamişlo, sazî, tevger, desgehên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jin bi merasîmekî girseyî li goristana şehîd Delîl Saroxan a bajêr şehîd Argêş Serhed sipartin axê.

Argeş Serhed di sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Metînayê dema ku bi erk û wezîfeya xwe radibû di êrişa dewleta Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bibû. Ji bo dermankirinê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li vê derê dema ku dihate dermankirin di 10’ê Tebaxa 2025’an de şehîd bû. Şehîd Argêş 11 salan bi rengekî çalak, bêyî tawîzê bide têkoşiya heya roja şehatê.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Şêro Şero hemû şehîdên azadiyê bibîr xist û wiha got: “Em şehadeta Argêş Serhed li hevalên wî yên gazî, ragihandinê, Rêber Apo û malbata wî pîroz dikin. Hevalên me yên ku di şer de bûne şehîdên zindî (Gazî) bûne xwediyên vê dîrokê. Gelê Kurdî îro ne bi tenê ye, lê xwediyê bi hezarê şehîda ye. Ev şehîd jî nirxên me yên pîrozin û em ê her tim li pey şopa wan bin.”

Li ser navê Gaziyên Şer Laleş Êzîdî axivî û wiha got: “Heval Argêş ji malbatekî welatparêz, xwedî şehîd û nirxên şoreşê, girêdana xwe bi fikira azadiyê û bi Rêber Apo re tu carî berneda. Heval Argêş li ser şopa şehîdên azadiyê meşiya û soza xwe da ku bi rêbertiya azad re têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo di Kurdistaneke azad bi gelekî azad re û rêberê azad re jiyan bike. Heval Argêş di sala 2019’an de ji hêla dijminê ku hemû textê mirovahiyê hilweşandiye ku yek rê û armanc bi xwe girtiye ew jî tunekirina îradeya gelê Kurd, tunekirina fikir û felsefeya Rêber Apo, hate armancgirtin û bi giranî birîndar bû û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Ji bo ew heval bê tedawîkirin derbasî Saziya Geziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û di di 10’ê Tebaxa 2025’an de şehîd bû.

Şêwermendê Yekîtiya Ragihandina Azad Binyat Cizîrî wiha got: “Heval Argêş di aliyê xwendinê de gelekî zîrek bû, zanîngeh a teknîk xwend zanîngeha Rojhilata Navîn ew dikarîbû wek her ciwanekî ku li Bakurê Kurdistanê dijî bikra, lê ji bo ziman, hebû, çand û rêberê xwe rêya azadiyê hilbijat. Di zanîngehê de di nava hevalê xwe de behsa çiyayê azad û jiyana Gerîla dikir û ew tevlî xebata azadiyê bû, xebatê xwe di gelek cihan li Bakurê Kurdistanê di nava ciwanan de kir, hem jî bû sedemê ku gelek ciwan berê xwe bidin çiyayê Kurdistanê. Ew jî bi ruhê 14’ê Tîrmehê di sala 2010’an de derbasî Çiyayê Kurdistanê bû, li wir jî xebatekî binirx ê ragihandinê da meşandin. Em jî wek Yekîtiya Ragihandina Azad û hevalên wî soz dikin ku xewin û xeyalên wî pêk bînin.”

Li ser navê Kongra Îslama Demokrat şêx Imar El-Qadirî wiha axivî: “Em di rêya rastiyê de dimeşin, ji bo wê em ê ku li vê dinyayê û li dinyaya din biser bikevin, ji ber em xwediyê heqiyê ne.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî rojnamevanên

Ragihandina Azad rojnamevan Esma Mistefa û Rêwan Gênco hate kirin. Şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” hat oxirkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.