Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirsgirêkên xizmetguzarî û sedemên wê li Qamişlo

20/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Pirsgirêkên xizmetguzarî û sedemên wê li Qamişlo
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Li Qamişlo ji ber pirsgirêkên xizmetguzariyê yên mîna kêmbûna elektirîk, av û qalîteya nan welatiyên bajêr tengaz dibin.  Di vê çarçoveyê de berpirsên saziyên xizmetguzariyê diyar kirin ku ew hewil didin li gorî derfetên heyî pirsgirêkan çareser bikin.   

Elektirîk, nanpêjî û av ji bingehên berdewamiya jiyana mirovan e, lê bi dirêjahiya demê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê astengî û pirsgirêk di van hêlan de tên derxistin. Herwiha bingehê nanpêjî û avê elektirîk e. Lê şêniyên Qamişlo hin deman van pirsgirêkan jiyan dikin, bi taybet pirsgirêka qûtkirina elektirîkê ji demeke dirêj ve ku bandor li gelek tiştên din jî kiriye. Herwiha li herêmê bi giştî ji ber kêmbûna avê aloziyeke mezin tê jiyankirin, bandorê ne tenê li ser tîbûnê kiriye, lê li ser paqijbûn û tenduristiya giştî jî dike. Di heman demê de pirsgirêkên nanpêjan hene ku gel gazinan ji nexweşbûna nan dikin. Lewma di nava rapora xwe de em ê balê bikşînin ser van mijaran.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Navenda Elektirîkê ya bajarê Qamişlo û gundewarên wê Fayiq Ehmed, berpirsê Ava bajarê Qamişlo Mehmûd Mehmûd û Hevserokê Komîta Nanpêjan ê Kantona Cizîrê ya girêdayî Mecilsa Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Rondar Salih ji Rojnameya me re axivîn. 

Hevserokê navenda elektirîka Qamişlo Fayiq Ehmed diyar kir ku bi hilweşandina rêjîma Baasê çavkaniyên elektirêkê li Qamişlo hatin sererastkirin, lê ji ber kêmbûna rêjeya avê pirsgirêka qûtkirina elektirîkê berdewame û wiha got: “Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser hemû binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di nav de jî navendên sereke yên belavkirina elektirîkê û çavkaniya wê ya sereke stasyona Siwêdiyê bibû armac, ev çavkanî hatin rûxandina. Girêdayî wê stasyonên elektirêkê li bajêr belav dikin jî bibûn aramc, lewma stasyon ji xizmetê derketin û ev yek bandor li ser Qamişlo û herêmê giştî kir. Ev pirsgirêk salekê bêtir dewam kir. Lê piştî rûxandina rêjîma Baas navendên elektirîkê jinûve hatin sererastkirin, lê gelek ziyan lê hatibûn kirin, hem jî salekê li derveyî xizmetê bû, lê me hewl da ku elektirîkê bidin bajêr û gundewarên wê. Ji bo wê di meha Çile, Sibat û Adarê de ji seatekê heya 2 seatan elektirîk li ser gel dihat belavkirin.

Lê îsal demsala zivistanî baran gelek kêm bû û bandora wê li ser herêmê giştî kir, aliyekî din jî dewleta Tirk peymanên girêdayî avê yên ku bi rêjîma Sûriyê re kiribû, her tim binpêkiriye û avê li ser herêmê qût kiriye. Ji bo wê destpêkê di meha Berfanbara 2024’an û şûn de, elektirîk nêzî 80 Mêga ji me re dihat. Sedemê wê kêmbûna avê ye ku rêjeya ava Firatê daket 60 piştî wê dîsa daket 45’an, wê demê me wek tedbîr girtin, ew jî li gorî sîstema Bendava Firatê ya ku çavkaniya elektirîkê ye. Lewra em bêçar bûn ku elektirêkê bi giştî li ser xetên bajêr qût bikin ev jî di meha Nîsanê de bû. Tenê ji bo gundewarên Qamişlo ku jenetorên wan tune, derdorî 2 seatan elektirîk li ser wan tê belavkirin ji bo peydakirina ava vexwarinê. Ji ber bajêr bi rêya jenetoran dikarin ava xwe bişkşînin.”

