Dilyar Cizîrî
Dewleta Tirk a dagirker bi salane ji bo girtina xaka Sûriyê û pêkanîna Mîsaqa Milî kar û xebatan dide meşandin. Ji despêka serhildana gelê Sûriyê ve di gelek qadan de destwerdan kir. Bi gelek navên cuda komên çete ava kir. Ew bi çek û cebilxane kirin, perwerde kirin, sînor vekirin û hemû cûreyên alîkariyê ji wan re pêşkêş kir. Destwerdana dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû. Sîstema heyî ya Sûriyê û alîgiriya wê ji Îran û Rûsiya re ne li gorî dilê desthilata Tirkiyê bû. Bi destwerdan û dagirkirinê xwest rewşê bide guhertin. Alîgirên xwe bîne ser desthildariyê û planên xwe li ser xaka Sûriyê bi cib bîne. Ji bo pirojeya xwe li Sûriyê feriz bike, DAIŞ’yên li ser tevahî cîhanê metirsîdar bûn, ava kirin. Bi dehezaran çeteyên biyanî derbasî xaka Sûriyê kirin. Ji bo xwe hemû tişt li dijî gelê Sûriyê dan meşandin.
Bi hilweşîna hikûmeta serokê berê yê Sûriyê Beşar El Esed re, alîgirên Tirkiyê di tevahî Sûriyê de serwer bûn. HTŞ’ê û Serokê veguhêz yê Sûriyê jî di nav de hemû movikên dewletê ketin destê dewleta Tirk a dagirker. Civaka navdewletî xwestin desthilata HTŞ’ê nas bikin û derfetek cidî danê. Di asta herî jor de hevdîtin, rê dayîn û piştgiriya dîplomasî pê re kirin. Lê ji ber belavbûna desthildara HTŞ’ê nikarîbû komên çete yên dewleta Tirk ew xwedî kirine, kontrol bikin. Ji lewma li Perava Sûriyê û Siwêda komkujiyên mezin pêk hatin. Di Sûriyê de kîndariya li dijî kurd, durzî, elewî û pêkhateyên din mezin kirin. Li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê şerê pskolojî û êrişên leşkerî dan meşandin, hîn jî didomînin. Şaneyên DAIŞ’ê zindî kirin. Ji ber wê jî ev çend mehin çeteyên DAIŞ’ê bi sedan êrîş li dijî herêmên Rêveberiya Xweser pêk anîne.
Dewleta Tirk bi destwerdana xwe riya çareseriya aloziya li Sûriyê asteng dike, HTŞ’ê û komên din ên çekdar ku xistine di bin banê “Wezareta Parastinê” ya heta niha nikare yek koma çekdar kontrol bike, li gorî siyasetên xwe birêve dibin. Nahêlin aramî û ewlekarî li ser xaka Sûriyê pêk were. Tirkiyê rê nade danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de bi rê ve biçe. Tevî di dehê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Serokê Veguhêz ê Sûriyê peymanek bi çavdêriya aliyên navdewletî hate imzekirin. Tevî QSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna xalên wê gelek gav avêtin. Dewleta Tirk a dagirker ku mejiyê rêveberiyê yê HTŞ’ê û komên çekdar dagirkiriye û wan bi rê ve dibe, danûstendinan asteng dike. Rê nade sponseriya siyasî li Sûriyê bi rê ve biçe. Tevî hêzên mezin ên wekî Amerîka, Fransa û hin welatên din gotin ew derfetê didin hikûmeta veguhêz a Sûriyê, dewleta Tirk bi destwerdana xwe nahêle gav werin avêtin. Li aliyê din jî hikûmeta Veguhêz mecbûrî pirojeyên aborî yên tu sûdê li gelê Sûriyê nake. Welatekî jêrzemîna wê hilweşiyaye wekî Sûriyê hewcedarî alîkariyan e, Dewleta Tirk bi pirojeyên xwe yên aborî bi hikûmeta HTŞ’ê re dixwaze hêza tişta mayî ji xwîna gelê Sûriyê bimije.






