Farûk Sakik
Pêngava-serdema aştî û civaka demokratîk giranbe jî dimeşe. Di vê serdema nû ya hatî destpêkirin de dema gav tên avêtin, an jî daxwiyaniyek tê dayin, bi xwe re gelek nîqaşan dide destpêkirin.
Herî dawî Rêber Apo, di hevdîtinek xwe de peyva ‘entegrasyona demokratîk’ kir. Nayê wateya asîmle bibî. Tirkbûnê qebûl bikî. Bi vê entegrasyonê tevlî netewa Tirk nabî, tevlî dewleta Tirkiyê dibî. Dewletek çawa? Dewletek demokratîk. Kurd û Tirk di vê dewletê de wekhev, xwedî heman statu û mafan e. Dewlet, netew nîne. Dewlet sîstema rêveberiyêye. Di vê dewletê de gelek netew hene. Di vê pêngavê de, Rêber Apo li ser navê Kurdan, bi Devlet Bahçelî (dewletê temsîl dike) û Erdogan (hikumetê temsîl dike) re, dimeşîne.
Bahçelî ji bo pêşeroja ‘dewletê’ vê pêngavê û paradigmaya Rêber Apo erê kir. Erdogan jî ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe, tevdigere û hênjî sedî sed tevlî vê pêvajoyê nebûye. Dema dît ku ew di siyaseta Tirkiyê ya navxweyî de nikare midaxleyî pêngavê bike, bi hemleya, Hakan Fîdan a midaxlekirina Sûrî, dixwazê bazariyan bike. Şantaj û gefxwarina li ser Rojava jî parçeyek vê bazariyêne. Bi kurtasî dixwaze pêngavê li gor berjewendiyê xwe bikarbîne.
Erdogan dizane heger demokrasî were vî welatî, wê desthilatdariya wî bikeve bin xeteriyê. Dîsa dizane êdî dijminatiya bi Kurdan jî pere nake. Qebûl dike ku Kurd ne tenê li Tirkiyê, li Rojhilata Navîn xwedî hêzek mezinin. Lê civaka xwe wê çawa îkna bike. Hişê civakê yê ku bi nîjadperestî hatî jahrîkirin îro li sere wî buye bela. Di dîrokê de bi hişmendî û kodên civakê gelek hatiye leyîztin. Mînak; di destpêka salên 70 de Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan û hevalên xwe ji bo Tirkiyeyek serbixwe û bi hêzên emparyal ve ne girêdayî dixwestin. Ew wek kominîst bi navkirin û civak li dijî wan sor kirin. Gotin vana dixwazin bi komnîzmê dînê me ji dest me bigirin. Kurdan jî bi PKK’ê doza mafên xwe kirin. Gotin vanan welatê me parçedikin. Ev terorîstin, eşqiyane. Ango di her serdemî de dijminek di mêjiyê civakê de bicîh kirin. Erdogan difikire, ew vîrûsa ku li dijî Kurdan, di serê civakê de hatî bicîhkirin, êdî zehmete di demek kurt de ji mejiyê civakê were paqijkirin. Ji bo vê yekê dixwaze vê vîrûsê îroj bi derewan xûrtir bike.
Li ser vê hişmendiyê, vîrûsa dagirkirina hiş, nîrxandinek Rêber Apo heye, dibêje: “Heger îkonên, neteweperestî, olperestî, zayendîperestî, werzişvanî û hunermendî belavbikî, dikarî girseyê ji bo armancên xwe birêve bibî. “ Dagirkirina hiş, civakê her çiqas bi bandor be jî, bi van têgehên jor, dikarin vê hişmendiyê ji bo pêvajoya îro jî bi erênî bikarbînin. Ev yek jî cesaret dixwaze, lê ev cesaret bi AKP’ê re tuneye. Herkes ji aliyê xwe ve zimanekê bikar tîne, ji aliyê hikumetê vê pêvajoyê her wek bi tenê PKK‘ê bêçek kirin pênase dike.
Rêber Apo jî ev pêngav wek serdema‚ aşitî û civaka demokratîk‘ binavkir. Bersivek wî jî, ji binavkirina Tirkiya bê teror‘ bû. Peyva‚ aştî‘ bi zanebûn li vêderê bicîh kiriye. Aştî; di navbera du aliyan de pêktê. Du alî şer dikin û piştre lihev dikin û aşitî tê îlan dikin. Li vêderê dewlet jî êdî bêçek bûye ( di şerê li dijî PKK’ê de). Êdî, aliyê dewletê dikare bi cesaret peyva aşitiyê derxe pêş. PKK rojek biryar negirt ji bo terorê derneket çiyê. Ji bo mafên Kurdan derket û şer kir, dewletê jî di politîkayên xwe yên sedsalî de israrkir û şer kir. Ev rastî divê ji civakê neyê veşartin.
Divê Erdogan jî wek dewletê û Rêber Apo bi cesaret be.