‘Bandora kêmbûna ava Firatê li ser elektirîkê heye’

Fayiq Ehmed da zanîn ku her diçe ava Bendava Firatê kêmtir dibe û wiha pê de çû: “Her diçe av di bendavê de kêm dibe, elektirîk jî pêre kêm dibe ku rojane nêzî 6 seatan elektirîk dihat qûtkirin, piştre bû 12 seat û tenê 8 seat dihat ew jî ji bo navendên xizmetguzarî yên ku di nav bajarê Qamişlo de mîna  nexweşxane, nanpêj, cihê sereke yên bîrên avê û hwd… Ev pirsgirêk berdewame ji ber kêmbûna elektirîka ku ji me re ji Bendava Firatê tê ku ev herêm bi rêya xetekî 230 kîlo volt de û tenê ev xete. Hin caran pirsgirêkê din jî derdikevin mîna bahozên ku çêdibin, dibe sedema ku birc bikevin û ew dem dixwe heya tên sererastkirin, ev jî dibe barek li ser gelê me yê ku di Qamişlo û gundewarê wê de jiyan dike.”

‘Altirnatîfên peydakirina elektirîkê tune ne’

Fayiq axaftina xwe wiha qedand: “Herêma me herêmekî dorpêçkirî ye heya niha, ji bo wê ew alavên teknîkî ji bo elektirîkê çêbikin, derbas nabin. Elektirîk jî sedemekî bingehîne ji bo ewlebûn di herêmê de were çêkirin, lê mixabin heya niha me tu altirnatîf peyda nekirine ku bikaribin elektirîkê belav bikin, rewş jî bi vî rengî dewam dike.”

 ‘Hişksalî bandor li ser kêmbûna avê kiriye’

Berpirsê ava Qamişlo Mehmûd Mehmûd diyar kir ku gelek sedemên pirsgirêkên avê hene û wiha got: “Pirsgirêkên avê yên ku di dema dawiyê de derketin gelek sedemên wê hene, lê sedema bingehîn qûtkirina elektirîkê li ser stasyonên avê û bîrên rojhilatê Qamişlo ye. Cara yekê ku elektirîk li ser stasyonên avê tê qûtkirin, destpêkê 6 seat bû, piştre bûn 12 seat, niha jî daketiye 3 seatan ku elektirîk li ser stasyonên avê qût dibe. Sedema din kêmbûna avê yê, ji ber hişksaliya ku li herêmê rû da baran nebariya û bîrên me yên binerdê xwesipartina wê li ser baranê ye. Kêmbûna baranê hişt rêjeya avê jî dakeve, berê rêjeya avê 170 û 180’ê zexta hîdrodînamîk, niha zexta hîdrodînamîkî daketiye 200 m ev cara yekem jî dadikeve vê rêjeyê, ji ber hişksalî çêbûye. Di heman demê de hişksalî û kêmbûna baranê hiştiye bîrên sererdê zuwa bibin. Kesên ku ava wan tunebû ji bîrên xwe sûd digiritin, lê niha av di wan bîran de nemaye, ev jî sedemeke ku pirsgirêkê avê derkeve. Sedemên din jî hene ji ber sîstema toran ne zincîrî ye ku pompekirin nayê kontirolkirin, lewma cih hene av tê cih hene nayê. Herwiha pirsgirêk li 3 cihan çêdibe, li cihê bilind wek Kornîş, li dawiya torê û cihê dûr.”

Mehmûd hejmara bîrên li Qamişlo eşekere kir û wiha domand: “Hejmara bîran li stasyona Hilêliyê 52 bîrin, Ceqceq 6 bîr, Uwêca 10 bîr û aliyên rojhilat jî 13 bîrin. Hejmara bîran bigiştî 81 bîrin, stasyona Hilêliyê rojê 35 hezar m3 pempe dike, Ceqceq 3 hezar û 500 m3, Uwêca nêzî 2 hezar m3, bîrên rojhilat jî di navbera 4 heya 6 hezaran m3 pempe dike û ev av belavî aliyên rojava û rojhilat dibe. Pirsgirêkên avê yên rojavayê Qamişlo ji yên rojhilatê wê bêtirin, ji ber bîrên rojhilat di nava taxan de belavkirî ne û bi berdewamî avê dide wan taxan. Lê taxên rojava şêneyên wê bêtirin ku ji sedî 60 xelekên Qamişlo li aliyên rojava ne û 40 li aliyê rojhilatin.”

Pirbûna şêneyan û kêmbûna avê

Mehmûd axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ev nêzî 20 salan tu pêşketin neket zêdebûna avê de, lê xelêkên Qamişlo zêde dibin, bajar mezin bûye, avahiyên bilind çêbûne, li beramberî wê rêjeya avê wek xwe me. îsal Rêveberiya Xweser erêkirina 20 bîran dan, 12 bîr jê ji stasyona Hilêliyê ye ku xezaratê her bîrekê di seatê de 75 m3 be, 6 bîr jî li taxa Cûdî wê bên kolandin ew jî wê bixezîne stasyona Uwêca û 2 bîr li Ceqceq. 6 bîr niha li Hilêliyê hatin kolandin û 6 mane, piştî ev bidawî bibin yên kolandina yên din bê destpêkirin, bi van wê rêjeya avê li bajêr zêde bibe.”

