Hemza Sêvo/ Qamişlo
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan cihên dîrokî ku dîroka wan vedigere hezarên salan, hene. Her cihek xwedî şarestanî, nirx, çand û dîrokeke. Ji van cihên şûnwariyê Serşoka Minbicê ya kevin û Til Bêder e.
Serşoka Minbicê ya kevin:
Ev serşok li aliyê başûrê rojavayê Mizgefta Hemîdî (Mizgefta Mezin) dikeve. Ew Ji mizgeftê bêtir nêzî avahiya Seraya ye. Ew li nêzî Meydana Giştî li rex Xewgeha Medîneyê ye. Ji ber ku serşoyeke biçûk heye ku li pişt Mizgefta Elaî ye û bi ava sar dixebite, navê vê mizgeftê kirin Mizgefta Mezin. Ev mizgeft yek ji cihên şûnwarî yên nû ye. Mirov dikare bibêje ku li bajêr ew yek ji nîşaneyên şaristaniyê yên girîng e. Ew dide diyarkirin ku xelkên wê herêmê guh didan paqijiyê. Li gor kolanên li wê deverê, şûnwarên wê serşoyê kevin in û berî serdema Osmanî ne. Xuya ye ev serşok hatiye çeksazkirin, ji ber ku di kolanê de hat diyarkirin ku li kêlekên serşoyê û li ser kûrahiya şeş mitreyan dîwarên veşartî di bin axê de hene. Tê pêşbînîkirin ku ew weke bingehekê ne ku ev serşoya niha li ser hatiye avakirin. Tu palpişteke xurt tune ye ku lingê serşoyê diyar bike, lê hin nîşane hene didin diyarkirin ku ev dever di serdemên curbecur de hatiye bikaranîn. Ev yek jî girîngiyeke dîrokî dide serşo û deverên derdora wê kevnariya Minbicê dide diyarkirin. Ji xwe her tim di kolanan de nîşaneyên şûnwarî li herêmê tên dîtin. Li gor ku xuya ye, ev serşo di sala 1904’an de li ser destê sultan Ebdilhemîdê Duyem hatiye avakirin.
Til Bêder:
Ev girê şûnwarî bi dûrahiya 35 kîlo metreyan Ii bakurê bajarê Hesekê dikeve. Ev gir di nav koma girên Cizîra Bilind de, yek ji girên herî mezin e. Rûbera girê sereke bi qasî 28 hektarî ye. Derdora wê jî digihêje 2 kîlo metreyan. Ew bi qasî 27.5 mitrî ji deştên derdorê bilindtir e û bi qasî 387 metreyan ji rûyê deryayê bilindtir e.





