Kemal Necim
Berî çend salan li Rojavayê Kurdistanê di qada rewşenbîrî de tevgereke ji bo yekirina yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran pêk hat. Serkêşiya vê tevgerê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê kir. Lê mixabin ev hewldan bi encam nebûn.
Em li vir behsa girîngî û armancên yekirina qada rewşenbîrî nakin, her wiha em behsa sedemên ku ev hewldan têk çûn jî nakin, ji ber ev tişt hemû diyar û naskirî ne.
Di sala dawî de û piştî hilweşîna rejîma Baas`ê û guherînên ku li welêt bi giştî çêbûn, mijara yekrêzî û yekhelwestiya tevgera siyasî ya Kurdî li Rojava kete rojevê. Weke hewldaneke piştgiriya vê helwestê dîse hewldanên HRRK`ê yên yekirina qada rewşenbîrî dest pêk kir. Di encama hin xebat û hevdîtinan de roja 7`ê Adaara 2025`an li bajarê Qamişlo Dîdara Gistî ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê kurdistanê hat lidarxistin, endam û nûnerên 5 yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran tevlî dîdarê bûn. Lê dîsa encama sereke ya dîdarê pêk nehat.
Wek berdewama dîdarê, roja 18`ê Adarê dîse nûnerên 5 yekîtiyan civiyan û biryar dan ku ji bo kar û xebatên hevbeş “Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê” damezrînin. Armanca sereke ya desteyê lidarxistina çalakiyên rewşenbîrî yên hevbeş bû, ji bo wê jî plana xebateke hevbeş a ji 8 xalan hat danîn.
Her çiqas damezrandina vê desteyê wekî reva ber bi pêş ve bû, lê dîse jî weke ku bi kurmancî tê gotin “ji tuneyî baştir e”. Lê li ser erdê çi bû û çi nebû?
Deste ji 10 endaman pêk tê, ji her yekîtiyekê du endam. Lê li şûna ku ev deste hewl bide bibe sîwaneke giştî ya hemû rewşenbîrên Rojava li şûna ku bibe egera pêşxistin û bedewkirina dîmena rewşenbîrî, li şûna ku projeyên çandî û wêjeyî yên bi bandor pêş bixe, li şûna van hemûyan sûrek li dora xwe ava kirin, dîwarek di navbera xwe û rewşenbîran de danîn û bi navê desteyê biryar û vîna rewşenbîran xistin bin destê xwe. Ji xwe re logoyek çêkirin, ketin pey hewldana ku xwe weke saziyeke cuda fermî bikin û destûrê bistînin û navendekê vekin. Li aliyekî din jî xwe ji qada rewşenbîrî dan aliyekî, xebatên çandî ji bîr kirin û ketin pey serdanên navendê partiyên siyasî. Bê plan, bê proje ketin pey serdana serkirdeyên siyasî û leşkerî yên rêveberiyê û her wiha xwestin bi navê desteyê li derveyî Rojava jî serdanên siyasî bikin.
Ev serdan û tevgera bêserûber bi navê rewşenbîrên Rojava tê kirin, lê hayê yek rewşenbîran jî jê tune ye, ne jî nêrîna wan hatiye guhdarkirin. Ji ber ev reftar û tevgera bêserûber bê plan û proje bû, wiha xuyaye ku tenê armanca wê, wenîşandan û kişandina çend wêneyan bi hin rayedarên siyasî û leşkerî re ye û ti têkilya wê bi reftar û tevger û xebata rewşenbîrî re tune ye. Eger rewş wiha dewam bike, dê ev deste li şûna ku bibe sîwana rewşenbîran û bibe egera yekkirina tevgera rewşenbîrî, dê ew jî bibe saziyek û li şûna 5 yekîtiyan dê 6 yekîtî çêbibin.
Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê eger ji reftarên xwe yên bêserûber venegere û dîse nekeve ser rêya xebat û çalakiya rewşenbîrî ya rasteqîn, baştir e ku were hilweşandin.