‘17 nanpêjên giştî li Kantona Cizîrê hene’

Hevserokê Komîta Nanpêjan Rondar Salih diyar kir ku da zanîn ku 17 nanpêjên giştî li Kantona Cizîrê hene û wiha got: “Li Kantona Cizîrê 17 nanpêjên girêdayî Rêveberiya Xweser hene. Nanpêjên taybet ên pêjiyanî jî 177 û yên kevir ê pêjiyanî yên taybet 76 in, ev jî girêdayî me ne, ev hejmarê nanpêjan bigiştî li kantonê ne. Ji van nanpêjan re rojane rêjeyek hevîr nêzî 520 ton tê bevalkirin. Ev mîqdar hate destnîşankirin piştî ku serjmarî ji hemû bajaran re hate çêkirin. Nanpêj ji aliyên mateyalên pêwîst tê piştgirîkirin wekî hevîr, sotemenî, xemîr, xwê û tûr. Buhaya nan jî 3 hezar lêreyên Sûrî ye. Beşên komîteya me yên bi nanpêjan re mijûl dibin hene wekî beşê hesabdarê materyalan, fenî, şopandina nanpêj, aş û depoyan, girêdana me û van beşan bi hev re heye, da ku em nanpêjên xwe bişopînin û wan dîspilîn bikin.

Li gorî hevpeymana civakî ya nû jî niha Meclisên Aborî û Çandinî li her bajarekî tê çêkirin û heye niha li 5 bajaran Dêrik, Tirbêspiyê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Hesekê hatine çêkirin, di wan meclisan de komîteyên nanpêjan hene. Bajarên ku hîna meclisên wan nehatine avakirin jî, têkiliya me bi komîteyên aborî re heye, hemahengî jî bi rojane tê kirin. Herwiha di seat 3 êvarê de em dest bi şopandinên xwe dikin, ji ber di 3’ê êvarê de nanpêjên taybet dest pê dikin.”

‘Raporên komînan bingehin’

Rondar diyar kir ku taybetmendiyên wan ji bo nan hene û wiha bilêv kir: “Dema kêmasî di nanpêjê de bê derxistin, tê hişyarîkirin, heger bê dûbarekirin ew tê cezakirin, carnan hin nanpêj tên girtin û carnan destûra nanpêjê ji xwediyê wê tê birin, ev jî li ser hin nanpêjan pêk hatine. Cezayên me jî ji bo kesên ku bi nanê gel bilîze girane, ji ber taybetmendiyên me hene ji bo nan wekî giraniya nan kîlok û 100 xiram, her kîsek jî 9 nan ne û qetrê nan jî 30’î santî m be. Raporên komîn û gel ji me re bingehin komîn dikare bêje em nanê vê nanpêjê naxwazin an dixwazin.

Di dema dawî de gazinên gel pir li ser nan hatin, ji bo wê şopandinên me hîn zêdetir bûn, heya astekê ev yek hate çareserkirin. Dema nanê me nebaş be, em ji gel re radighînin û sedemên wê jî diyar dikin. Gelek gazinên nanpêjan li ser depoyan hevîr hebûn, ji bo wê me biryar da ku dema hevîr ji nanpêjan re bê û ne li gorî tê xwestin be, ji mafê wî ye hevîrî negirin. Ya din hin nanpêj hatin hişyarîkirin û kesên gûhnadina karê xwe neke tên rawestandin. Gerima niha jî bandora wê li ser nan heye, ji ber nan ji nanpêjê baş derdikeve, lê heya tê belavkirin pirsgirêk derdikeve, ji bo wê em dengê xwe dighînin gel jî dema nan bê belavkirin nanê xwe di dema xwe de bigirin. Herwiha rojan jî alavên nanpêjan tê lênerînkirin, armac jê jî pêşxistin û başkirina kare.”

Rondar axaftina xwe wiha qedand: “Li Qamişlo piştî hilweşandin rêjîmê 3 nanpêjên din ketin destê me de ku berê tenê yek bû, ev jî ji bo Qamişlo û gundên hewîrdorê re ne. ji derveyî van 50 nanpêjên pêjiyanî yên taybet ên me hene. Herwiha ji bilî komînê kes nikare nan belav bike. Hêviya min ew e ku gel bi me re alîkar be, şopandina wan jî hebe û çi cihê lê pirsgirêkê bibînin bi me re pêwendiyê bikin, em jî pêşwaziya her kesî dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.