Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fermandar Nuredîn Sofî…

20/08/2025
in ROJEV
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Nivîsandina jiyana hîn mirovan gelek zehmet e. Tû di navbera nivîsandin û nenivîsandinê de diçî û tê. Tu difikirî ka gelo peyvên ku tu bikar tînî têra xwe ne ku wan bi nav bikî, an jî ew ê bibin sedema windakirina wateyê. Hin kes pir taybet in. Çiqas dilnizm bin jî, çiqas xwe ji yên din cuda nebînin jî, ew cuda ne, pir cuda. Ji bo ku hûn maf li wan bikin, divê hûn wêjekar an jî nivîskarekî baş bin. Em ne nivîskarên baş in û ne jî wêjekarê baş in. Di vî warî de, em bawer dikin ku ne gengaz e ku meriv nenivîse; em çiqas bêtir di nivîsek kurt de vebêjin, ewqas guncav e. N. Sofî li Rojava, beşa herî biçûk a Kurdistanê, ji dayik bû. Zarokatiya xwe û xwendina xwe ya navîn bi malbata xwe re derbas kir. Piştî ku çû zanîngehê, ji bo xwendinê ji malê derket. Di salên zanîngehê de, bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên PKK’ê bû. Xebata wî ya ciwanan êdî têrê nedikir. Ji bo tevlî tevgerê bibe, dev ji dibistanê berda.

Sofî kesekî pir bitevger e. Ew xwedî asteke bilind a zanebûnê ye. Ew pir zirav û meraqdarê derdora xwe ye. Ew girêdayi nirxên hevaltiyê ye. Ew ji xwendin û lêkolînê hez dike, çalak e û mirovekî zindî bû. Bi van taybetmendiyan, em dikarin bibêjin ku ew di şibe Kemal Pîr. Bi fedakarî, dilsozî û wêrekiya xwe, cêwiyê Kemal Pîr e. Kemal Pîr Apoîzmê heta navikê nûnertiya wê kir, mîlîtantiyek bêrawestan kir ku sînor nas nedikir. N. Sofî di heman demê de dişibihe Mazlûm. Ew mîlîtanek piralî ye ku ji xwendin û lêkolînê hez dike. Ew kesek e ku dibêje, “Ez nizanim ez ji bo PKK’ê me, lê PKK’ê ji bo min e.” Gava ku ew tevlî dibe, ew bi tevahî tevlî dibe, bê sînor xwe dide. Di nav vê jiyana mijûl, pratîka dijwar, lez û bezîna domdar de, ew ji bo wêje û helbestê jî dem vediqetîne. Cîhana wî ya hûndirîn pir dewlemend e. Ew di heman demê de zarokekî veşartî ye ku qet mezin nabe. Ew yek ji wan kesên kêm e ku resentiya zaroktiyê, paqijî û bêgunehiya cîhana xwe ya hundirîn parastiye. Ew pir dilnizm bû û xizmetkirina ji heval û gelê xwe re wek bawerî û ol didît. Ew kesekî bêwestan û bêsînor bû ku diçû her derê ku jê re pêwîstî pê hebû ya.

Nûredîn Sofî bi coş û bê dudilî xwe avêt çiyayan. Bi rastî jî bi wan ve hat girêdan. Xortaniya xwe, salên herî zindî yên jiyana xwe, li çiyayan derbas kir. Bi zimanê çiyayan diaxivî û mîna bayên wan difiriya. Di demek kurt de, hem ji hêla zanistî ve û hem jî ji hêla laşî ve bû mirovekî çiyayî. Pabendbûna xwe ya bi azadî û gelê xwe re hîn xurttir kir. Jîrbûn, xebata wî ya dijwar û tevgera wî ew kir gerîla û fermandarekî jêhatî. Ewqas ku ew ji bo fermandariya biryargeha giştî ya HPG’ê hat hilbijartin. Ji ber ku di temenê xwe yê ciwan de ji perçeya herî piçûk a Kurdistanê tê, bê guman, bûyîna fermandarê giştî yê HPG’ê ne erkekê hêsan e. Sofî nirxên bingehîn ên mirovî û xisletek exlaqî ya bilind bi dest xist. Wî her tiştê ku dizanî bêyî dudilî pêşkêşî hevalên xwe kir. Xwediyê têgihîştinek pir afirîner û bihêz bû ku bi lez û bez li herêm û civaka ku ew serdana wê dikir dikevt di nav de û xwe li gorî wê amade dikir. Wekî ku pir caran li ser wî tê gotin, ew hem piçûk û hem jî mezin bû. Dema ku hûn bi wî re bûn, mirov xwe ewle hîs dikir. Her tiştê ku pêdivî pê hebe li cem wî hebû. Ew ê tiştan bibîne, bi hev ve girêbide, biafirîne û pêk bîne. Ew ê ji xwe bêtir li hevalên xwe û kesên li dora xwe bifikire û wan biparêz e.

Sofî xwedî zanebûnke kûr a dîrokê û hêzeke şîrovekirinê ya bihêz bû. Ew fermandarekê xwedî jêhatîyên pratîkî û leşkerî yên bihêz bû. Ew di heman demê de yek ji wan kesan bû ku xwe ji hêla teorîk û bîrdozî ve pêş xist. Fermandar Sofî teqezî li ser yekîtî û hevgirtina gotin û pêkanînê kir. Divê zanebûna wî ya bi felsefeyê jî neyê jibîrkirin. Em qala gerîla, fermandar û pêşengekî dikin ku cîhana wî ya hindûrîn bi zanist, civak, wêje û hunerê ve bi kûrahî ve girêdayî bû. Lewra dema ku ew ji serê çiyayan daket Rojava û deştan jî, wî taybetmendiya xwe ya mîna baz parast. Nûredîn Sofî pêşengekî rasteqîn ê civakê bû. Ew qet ji aliyê mejî û ramanê ve ji wan dûr neket. Ew zû bi wan re bû yek. Ew beşdarî avakirina komun û meclisan bû, û di hemî rêxistinên ku bingeha Rêveberiya Xweser danîn de rolek pêşeng lîst. Fermandar Sofî di operasyonên leşkerî yên di asta herî bilind de jî rolek pêşeng lîst. wî di têkbirina DAIŞ’ê û avakirina YPG û QSD’ê de gelek ked da. Bi şoreşa Rojava re, wî di dilê gel de wekî şoreşgerekî yekgirtî û ronakbîr li seranserê Kurdistanê cih girt. Ew tenê ne fermandar û milîtanê Rojava, bû, lê ew yê tevahiya Kurdistanê bû. Her dem û li her derê, şopîner û şervanekê rastîn yê Rêber Apo bû. Baweriya wî bi rêya azadiya jinan a Rêbertî hebû û hewl dida ku bi hevalên xwe yên jin re bibe rê heval. Ne guncaw e ku mirov şehadeta Sofiyê wekî stêrkekî di nav me de çû bi nav bike. Ew dizane ku ew ê di dil û têkoşîna gel û hevalên me de bijî. Erka me ew e ku em mîretaya Sofiyan bilind bikin…..

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.