Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Muzîk çeka derûnî û çavkaniya coşê ye’

20/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Muzîk çeka derûnî û çavkaniya coşê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hunermendê Kurd Resûl Diljar ji 9 saliya xwe ve dest bi karê muzîkê kiriye û ew di malbateke ku ji muzîkê hez dike mezin bûye. Herwiha Resûl Diljar diyar kir ku muzîk ji bo wî çeka derûnî û coşê ye.

Hunera Kurdî ya dewlemend bi dengbêjî û stranbêjiyê bi sedan salan hatiye parastin û di bîra civakê de maye. Her gel bi çand û hunera xwe tê nasîn, mirovên ku hunera wan tunebe nasnameya wan jî tune ye. Gelê Kurd jî bi hunera xwe tê nasîn, her hunermendekê, stranbêjek û tembûrvanek bi stranan parastina hunera Kurdî dike û dihêle ku zindî bimîne. Lewma di parastina çand, huner û nirxê gelê kurd de hunermend, tembûrvan û stranbêjên ciwan ên Kurd rolek mezin lîstin e. Ciwanên kurd ji bo parastina mîrata çandî ya kurdî kedeke mezin dane. Di heman demê de, li Rojavayê Kurdistanê bi Hunermendên xwe yên ciwan dewlemend e, û bi taybet jin, zarok û ciwan, yek ji wan hunermedê ciwan Resûl Diljar e.

Kurte jiyana Hunermend Resûl Diljar

Hunermedê Kurd Resûl Diljar di sala 2002’an de ji bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, ew di malbateke ku ji muzîkê hez dike mezin bûye. Resûl Diljar ji 9 saliya xwe ve dest bi karê muzîkê kiriye û di malbatê de dayîka wî piştgirî dayê ku tevlî qada muzîkê bibe.

Di derbarê jiyana xwe ya hunerî de, hunermedê Kurd Resûl Diljar ji Rojnameya me re axivî.

‘Muzîk xwarina giyanê mirov e ’

Resûl Diljar anî ziman ku muzîk ji bo wî çeka derûnî û coşê ye û wiha got: “ Muzîk ji bo min çeka derûnî û kêfxweşiyê ye, herwiha muzîk weke xwarina giyanê mirov e . Çawa ku mirov nikare bê xwarin jiyan bike, ez jî nikarim bê muzîk jiyan bikim. Di destpêkê de min gelek astengî û zehmetî dîtin, ji ber ku ez di peyîmangeha muzîkê ya girêdayî partiya Netewî de nehatim qebûlkirin. Piştî demekê, yek ji navendên Rêveberiya Xweser a Demokratîk alîkarî bi min re kir. Di heman demê de, ez tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûm û heta niha di nava qada leşkerî de cihê xwe digirim. Ez zehmetiyê di karê xwe de dikşînim, lê bê ku ez cudahiyê bikim navbera erka xwe ya parastina gel û muzîkê de kar û xebatê xwe dikin.”

‘Muzîk aramiyê bi xwe re ava dike ’

Resûl Diljar eşker kir ku muzîk aramiya canê mirov e, û wiha berdewam kir: “Min xwe bi xwe pêşxist ji bo fêrkirina amûrên têlî. Piştî derbasbûna çend salan min du stran nivîsandin, yek li ser ruhê hevaltiya şehîdan ya din jî li ser hezkirina di navbera cîranan de bû. Ez niha li ser nivîsandina stranên nû kar dikim ku mîrate û hezkirina Kurdî îfade dike. Ez bang li hemû ciwanan dikin ku berê xwe bidin fêrkirin û naskirina her tiştî, herwiha dûrî aliyê nebaş ji jiyanê bikevin.”

‘Muzîk asoyên mirovan kûrtir dike’

Hunermedê Kurd Resûl Diljar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her mirovek bi rengekî cuda ji muzîkê hez dike, herwiha huner parçeyek ji jiyana mirovan e, dengê muzîkê yek ji wan dengan e ku mirovan dixe nava aramiyeke bê sînor de. Her kes di jiyana xwe de rastî astengiyan tê, helbet astengî di jiyana min de jî derbas bûne. Pêwîst e kesê ku xwedî xeyal, dev ji xeyalên xwe bernedin û çiqasî rastî astengiyan jî werin pêwîst e riya xwe berdewam bikin, ji ber ku her tişt bi israrê pêk tê. Ez bi hêvî me ku muzîk alîkar be ji bo vî welatî û bi taybet tembûr, ji ber ku Tembûr çanda kurdî ye, herwiha em weke nifşê nû yê civakê, bi stran û hunera xwe, çanda û civaka xwe ya kevnar diparêzin. Divê her ciwan tirsa di hundirê xwe de derbas bike û li hunera kurdî xwedî derkeve, herwiha pêwîst e ciwan girêdayî çand xwe bin û xwedî lê derkevin, ji bona ku çanda me were parastin û winda nebe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.