Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endamê Navenda Pargîn a Lêkolîn û Parastina Kevneşopan Cemîl Ehmed diyar kir ku ev şeş mehin wan dest bi amedekariyên belgefilmê li ser cihê dîrokî yên li bajarê Qamişlo kirî ye û got, “Armanca me vejînkirina cihên dîrokî li bajarê Qamişlo ye.”
Navenda Pargîn a lêkolîn û parastina kevneşopan ev şeş mehin dest bi amedekariya belgefilmekî li ser cihên dîrokî yên li bajarê Qamişlo kiriye. Armanc ji vî belgefilmî vejînkirina cihên dîrokî li bajarê Qamişlo ye û belgefilm niha di qonaxa xwe ya dîmenkêşiyê de ye.
Pargîn gotineke koçeran e û tê wateya ‘kolana li dora kon’. Ev kolan parastina ji baran û dirindeyan dike. Ji bo parastin û lêkolîna çanda gelêrî ev nav li saziyê hatiye kirin.
Di debarê amedekariyên belgefilmê de, endamê Navenda Pargîn a Lêkolîn û Parastina Kevneşopan Cemîl Ehmed ji Rojnemya me re axivî.
‘Em girîngiyê didin cihên kevneşop yên civakê’

Cemîl Ehmed da zanîn ku ev şeş mehin wan dest bi amedekariya belgefilmê li ser cihên dîrokî yên li bajarê Qamişlo kiriye û wiha got: “Armanca me ji belgefilmê li ser cihên dîrokî yên li bajarê Qamişlo, vejînkirina cihên dîrokî li Qamişlo ye. Li gorî ku me nîqaş dikir, pêwîst bû ku pargîn ji vî awayî hîn bêtir berfertir ba, lê ji ber rewşa heyî me nikarî pargîn berferh bikin. Lê ruxmî van astengiyan ez û mamoste Abdîn yê ku alîkariya min di dîmenkîşadina belgefilmê de kiriye, me karîbû heta astekê belgefilim bi aweyekî serkeftî birêve bibin. Navenda Pargîn girîngiyê dide cihên kevneşop yên civakê û bi taybet amûrên ku bi destê jinê hatine çêkirin weke Tenûr, genim û hwd.. li bajarê Qamişlo heta niha li gelek cihan tenûr tê bikaranîn. Herwiha belgefilma ku li ser bajarê Qamişlo tê çêkirin di destpêka wê de sînaryo hat nivîsandin û cihê ku dîmen jê werin kişnadin hatin diyarkirin. Ew cih jî taxên herî kevnarin ku lê tiştên dîrokî lê tên dîtin, di heman demê de ev cihên dîrokî yên li bajarê Qamişlo di bin kontirola saziyên ewlehiyê de ne. Ji ber vê yekê me destpêkê destûr ji wan saziyan xwest, da ku em bi hêsanî dîmenên xwe bikşînin.”
‘Em dixwazin bi aweyekî rasterast dîroka bajarê Qamişlo bighînin civakê’
Ehmed anî ziman ku di bajarê Qamişlo de cihên herî kevnar mîna wargeha leşkeran û zindana reş in û wiha pê de çû: “ Ji ber ku ev her du binesazî avahiyên destpêkê yên bajarê Qamişlo ne, ji ber ku Qamişlo cihekî sitrajîtîke xwestin ku van cihên girîng lê avabikin. Herwiha bi dehan gundên bajarê Qamişlo berî hezarên salan hatibûn avakirin û cihên dîrokî lê tên dîtin. Lewma me xwest ku kesên bi temen mezin ku şopeke wan di dîroka wî cihî de heye derbasî belgefilmê bikin. Lê heger ev kes jî nehazir bin em dikarin ji zarokan wan biprsin û çîrokên ku bav û dayîkan ji wan re digotin, ji bo me bînin ziman. Ne tenê em belgefilmê bi netewekî re çêdikin, belê hemû netewên ku li Qamişlo dijîn bi wan re reportaj tên çêkirin. Gelek kes berî me belgefilmên cuda li ser bajarê Qamişlo çêkirine, lê ew belgefilm li ser bingeha bazrganiyê hatibûn çêkirin. Lê em weke navenda Pargîn armanca me ne bazrganiyeke, lê belê em dixwazin bi aweyekî rasterast dîroka Qamişlo bigihînin civakê.”
‘Ez bi hêvî me belgefilm bi awayekî zengîn were pêşkêşkirin’
Endamê Navenda Pargîn a Lêkolîn û Parastina Kevneşopan Cemîl Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir:” Daxwaza me belgekirina her amûrekî kevneşop û dîrokî li bajarê Qamişlo ye, wê her dem karê Pargîn berdewam be. Herwiha di demên pêş de wê li ser gelek cihên dîrokî belgefilm werin çêkirin. Hêviya min ew e ku belgefilma Qamişlo bi aweyekî zengîn were pêşkêşkirin, her kesê ku pirsa wan li ser dîroka Qamişlo heye di vî belgefilmî de bersiva xwe bibîn e.”






